Ev welat bi xwe şoreşger e

Dema ku mirov wê penaseya ku "ew welat jî şoreşger e" dixwînê, yekser bi rêgeza hezkirinê dihese.

JÎN EVÎNDAR

Di despekê de pêwîst e bidim diyarkirin ku di nivîsandina her lehengek şoreşa azadiyê de, wek her şervanek û şahidê wê dîrokê, pir zehmetî û janên kûr ji dil dijîm. Lê dema ku bernameya Starên Azadiyê dişopînin û amadekariyên wê dikin hîn behtir bi erka hevrêtî û dîrokî pê dihesim. Dişibe xelekek zincîrê, azwerî, nasîn, lêkolîn û zanebûna dîroka xwe û hebûna xwe ya watedar di mirov de ava dike.

‘Di bingehên rast de hezkirin’

Wateya hezkirin, hevretî û rêgezên jiyan û têkoşînê weke şûrekê tûj, kaniyêk zelal û rast radixê ber çavan. Ji bo wê jî dibim çekerêk an ku mîzanêk hemberî dîrok û sinca xwe ya têkoşînê. Bi xwendin, nivîsandin û pejirandina şîroveyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rêgeza hest û heskirinê dibim evîndarek ber bi wan lehengên azadiyê ve. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di şîroveyek xwe de balê dikşînê ser û dibejê: “Di bingehên rast de hezkirin. Di bingehên rast de hezkirin, karê dadweriyeke mezin, xweşiktî û kedê ye û karê serkeftina mezin e. Ên ku rêxistina wê, her cure çalakiya wê nagihînin xalên herî pêş, ango yên ku nikarin xwe bigihînin kesayetiya wê ya yeman, hezkirina wan rajêrî ye. Va ev e wilfa min a felsefî"…

Min di wê şîroveyê de ne tenê hezkirinek jin û zilam, hezkirina welat, ked, bira, xwîşk û dayîkê jî didît. Di wan hevokan de heskirina Warşînê didît. Ew keça ku li qûntarên Cudiyê Mirada teşe girtî, li ber qeraxên Çemê Dîcle xwe cincîlandî. Bi lîstok û yariyên bira re bûyê heval. Wî gûndê ku pala xwe dayê dayîka mezin, bêrîkirinên xwe kiriye xelat, hezkirina xwîşk, bira û malbata xwe re bûye qelenê azadiyê. Warşîna ku li wî gûndî mezin bûyî, tevlî şoreşa azadiyê bûye. Di oxira qelenê azadiyê de canê xwe kiriye diyarî. Îro jî bûyê neynika dîrok û hevrêtiyê, di hestên me yên zemawendî de.

Ji bo me nasîna Warşîn dibû navnîşanek lêpirsîna hestên malbatî û xwiş û biratiyê. Ji bo me dibû mînaka biryardarî û şerkeriyê. Ji ber ku ji hevok û bîranîna hevalên wê, me Warşîn nas kiribû. Me ji serpêhatî û serdana gundê wê, cewherê wê nas kiribû. Bi lîstokên zarokan, pêşwaziya civaka gund û şopên malên kerpîçkirî em dibûn mêvanê zaroktiya Warşîna dil wêrek.

Xwişk û bira, heval û hogirên azadiyê

Mêvanên dilê Botanê,

Şagirtên Bêrîvanê… şervanên Kurdistanê

Bi hev re dibûn mêvanên dîrok û bernameya me ya Starên Azadiyê. Di gav û pirsên xwe de me pirsa Warşîna azadiyê dikir. Di bersiva hemû pirsên me de, navê Dijwar û Warşîn dihat vegotin. Navnîşan dibû dû beden û yek rihê têkoşêr û Kurdistanî. Ji bo wê jî, di xeleka ku vê heftê hat weşandin de em dibûn mêvanên hestên xwişk û biratiya bi rêgezên azadiyê xemilandî, bi heybera Cûdî wate girtî.
 

Hîn di salên 1988'an de li wî gûndê Rihenikê yê li ser bajarê Dêrika Rojavayê Kurdistanê gavên şoreşgertî dide destpêkirin. Ji gundê Rihanikê dibe rêwiyêk li ser xalîçeyên ku tevna azadiyê hatiyê hûnandin. Di kêliyên şer û şergeha li Botanê de dibe fermana şerkerî û fermandara êrîşê. Bi naskirina welat re dibe nivîskarek ku di hevokên xwe de aşkera dide diyarkirin û dibejê "bi dîtina çavan û bi awayekî şênber ku niha dilê min li beramberî van çiyan û tîrêjên sor yên rojê re dilê min tijê hezkirin dibe, ez wisa hîs dikim ku ne tenê em şoreşger in ev welat jî şoreşger e."

Dema ku mirov wê penaseya ku "ew welat jî şoreşger e" dixwînê, yekser bi rêgeza hezkirinê dihese.