1 jê zarok 6 kesên din li Xezayê ji birçîna mirin

Ji ber dorpêça Îsraîlê, şêniyên Xezayê ji birçîbûnê dimrin. Di 24 saetên dawî de 1 jê zarok 6 Filistîniyên din, ji ber birçîbûn û kêmbûna xurekê mirin.

Navenda Nûçeyan – Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê der barê binpêkirinên li Xezeyê de daxuyaniyek weşand. Li gorî daxuyaniyê, di 24 saetên dawî de 1 jê zarok 6 Filistîniyên din ji ber birçîbûn û kêmbûna xwarinê mirine.

Bi vî awayî, hejmara miriyên ji ber birçîbûnê ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve 135 jê zarok, bû 382.

Li gorî daxuyaniya Dabeşkirina Qonaxa Ewlekariya Xwarinê ya Yekgirtî (IPC) ya ku ji Neteweyên Yekbûyî tê destek dibîne, ya 22’yê Tebaxê ku li Xezayê xela hat îlankirin, heta niha 20 jê zarok 104 kes ji birçîna û xureka kêm mirine. Di rapora IPC’ê de hat îfadekirin ku li Xezeyê ji 15’ê Tebaxa 2025’an pê ve rewş gihîştiye Qonaxa 5’an ku weke "asta felaketê" tê zanîn. Di raporê de hat gotin ku piştî 22 mehan ji pevçûnên hovane, zêdetirî nîv milyon mirov bi şert û mercên ku ji ber birçîbûn, xizanî û mirinê tên diyarkirin re rû bi rû ne.