15’ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî bi çalakiyên cûrbecûr hat pîrozkirin

Bi boneya 15’ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî li gelek bajaran daxuyanî û çalakî hatin lidarxistin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku "Ziman nasnameya mirov e" û hat destnîşankirin ku Kurdan her tim li hemberî hemû êrîş û polîtîkayên asîmîlasyonê zimanê xwe diparêz

Navenda Nûçeyan – Bi boneya li gelek bajaran daxuyanî û çalakî hatin lidarxistin. Li Amede Tora Ziman û Çanda Kurdî, Komeleya Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) û Baroya Amedê, boneya 15’ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî li Eyvana Konferansê ya Tahîr Elçî panela, ‘Hiquq û ziman’ li dar xistin. Endamê Komisyona Ziman a Baroya Amedê Elîf Birlîklî moderatoriya panelê kir û zimanzan Zana Farqînî, nivîskar Bahoz Baran û parazêr Cemîle Tûrhalli Balsak jî weke panelîst tev li panelê bûn.

“Ziman nasnameya mirov e

Ji axaftvanên panelê Parêzer Cemîle Turhallî Balsak, ji aliyê hiqûqî ve li ser ziman nirxandinan kir. Cemîle Turhallî Balsak wiha got: “Ziman nasnameya mirov e. Ziman hem mirovan digihîne hev û hem jî wan ji hev vediqetîne. Dû curayên ziman hene yek te însanan dide nasîn ya din jî te ji însanên din vediqetîne. Mînak dema em li derveyî welat ji kesekî dipirsin tu çi yî, dibêje ez xwendekar im, doktor im an mamoste me. Lê dema tu li vir dipirsî rasterast dibêje ez kurd im. Êdî ew bûye refleksek. Ji ber ku heta îro li her derê dihat gotin, ‘Türk övün çalış’.

Li Rihayê ji ciwanan pîrozbahiya 15’ê Gulanê

 

Endamên Meclisa Ciwanan a HDP'â Rihayê, di "Hevdîtina Ciwanan" de hatin gelhev. Şahî li Seyrangeha Çatakê ya li qerexê Bendava Ataturkê ya li navçeya Heqagê pêk hat û gelek ciwan tev li şahiye bûn. Ciwanan li ber dengê erbanê û stranên ku gotin govend gerandin. Ciwanan, Cejna Zimanê Kurdî ya kesên li seyrangehê pîroz kirin. Ciwanan pankartên "Bila Kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê" û "Me bi ciwanî dest pê kir em ê bi ciwanî bi serkevein" vekirin û dovîzên "Divê kurdî bibe zimanê fermî" û "Ez kurd im zimanê kurdî dixwazim" hilgirtin û bi devekî strana hunermendê nemir Aram Tîgran a "Zimanê Kurdî" xwendin. Şahî piştî tiştanokên kurdî û çalakiyan bi dawî bû. 

Ji Platforma Jinên Kurd ên Yekgirtî daxuyanî

Platforma Jinên Kurd ên Yekgirtî der barê 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî daxuyaniyek nivîskî da.

Di daxuyaniyê de jinan bal kişandin ser dîroka zimanê kurdî û hat gotin kurdî xwe dispêre dîrokeke kevnar. Her wiha di daxuyaniyê de, wiha hat gotin:"Li dijî hemû êriş û polîtîkayên asîmîlasyonê kurdan her tim zimanê xwe parastine. Di pêşketina zimanê kurdî de Kovara Hawarê roleke mezin lîstiye. Em cejna hemû kesên ku ji bo zimanê kurdî ked daye pîroz dikin."