Konferansa Platforma Demokratîk a Jinan a Navneteweyî bi dawî bû
Konferansa Platforma Demokratîk a Jinan a Navneteweyî ku li Stockholmê, bi armanca 3’emîn salvegera serhildana “Jin, Jiyan, Azadî" û bibîranîna berxwedana girtiyên siyasî, hatibû li darxistin, bi dawî bû.

Navenda Nûçeyan – Duh 13’ê Îlona 2025’an roja Şemiyê, Platforma Demokratîk a Jinan a Navneteweyî, bi armanca 3’emîn salvegera serhildana “Jin, Jiyan,Azadî" û bibîranîna berxwedana girtiyên siyasî li paytexta Îsveçê Stockholmê, konferansek li dar xist. Konferansa ku bi dirûşmeya “Bi Hevre ji bo Azadî, Wekhevî û Rizgariyê” hate li dar xistin de aktivîstên siyasî, parêzvanên mafê mirovan û jinan, nûnerên tevgerên gel û alîgirên azadiyê beşdar bûn.
Di vekirina konferansê de, organîzatoran spasiya hemû partî, rêxistin û kombûnên peyamên piştgiriyê, şandine kirin. Hate diyarkirin ku ev peyamên piştgiriyê, hêza têkoşîna di nava welat û derve de bi hêzkiriye û biryardariya avakirina cîhanek wekhev derdixe holê.
Girtiyên siyasî wijdana şiyar a civakê ne
Axaftvanan, balkişandin li ser bihêzkirina piştevaniya di navbera tevgeran, yekbûna hêzên muxalîf, rola civakên hatin tepesandin û ciwanan a di domandina şoreşê de. Her wiha girtiyên siyasî jî, mîna ‘wijdana hişyar’ ya civakê hatin bîranîn.
Di konferansê de spasiya hunermendan hate kirin. Wênekêş, belgeselvan û peykertiraş bi berhemên xwe yên bi nirx kêliyên dîrokî qeyd kirin, hafizaya berxwedanê parastin û hişmendiya civakî gihandin pêşerojê. Huner tenê bi teyîsîna rastiyê ne sînordar e, erkê ji nû ve avakirina berxwedanê pêktîne.
Tema û peyamên konferansê
Beşdaran, balkişandin li ser domandian têkoşînê, piştevaniya di navbera tevger û netewan, girîngiya gelên dibin zextê de û bihêzkirina yekîtiya hêzên pêşketî. Şoreşa ‘Jin,Jiyan, Azadî’ ji têkoşîna jinan ya li dijî zext û cûdakariyê derket, ji bo tevgerên cûda bû xala hatina ba hev. Ev dirûşme, ne tenê protestoyeke, ji bo wekheviya civakê, azadiya zayendî û ji bo jiyana demokratîk asoyek siyasî û etîk pêşkêş kir.
Jinan di konferansê de, rola diyarker ya ciwan û netewên hatin tepesandin ya di pêvajoya şoreşê de girtin dest û her wiha balkişandin ser yekîtiya hêzên muxalîf, hevsengiya alîgirên edaletê û koordînasyona têkoşîna gelan. Dengên girtiyên siyasî û berxwedana wan a qehremanî ya li dijî zextê, rastiya ku di taritiyê de nevemirî nirxandin.
‘Divê civaka navnetewî li beramberî daxwazên gelê Îranê ya azadî bêdeng nebin’
Amedekarên konferansê, dan zanîn ku riya diçe azadiyê di yekîtiyê re derbas dibe û divê cûdabûnê meshebî danin aliyekê û balê bidin ser hedefên hevpar. Hate diyarkirin ku têkoşîna zayendî, netew, çand û wekheviya aborî, parçeyek ya têkoşîna azadiyê ye. Divê hafizaya kolektîf were parastin û qeydkirina serpêhatiyên berxwedanê wekî erkek dîrokê pênasekirin. Hate îfadekirin ku divê civaka navnetewî li beramberî daxwazên gelê Îranê ya azadî û wekheviyê bêdeng nebin.
Di dawiya konferansê de, bang li hemû alîgirên azadiyê hate kirin ku bi hevre tevger bikin û bi hevre bibin deng. Balkişandin ser ji bo jin li herêmê bigihin aştî û aramiyê pêwîstî bi hêj zêdetir yekîtî û rêxistinbûnê heye. Hate pêşniyarkirin ku divê têkoşîna jinê belavî hemû qadan bibe, rêxistinkirina kampanyayên li dijî darvekirin û tevgerên ku jin lîdertiya wê dikin bê piştgirî kirin.
Platform piştgirî dide dengê li girtîgehan
Armanca girîng a konferansê, nasandina Platforma Demokratîk a Jinan a Navneteweyî ku ev şeş sale bi xebatê xwe yê siyasî, civakî û çandî piştgirî dide tevgerên têkoşer bû. Platform, bûye pêşengê bangên ku piştgirî dide ‘dengê li girtîgehê’, di mijarên girtiyên siyasî, mafê jinan û piştevaniya di navbera tevgeran de gelek kampanya daye meşandin.
Amedekarên konferansê, bi riya konferansê bang li hemû kesê ku dixwaze di riya avakirina cîhanek adilane ya azad û wekhev de rol bilîze kir. Cîhana pêşerojê, bêyî beşdariya aktîf û yekîtiyê ne gengaz e. Îro ji hemû demê bêhtir pêwîstî bi dengê hevpar, çalakiya hevpar û hêviya bi kok heye.