397 koçberên Êzidî vegeriyan Şengalê

Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê ragihand ku îro 397 koçberên Êzidî ji wargehên Dihokê vegeriyan Şengalê.

Navenda Nûçeyan-Vegera ji bo Şengalê bê navber dewam dike, Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku îro 397 koçberên Êzidî ji wargeha Xankê ya ser bi Dihokê, vegeriyan ser warê xwe Şengalê.

Hate gotin ku ev pêngav, di çarçoveya planên wezaretê ya bi boneya dawî anîna mijara koçberane.

Hêjayî gotinê ye Rêveberiya Xweser ya Şengalê bi derfetên xwe û saziyên xwe, pêşwazî li Êzidiyên vedigerin Şengalê dikin.