Li Kobanê 5`emîn Festîvala Zarokan hat lidarxistin
Bi amadebûna zarokên ji pêkhateyên herêma Firatê, 5`emîn Festîvala Zarokan hat li darxistin.
Kobanê- Tevgera Hîlala Zêrîn û Tevgera Çand û Hunerê ya Mezebotamyayê her sal di meha Îlonê de ji bo zarokên herêma Firatê festîvaleke hunerî li dar dixe.
Di vê çarçoveyê de îro 5`emîn Festîvala Zarokan di bin dirûşma "Zarok baskên azadiyê ne" bi amadebûna 21 komên govend, şano, helbest û stranan ên ji kantona Kobanê, Sirîn, Minbic, Tebqa û Reqayê hat lidarxistin.
Di festîvala ku li navenda Çand û Hunera Baqî Xido de hat lidarxistin de, bi sedan zarok bi cil û bergrên gelêrî û malbatên xwe re beşdar bûn.
Festîvalê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endama TEV-ÇAND`ê Gulistan Elî axivî û di nava gotinên xwe de bal kişand ser êrîşên dewleta tirk ku zarok di nav de birîndar dibin û jiyana xwe ji dest didin.
Paşê bernaemeya hunerî bi Koma mûzîkê ya peymangeha Vejîn, koma Hêvî, şanoya kerê, koma govendê ya şehîd Arîn, 2 komên ji Tebqa yên stranan, koma şehîd Rîmas, koma şano ya Minbicê, koma Zîlan, koma Reqa ya şano, koma şehîd Şîlan, koma şehîd Barîn, koma Kulîlkên Pêşerojê, koma zarokên şehîdan, şanoya Xezalê û hinek zarokên ku stran û helbest pêşkêş kirin birêve çû.
Di nava bernameya dewlemend e zarokan bi coşeke mezin govend gerandin û bi berz kirina siloganan festîvala xwe bi dawî kirin.
"Em xwedî li hunera zarokan derkevin"

Rêveberiya Tevgera Hîlala Zêrîn a herêma Firatê Mîrxan Ismayîl çavdêriyên xwe yên di der barê festîvalê de wiha bilêv kir: "Me îro bi coş û moraleke mezin festîvala zarokan ya herêma Firatê lidarxist. Em festîvala xwe ya îsar diyarî giyana zarokên di encama êrîş û topbarana dewleta tirk jiyana xwe ji dest dan dikin. Armanca me ya yekem ji vê festîvalê weke Hîlala Zêrîn û Tev-Çand ê ku em xwedî li hûnera zarokan derkevin û berhemên wan pêşkêşî civakê û zarokên din jî bikin. Her wiha em dixwezin dilê zarokan bi kêfxweşî û coşê şad bikin. Ev yek jî di silogana me ya festîvalê de teqez dibe ku em zarokan parçeyekî girîng ji azadiyê dibînin."
"Em hunera xwe bi hev re parve dikin"

Zaroka bi navê Mîna Şêx Osman ya 13`e salî ku cih di festîvalê de girtiye hestên xwe wiha bilêv kir: "Ev du salin ku ez di koma şehîd Şîlan ya govendê de cih digrim. Me nêzî 2 mehan perwerdeyên xwe yên ji bo festîvalê dîtin da ku em bi rengî baş govenda xwe ya ji çanda Kobanê pêkêş bikin û dilê zarokan kêfxweş bikin. Ez her sal bi heycaneke mezin li benda roja festîvalê dimînim da ku em bikarbin weke zarokên hûnera xwe bi hev re parve bikin, ji ber vê ez îro gelek kêfxweşim û serkeftinê ji hemû koman re dixwazim."