Vanîlla: Çîroka heft jinan û berxwedana wan a bêdeng a li hember windakirinê

Vanîlla fîlmek e ku çîroka keçekê vedibêje ku di malbateke ji 7 jinan pêk tê de mezin dibe û di bin giraniya deynan de bi xetera windakirina xaniyê xwe re rûbirû ye. Tê de xurtbûna têkiliyên malbatî û hevgirtinê ronî dike.

Navenda Nûçeyan – Fîlmê Vanîlla ku derhênera wî Myra Hermosîoya Meksîkî ye, çîrokeke mirovî ya li ser malbat, nasname û hevgirtina jinan pêşkêş dike. Bi rêya hûrguliyên jiyana rojane ya di hundirê malekê de ku ji ber deynan metirsiya windabûnê heye.

Fîlm li Meksîkayê di dawiya salên 1980'an de derbas dibe. Robertaya 8 salî di malbateke ji 7 jinan pêk tê de mezin dibe. Bi têkiliyên xizmtiyê ve girêdayî ye lê bi nakokî û pirsgirêkên civakî û aborî re rûbirû dimîne ku aramiya wan tehdît dikin. Di nav alozî û qurbaniyên rojane de, Roberta hewl dide ku cîhana li dora xwe fam bike û nasnameya xwe kifş bike.

Fîlm 99 deqe ye, nêzîkatiyek dramatîk bikar tîne ku kêliyên malbatî yên jidil, bi têkoşîna ji bo jiyanê re tevlihev dike. Rolên piralî yên ku jin di rûbirûbûna krîzan de dilîzin û şêweyên hevgirtinê yên ku di nav malbatan de di demên dijwar de derdikevin holê, destnîşan dike.

Fîlm bi girêdana xwe ya bi ezmûn û bîranînên zarokatiya derhêner Myra Hermosio re aliyekî kesane bi dest dixe, ku ev yekem fîlma wê yê dirêj piştî kariyerek di lîstikvanî, nivîsandin û derhêneriyê de nîşan dide.

"Vanilla" di sala 2025'an de li çalakiya "Rojên Nivîskaran" a Mîhrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Venedîkê pêşandaneke navneteweyî kir. Her wiha di sala 2026'an de beşdarî Mîhrîcana Fîlman a Jinan a Navneteweyî ya Salé bû û ezmûneke sînemayî pêşkêş kir ku malê dike cihekî ji bo pevçûn, bîranîn û aîdiyetê. Çîroka zarokek jî dike pencereyek ji bo têgihîştina cîhana jinan û dijwariyên wan.