3 rojan di dorpêça çeteyan de ma: Heta dawî em ê têbikoşin
Rêvebera Mala Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rîma Îsa tekez kir ku serhildan û sîstemên ku jin tê de pêşengî nekin, xwedî rol nebin û ne azad bin wê hilweşin û got: “Di sedsala azadiya jinan ne mumkun e sîstem bê rola jinan serkeftî bin.”
BÊRÎVAN ÎNATÇÎ
Hesekê – Carna pênûsa mirov nizane hinek êşên hatine kişandin bi kîjan hevokan pênase bike. Carna pênûs jî lênûs jî matmayî dimînin. Asoyên mirov ên bi gelek caran dikare gelek gotinan bîne gel hev, li hemberî hinek rastiyan û jinên ku wan rastiyan jiyane bêdeng dimîne. Lê dîsa jî mirov zorê dide xwe… Ji bo veşartî nemîne ew rastî. Tevî ku dema mirov guhdarî dike li wan çîrokan, wijdanê xwe lêpirsîn dike jî mirov neçar dimîne ku dehf bide pênûsa xwe. Ji bo neyên jibîrkirin dîrokek lihevhatî ya jinên xwediyên erdnîgariyek ku ne tenê carek bi dehan caran hatiye dagirkirin û digel her dagirkeriyê jî tevî her koçberiya ku bi neçarî berê xwe dane riyeke dûr û dirêj, bi berxwedanî serê xwe hildane… Ango bi berxwedaniya xwe hêviyan hûnandine…
Belê em qala jinên Efrînî dikin. Ji ber êrişên dagirkeriyê du caran koçberî dîtin. Em koçberiyê mîna peyv dibêjin lê tiştê ku hat serê wan, ji wê jî wêdetir e. Ji ber dagirkeriyê ji Efrînê koçber bûn lê zilm û êrişan dev ji wan berneda. Li Şehbaya ku ji xwe re Efrînek biçûk ava kirin, li milekî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk dîtin, ji milekî ve rêgiriya hikûmeta Şamê ya hilweşiyayî. Zilmê dev ji wan berneda, li Şehbaya ku di 7 salan de her û her kêlî hêviyên xwe bi berxwedana xwe hûnandin jî careke din bi êrişên dagirkeriyê re rûbirû man. Careke din jin û mêr, zarokên berşîr û pîr, ên ji bo vegera Efrînek azad her roj bi sonda berxwedanê rojê pêşwazî kirin, li şûna ku di bin dagirkeriyê de bijîn, riyeke din bijartin.
Bi sedhezaran kesan ji Şehbayê koçî herêmên bi ewle yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Mirov dikare li ser xetê rûyê her jinek çîrokên wan bixwîne. Çîrokên ku bang li mirovahiyê dikin û dibêjin “Ev dagirkerî ne yekem car e, bi sedan salan e didome” û li hemberî wê jî peyamên berxwedanê dide dibêje; “Heta dawiyê em ê têbikoşîn û li ber xwe bidin.”
‘Em negihîştin karwanê wesayîdan’
Di nava koçberên Şehbayê de em rastî Bêrîvan Heydar hatin. Bêrîvan ji gundê Sêwiyan ji Efrînê ye. Diyar e emrê wê ne zêde ye. Diya du zarokan e. Bêrîvan Heydar, mîna gelek jinên din xwedî serpêhatiyan e. Em dixwazin ji wê guhdarî bikin koçberiya ku jiyaye.
Bêrîvan Heydar dema ku êrişên li ser Şehbayê çêbû, gel biryar da ku berê xwe bidin herêma bi ewle, dixwaze xwe bigihîjîne wesayîdan lê belê nagihîjê. Li ser wan kêliyên ku jiyaye wiha dibêje: “Em li Efrînê dijiyan, piştî şerê Efrînê em derbasî Şehbayê bûn û me li gundê Zaratê 7 salan jiyana xwe domand. Piştî 7 salan careke din em rastî êrişan hatin û neçar man careke din koçber bibin. Beriya ku em ji Şehbayê derkevin, çûn Helebê û piştre çeteyan di hemû aliyan de êrişê Zaratê kirin. Zarokên me heman rojê derketin. Lê em di çemberê de man. Me xwest xwe bigihîjînin karwanê wesayîdan lê em negihîştinê.”
Zexta vegera Efrînê li wan kirine
Bêrîvan Heydar dibêje ku 3 rojan di dorpêçe çeteyan de mane wiha didomîne: “Me berê xwe da gundê Kefîrne û em şevek li wir man. Lê çete bi şev derdora seat 2 an jî 3’yan de hatin li derî xistin û bi qirîn û pihînan ketin hundir. Zarokên xwediyê malê birin û dest danîn ser telefon û hemû tiştên me. Çeteyan bi gotina ‘vegerin Efrînê’, xwestin em vegerin Efrînê. Lê heta ku Efrîn di bin dagirkeriya çeteyan de be, em venagerin Efrînê. Em vegeriyan Zaratê û du rojan li wir man. Li Zaratê jî li dijî jin, zarok û hemû kesan qetilkirin û îşkence hebû.”
15 roj in zarokên xwe nedîtiye
Dema ku ji Şehbayê koçberî dest pê dike Bêrîvan û zarokên wê ji hev qut dibin, têkiliya di navbera wan de jî qut dibe. Bêrîvan Heydar wiha qal dike: “Em li gel malbateke nas diman lê ji ber êrişan em nikaribûn derkevin derve. Destûr nedidan em biçin Helebê. Piştre me careke din hewl da xwe bigihîjîin karwanê wesayîdan ê li Helebê, me bi saya kesekî xêrxwaz xwe gihîştand Helebê. Ev nêzî 15 roj in em ji zarokên xwe dûr dijîn. Ji bo dayikek ji zarokên xwe dûrbûn gelek zor û zehmet e. Piştî 15 rojan, di 16’ê Kanûnê de me xwe gihand Hesekê. Me gelek zor û zehmetî dîtin û em rastî gelek êrişan hatin.”
Bi taybetî êrişê jinan dikirin
Em bi giştî 3 rojan li Şehbayê man û piştî 15 rojan me xwe gihand bajarê Hesekê. Di vê rêwîtiyê de me şahidiya gelek bûyerên bi êş kir. Gelek kes bi destên çeteyan hatin qetilkirin û zarokan ji sarmayê jiyana xwe ji dest dan. Nedihiştin ku kes derkeve derve. Bi taybetî êrişê jinan dikirin, jinan serjê dikirin û nîşanî mirovan didan.”
‘Divê em jin heta dawiyê têbikoşîn û li ber xwe bidin’
Bêrîvan bi hêrsa li dijî bêdengiya qada navneteweyî ya li hemberî tiştên ku jiyane, gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Pêwîst e dewletên navneteweyî li dijî van êrişên li ser jin, zarok û tevahî gelan bêdeng nemînin û erk û berpirsyariyên xwe pêk bînin. Mafê hemû mirovan heye ku di nava aramiyê de bi hev re bijîn. Divê em jin, heta dawiyê têbikoşin û li ber xwe bidin. Ez hêvî dikim ku demildest hemû kes bigihîjin malbatên xwe û careke din koçberî çênebe.”