Kaniya ku bi bîr û hunera şoreşê diherike: Hozan Mizgîn
Hozan Mizgîn îro ne tenê weke hunermendek, bi nasnameya xwe ya jina azad, sekna şoreşgerî û bi afrîneriya hunerî jî di bîra gelê Kurd de dijî. Hê jî awaz û stranên wê ji bo zarokan dibin lorîk, ji bo keçên ciwan jî dibin riya azadiyê.
Navenda Nûçeyan – Gurbet Aydin a bi nasnav Hozan Mizgîn di sala 1962’an de li gundê Bileyder ê Êlihê tê cîhanê. Di temenê biçûk de beşdarî tevgera azadiya Kurdistanê dibe. Di destpêka salên 1980’an de beriya darbeya leşkerî ji bo pêşketina civakê dixebite û yekem jin e ku ji Êlihê beşdarî refên PKK’ê dibe. Di wê demê de Mizgîn di nava tevgera azadiya Kurd de cihê xwe di xebatên bîrdozî de digre. Piştî wê ji bo perwerdeyê diçe kampa Bekayê ya li Lubnanê. Geliyê Bekayê di salên 1980’î û 1990’an de hem ji hêla rêxistinên Filîstînî ve hem jî ji hêla tevgerên cuda yên siyasî ve dihat bikaranîn. Herêmeke ku kadroyên PKK’ê jî weke qada perwerdeyê bi kar dianîn bû. Mizgîn jî di wê pêvajoyê de ji bo perwerde bibîne diçe Akademiya Mehsûm Korkmaz a li Bekayê.
Di hunera şoreşê de rengê jinan
Piştî ku perwerdeya xwe li akademiyê xilas dike diçe Ewropayê û di xebatên çand û hunerê de roleke girîng dilîze. Hozan Mizgîn bi Hozan Sefkan re bingeha Huner-Kom û Koma Berxwedan ava dike û di pêşxistina muzîka Kurd ya şoreşgerî de roleke girîng dilîze. Hozan Mizgîn di tevahî jiyana xwe ya hunerê de risteyên gelek stranên ku nayên jibîrkirin nivîsan û bi dengê xwe yê zelal û melûl bû awaza şoreşê. Stranên wê yên weke “Çemê Hêzil”, “Lo Hevalno” û “Gundîno Hawar”di nava gel de deng vedan. Ji ber stranên şoreşgerî digot kasetên wê dihatin qedexekirin lê bi awayê veşarî di nava civakê de li malan li kasetên Mizgînê guhdar dikirin. Stranên Mizgînê bi taybetî ji bo jin û ciwanan bûn qîrîna azadî û berxwedanê.
Hem gerîlla hem hunermend
Hozan Mizgîn piştê xebatên çand û hunerê careke din berê xwe dide çiyayan. Destpêkê li Mêrdînê piştê wê li herêma Xerzanê xebatan dimeşîne. Li Xerzanê yekem jina fermandara eyaletê ye. Hem di xebatên gerîlla de hem jî di xebatên rêxistinkirinê de roleke çalak dilîze. Hem weke jineke gerîlla, hem jî weke fermandara herêma Xerzanê, li heremê têkilyan çêdike, eleqeyek mezin dibîne. Bi nasnameya xwe ya hunerî û gerîllatî re di erdnîgariyeke ku feodalî lê li pêş e weke fermandareke jin bi taybetî li ser jinan bandoreke mezin çêdike.
Bi mîrasa Besê û Rindîxanan bersiv dide dagirkeran
Di 11’ê Gulana 1992’an de, mala ku li Tetwanê Hozan Mizgîn lê dimîne ji aliyê bi sedan polîsan ve tê dorpêçkirin. Dema ku ji bo teslîm bibe bang li Hozan Mizgîn tê kirin, ew bi guleya xwe çalakiya fedayî li dar dixe û li dijî banga teslîmiyetê bersiveke dîrokî ya ku ji Besê û Rindîxanan mîras maye dide dagirkeran.
Hunermenda çiyayî, xwedî dengê zelal û melûl Mizgîn di 11’ê Gulana 1992’yan de li Tetwanê tevlî karwanê nemiran dibe û ji aliyê bi hezaran şêniyên navçeyê ve li Goristana Karşiyaka ya Tetwanê tê veşartin.
Hozan Mizgîn di bîra gel û jinên Kurd de bûye sembolek û nayê jibîrkirin. Piştî çûyîna xwe li Tetwanê ji bo gelek jinan bû îlhama têkoşînê, gelek malbatan navê Mizgîn li zarokên xwe danîn.
Îro 34 saliya şehadeta Hozan Mizgîn, kesayeta pêşeng a hunera şoreşger û neteweyî ya Kurd e. Hozan Mizgîn di bîra gelê Kurd de kesayeteke xwedî sekn û rûmeta Kurdayetiyê cihê xwe girtiye û dengê wê dê her li dinê be.
Bi wesîleya salvegera bîranîna Hozan Mizgîn em straneke wê diyarî xwendevanan dikin.