11 salên ji Fermanê: Civaka Êzidî xwe bi hêz û xwedî rêxistin kir
Hevseroka Mala Êzidiyan Leyla Îbrahîm, tekez kir ku bandorên fermana 74'an hê di jiyana Êzidiyan de hene û got: "Tiştên qewimîn trajediyek demkî nebûn, hewldana tunekirina nasnameya gel bû."

Navenda Nûçeyan – Bi salan e hebûna Êzidiyan li Iraq û Sûriyeyê modelek ji bo pirrengiya çandî û olî bû lê ev civaka resen bi binpêkirinên sîstematîk re rûbirû ma, bi dagirkirina Şengalê di sala 2014'an de ji hêla çeteyên DAIŞ ve, qirkirin û koçberkirina bi hezaran malbatan gihîştiye lûtkeyê. Hê jî bandorên van sûcan li ser civaka Êzidî giran in lê civak ji bo misogerkirina naskirina mafên xwe, ji bo ku ev trajedî dubare nebe têdikoşe.
'Fermana 74'an hewldana qirkirina hebûn û nasnameya Êzidiyan bû'
Hevseroka Mala Êzidiyan a kantona Cizîrê, herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Leyla Îbrahîm da zanîn ku bandorên êrîşan li ser Êzidiyên li Şengalê hê jî di jiyana wan a rojane de hene û got: "Herêm piştî êrîşên sîstematîk ên ku rasterast civaka Êzîdî hat hedefgirtin, pêlên tirsnak ên kuştin û wêrankirinê dît. Bi hezaran kes mirin an jî koçber bûn. Fermana 74'an hewldaneke ji bo jiholêrakirina hebûn û nasnameya gelê kevnar bû. Ji sala 2014'an ve ji ber êrîşên qirkirinê Êzidî penaber bûn û li wargehan man. Lê gelê Êzidî bi hezaran salan e ziman, çand û adetên xwe parastin e, ev yek wan kiriye pêkhateyeke resen a civakê ew ne kêmar û bêparastin in êdî."
'Ji bo rizgarkirina jinên Êzidî ji desten DAIŞ'ê em dixebitin'
Leyla Îbrahîm diyar kir ku yên ji fermanê rizgar bûne neçarî koçberiyê mane û berê xwe dane Ewropa û herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha domand: "Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dehan kamp hene ku Êzidî lê dimînin lê bi hezaran bêmal mane. Kesên ku dixwazin vegerin welatê xwe hê jî ditirsin bi fermaneke din re rûbirû bimînin. Di dema fermanê de bi hezaran jin û jinên ciwan ên Êzidî hatin revandin û dîlgirtin. Wan birin bajarê Reqayê. Em niha ji bo azadkirina kesên ku hê jî di destên DAIŞ'ê de ne dixebitin. Her wiha hê jî li kampa Holê hene ku nasnameyên wan nehatine eşkerekirin. Hinek jinên Êzidî yên ku di zarokatiya xwe de hatine revandin naxwazin vegerin malên xwe, ji ber ku tiştekî naynin bîra xwe û malbatên xwe nas nakin."
'Ew ne trajediyek xiyanetek li mirovahiyê bû'
Leyla Îbrahîm destnîşan kir ku xelkê Şengalê heq dikin statu, mafên wan û jenosîda ku wan dîtiye bi tevahî were naskirin, wiha axivî: "Êzidiyan piştî ku daxwazên wan ên dubare ji aliyê saziyên fermî ve hatine paşguhkirin, îxanetê dîtin. Tevî hewldanên berdewam ên ji bo parastina ji hikumeta Iraqê, kesek guh neda dengê wan. Tiştê ku li Şengalê qewimî ne tenê trajediyek bû, xiyanetek li mirovahiyê bû. Divê her tiştê ku qewimî ji nû ve were nirxandin û divê ew kesên ku bûne sedema vê karesatê berpirsiyar werin dîtin."
'Civaka Êzidî xwe bi hêztir kir û rêxistina xwe ava kir'
Leyla Îbrahîm tekez kir ku Êzidiyan piştî fermanê xwe bi rêxistin û perwerde kirine, bihêztir bûne û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Êzidiyên li Şengalê xwe birêxistin kirine û hêzên xwe ava kirine, niha parastina xwe û axa xwe dikin û rêveberiya xwe ya xweser ava kirine. Eger niyetek hebe tiştên ku di salên dawî de qewimîne werin çareserkirin divê ev yek bi vegerandina rûmeta Êzidiyan, qebûlkirina neheqî û jenosîda sîstematîk dest pê bike. Pêwist e gavên rastîn ku beşdarî ji nûve avakirina jiyana wan bibin werin avêtin û keraset dubare nebin."