2 jinên Kurd li herêmên di destê HTŞ’ê ya cîhadîst de hatin revandin
Li ser rêya Heleb-Dêr Hafirê ku di destê HTŞ’ê ya cîhadîst de ye agahî ji jina ciwan Norman Celal Serhan a ji bajarê Dêrikê ku li Almanayê dimîne û şêniya bi navê Fatme ya ji Kobanê, qut bûye. Her du jinan diçûn Helebê.

Navenda Nûçeyan – Ev 5 meh e, Norman Celal Serhan ji Almanyayê hatiye û serdana herêmên Rojava dike. Bi xwe ji Dêrikê ye û li Almanyayê dimîne. Li ser rêya Heleb-Dêr Hafirê ku di destê HTŞ’ê (Heyet Tehrîr El-Şam) a cîhadîst de te, agahî jê û ji şêniya bi navê Fatme qut bûye.
Ji duh saet 6:00’an ber êvarê ve ti agahî ji her duyan nehatiye wergirtin. Her du jî diçûn bajarê Helebê. Heta niha ti agahî der barê cihê wan nehatiye bidestxistin.
Malbatên her du jinan û aliyên têkildar bang li her kesî kir ku heke agahiyên wan li ser her du jinan hebin, yekser xwe bigihînin aliyên ewlehiyê.