12 hezar nameyên ji Abdullah Ocalan re bûn pirtûk: Ji deryaya dilê me re

Di çarçoveya rêzeçalakiyên kampanyaya azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de Rêxistina Kongra Star 12 hezar nameyên jin û zarokan pêk tê bi navê “Ji derya dilê me re” weşand. Dê çapa duyem a pirtûkê bi Erebî be.

ZEYNEB ÎSA

Qamişlo- Kampanyaya Rêxistina Kongra Star, a ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di sala 2023’an de hatibû destpêkirin. Di çarçoveya wê kampanyayê de rêzeçalakî hatin lidarxistin, yek ji wan rêzeçalakiyan nameyên ku jin û zarokan hest û hezkirina xwe ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bidin diyarkirin nivîsandibûn. Piştî ku pirtûkek bi zimanê Kurdî ji wan nameyan hat çapkirin. Niha jî çapa duyemîn wê ji nameyên jin û zarokan bi zimanê Erebî dê were çapkirin. Berdevka Rêxistina Kongra Star a Kantona Qamişloyê, Îbtîsam El-Huseyîn der barê vê pirtûkê de ji ajansa me re axivî.

‘Bi felsefeya Rêber Apo bûn pêşengên şoreşê’

Îbtîsam El-Huseyîn behsa kampanyaya ku ji 2022’an ve dest pê kirine û nivîsandina nameyên jinên ku bi fesefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zincîra koletiyê qetandine kir û got: “Di 9’ê Cotmeha 2023’an de kampanyaya “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsigrêka Kurd re çareserî” bi tevlibûna 74 aliyên siyasî, civakî û rewşenbîrî li cîhanê hat destpêkirin. Her wiha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî piştgiriyeke xurt ji aliyê Kongra Star ve ji vê kampaniyayê re hat dayîn. Bi vê boneyê gelek çalakî, kar û xebat hatin meşandin, ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo. Di nav wan kar û xebatan de yek ji plansaziya Kongra Star ew bû ku name ji Rêber Apo re werin nivîsandin. Beriya du salan name ji aliyê jinên ku bi riya felsefeya Rêber Apo, zincîra koletiyê qetandin û bi wê felsefeyê bûn pêşengên şoreşê, hatin nivîsandin.’’

‘12 hezar pirtûk hatin çapkirin’

Îbtîsam El-Huseyîn bal kişand ser hejmara nameyan ku ji 12 hezar nameyan bi navê “Ji derya dilê me re” bi zimanê Kurdî çap kirine û wiha berdewam kir: “Jinan di wan nameyan de hest û hezkirina xwe ji Rêber Apo re anîn ziman. Diyar dibe ku hewldan, hezkirin û fedakariya jinan ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo heye. Li hêleke din jî nameyên zarokan bi wêneyên Rêber Apo hatibûn xêzkirin û xemilandina bi gul û beybûnan, hezkirina wan nîşan dida. Bi giştî nameyên jin û zarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hejmara wan 12 hezar bû, hatin komkirin û me weke rêxistina jinan 12 hezar name bi navê “Ji derya dilê me re” çap kir.’’

Amadekariyên çapa duyemîn dê bi zimanê Erebî

Îbtîsam El-Huseyîn diyar kir ku amadekariya çapa duyemîn ji bo pirtûka “Ji derya dilê me re” dikin û wiha bi dawî kir: “Niha careke din jî amadekariyên ji bo çapa duyemîn ji pirtûka “Ji derya dilê me re” bi zimanê Erebî dikin. Name ji jin û zarokên pêkhateyên Ereb ku hest û hezkirina xwe ji Rêber Apo re diyar dikin û daxwaza azadiya wî ya fîzîkî dikin pêk tên. Her wiha xeyala jin û zarokan e ku name bigihîjin Rêber Apo û van nameyan bixwîne lê weke ku tê zanîn dewleta Tirk a dagirker, 25 sal in bi komployeke navdewletî Rêber Apo dîl girtiye û nêzî 3 salan e nahêlin tu agahî jê were girtin. Lê dê bi îradeya gelan û têkoşîna jinan ev komplo têk biçe. Rêber Apo ne tenê Rêberê gelê Kurd e, Rêberê neteweya demokratîk e. Îro felsefeya wî li hemû cîhanê belav bûye, hemû kesên azadîxwaz li hemberî vê komployê disekinin û tecrîdê qebûl nakin. Ev kampanya li hemû cîhanê belav bûye û em dibînin bi vê kampanyayê gavên baş tên avêtin û em bi pêş ve diçin. Di sala 2024’an de hemû hewldan wê werin kirin da ku bibe sala azadiya fizîkî ya Rêber Apo. Em dibêjin weke rêxistina jinan her dem em ê têbikoşin û li ser piyan bin, kar û xebatê bidin meşandin heta azadiya fizîkî ya Rêber Apo.”