14’mîn konferansa Meclîsa Îştar a Mexmûrê bi dawî bû

14’mîn Konferansa Meclîsa Îştar a wargeha penaberan a Mexmûrê ku du rojan berdewam kir bi encamnameyekê dawî bû.

Mexmûr – 14’mîn konferansa Meclîsa Îştar a wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku bi dirûşma ‘Em Civaka Demokratîk û Komînal Ava dikin, bi Rêbertî re Azad Dijîn’ dest pê kiribû, bi encamnameyekê di roja duwem de dawî bû.

Konferansê duh bi axaftina vekirinê û perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kiribû, bi rojevên raporên du salan ên Meclîsa Îştar û Meclîsa Jinên Ciwan bi dawî bû. Her wiha peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat xwendin û sînevîzyona der barê têkoşîna du salan a jinan jî hat temaşekirin. Îro jî rojevên siyasî, nirxandina kar û xebatên du salan hat kirin, rêvebirname û pêşnûmebiryar hatin xwendin û erêkirinê re hatin derbas kirin. Di nava konferansê de peyamên ku ji derve jî hatîn, hatin xwendin. Herwiha Koordînasyona Meclîsa Îştar hat hilbijartin, merasîma sondxwarinê hat pêkanîn û konferans bi xwendina encamnameyê bi dawî bû.

Encamname wiha ye:

Konferansa me bi dirûşma ‘Emê civaka demokratîk û komînal avabikin bi Rêbertîre azad jiyan bikin’ hat li darxistin.

Wek jinên wargeha Şehîd Rustem Cûdî ev 31 salin li penaberiyê têkoşîna avakirina civakek demokratîk û komînal didin. Di rêwîtiya me ya tekoşînê de, me gelek bedelên giran dan, ger îro em dikarin bi sedan jinan re li hev bicivin saya têkoşîn û bedelên giranbiha yên hatine dayîne. Têkoşîn û berxwedana avakirina ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ya ku ev 52 salin di pêşengiya Rêber APO de tê meşandin, çawa ku ji bo hemû jinan buye rênîşandana têkoşînê, ji bo me jinên wargehê jî di vê rêwîtiya avakirina civakek azad de meşîn, şanazî û serbilindiya herî mezine.

‘Paradîgmaya Rêber APO ji bo me buye hêz û vîna têkoşînê’

Felsefe û paradîgmaya Rêber APO ya li ser bingehê jina azad wê bikare civaka azad ava bike, her dem ji bo me buye hêz û vîna têkoşînê. Wek jin bi Rêber APO re me zivistanên sar, seqem, bahoz û tufanên mezin derbaskirin û em bûn remza serkeftinê, weke nêrgizekê di biharê de li ser xaka Kurdistanê bi xwîna şehîdan jî nûve şîn bû û reng veda. Bi nameya Rêber APO ya ji bo konferansa me hatî diyarîkirin bû xelata herî mezin û bihara me hîn rengîntir kir.

‘Bi kelecana nameya Rêber APO me nirxandinên xwe kirin’

Civata me ya jinên wargehê di ronahiya manîfestoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’, bi kelecana ji nameya Rêber APO girtî rewşa siyasî, nirxandina xebatên du salan, kêm û kurtiyên derketine, asta têkoşîn, rêxistinbûna li ser bingehê civakek komînal, hîn zêdetir xwe rêxistinkirin û dinava van du salande nebuna bersiv ji bo pêvajoyê, rê û rêbazên meşandina têkoşîna zayendî,  buyîna pêşengê avakirina pêşerojek azad, li hember pergala kujerê kastîk hebûn, zanabûn û xwebûna xwe mayînde kirin, li hember şerên taybet yên pergala serdest parastina xwe ya cewherî xurt kirin, têkoşîna hatî meşandin teyisandina ji bo hemu civakê û emê çawan bikarin têkoşîna xwe belavî hemu jinan bikin , bi awayek xurt hat nirxandin. Bi taybet li hember rêhevaltiya kêm rexnedayînek kûr hat pêşxistin û bi biryardariya hevaltiyek rast û tam bi Rêber APO, Şehîdên têkoşîne û hemû nirxên hatine avakirin hat dayîn.

Li ser vê bingehê em hemû jinên tekoşînvanên azadiyê vedixwînin bi rihê kesayetên sosyalîst, ji bo avakirina civaka demokratîk û komînal. Civaka demokratîk wê bi pêşengiya jina azad bê avakirin. Jina azad jî wê bi hişmendiya xwe ji nûve girtina dest, jina xwe ji hişmendiya milkbûyînê rizgar kirî û bûyî xwedî hebûna xwe bê pêkanîn.

Li ser bingehê perspektîf û nirxandinên hatin meşandin de em bûn xwediyê biryardariyek xurt û ev biryar hatin dayîn:

* Wê hertim navenda hemû xebat û têkoşîna me mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber APO be.

* Ji bo jiyanek bi rumet wê jinên wargehê ruxmê hemû zorî û astengiyan têkoşîna avakirina civakek demokratîk û azad têbikoşe.

* Li hember pergala zilamperest ya kujerê kastîk bi hişmendiya her zindiyek xwedî mafê xwe parastinêye emê li ser bingehê parastina cewherî xwe rêxistin bikin.

* Ji bo pêkanîna entegrasyona demokratîk emê li ser perspektîfên manîfestoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ têkoşîn bidin meşandin.

* Ji bo destkeftiyên xwe parastin û serkeftina bê dawî mîsoger kirin emê di bingeha zanista jin a Jineolojî de xwe û pêşeroja xwe perwerde bikin.  

* Bi fikra komîn şaneya bingehîn ya azadiya jin û civakêye komînên heyîn bên xurt kirin.

* Ji bo jin bikarin bibin xwediyê xweseriya xwe ya aborî, avakirina derfetên aborî ji bo jinan.

* Li ser bingehê perspektîfên manîfestoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ pêşxistina dewreyên perwerdeyên bîrdozî.

Weke Rêber Apo daye diyar kirin; “ Di sosyalîzmêde de israr, di mirovbûnêde de israr e” Em ê weke jinên sosyalîst bibin avakerê civakeke li ser bingeha sosyalîzma rast.”