Prensesa Kurd a baleyê: Leyla Bedirxan
Reqsvana baleyê Leyla Bedirxan bi performansên xwe yên li Ewropayê bal kişand ser çanda Kurdî. Ew yek ji hunermendên Kurd ên pêşîn tê hesibandin ku bi wateya nûjen ‘nûnertiya çandî’ kiriye.
Navenda Nûçeyan – Di 31’ê Tîrmeha sala1908’an de li Stembolê dengê qêrîna pitikek hat bihîstin. Ev dengê keça Evdirezaq Bedirxanê Kurd û Henriette Ornik a cihû ya Avusturyayî, Leyla Bedirxan bû. Bavê wê ji malbata navdar a Bedirxaniyan bû. Malbatek ku di dîroka Kurdan de roleke girîng a rewşenbîrî û siyasî lîstiye. Dê û bavê Leyla, piştî ku du zarokên wan çêbûn, ji hev qetiyan. Birayê Leyla li cem bavê wan ma û di temenê xwe yê ciwan de di qezayek de mir. Abdurrezzak Bey ji ber ku navê wî bi kuştina Şaredarê wê demê yê Stenbolê Ridvan Bey ve hat girêdan, sirgûnî Trablusê hat kirin û 4 salan li wir di girtîgehê de ma. Leyla û diya wê li Misrê bi cih bûn. Leyla zarokatiya xwe li wir derbas kir.
Bavê wê di zîndanê de bi jehrê kuştin
Paşê, Leyla Bedirxan li Viyanayê bi diya xwe re dest bi jiyaneke nû kir. Leyla gavên xwe yên pêşîn di cîhana reqsê de avêt. Di dema 1’emîn Şerê Cîhanê de Abdurrezzak Bedirxan çû Rojhilatê Kurdistanê û hewl da ku li wir li dijî Osmaniyan serhildanek Kurdan organîze bike. Piştgiriya Rûsyayê girt û li Wan û Botanê hêz kom kir. Lê bi Şoreşa Cotmehê re Rûsyayê, ji hem Ermen û hem jî ji Kurdan piştgiriya xwe vekişand. Abdurrezzak Beg hat girtin, li Misûlê kirin zîndanê û bêyî ku wî bidarizînin, bi jehrê kuştin. Ev bûyer piştî têkçûna Osmaniyan, di darizandinên endamên Komîteya Îttîhat û Terakkî de li Stenbolê derket holê.
Yek ji wan kesan e ku reqsa Kurdî anî ser dikê

2’yemîn Şerê Cîhanê Leyla li Fransayê qefalt. Koka wê ya Cihû gefê li wê dixwar. Lê belê, ji ber ku bi welatiyek Fransî re zewicîbû, ji her lêpirsînê dûr ket. Piştî şer, Leyla çalakiyên xwe yên hunerî domand. Nêzî 40 sal beriya niha, di 26’ê Kanûna 1986’an de li Montauban a Fransayê çû ser dilovaniya xwe. Cihê gora Leyla ya ku di nav xizaniyê de mir, piştî 17 salan li kêleka gora hevjînê wê hat dîtin. Leyla Bedirxan a ku mîrateyek çandî ya mezin li pey xwe hişt, reqasvanek, hunermendek û nûnera çandî ya Kurd bû. Di wê demê de, wê di şûna ‘reqsa rojhilatî’ de performansên orîjînal ên ku ji reqsên gelêrî yên Kurdî îlham girtine, li ser dikên Ewropayê pêşkêş kirin. Leyla di îfadekirina nasnameya çandî bi zimanê hunerî de kesayetek pêşeng e.
Huner û bandora wê
Wê bi karanîna muzîk û motîfên Kurdî di reqsên xwe de balkişand ser nasnameyê. Leyla bi performansên xwe yên li Ewropayê bal kişand ser çanda Kurdî. Ew yek ji hunermendên Kurd ên pêşîn tê hesibandin ku bi wateya nûjen ‘nûnertiya çandî’ kiriye. Bi kurtasî, Leyla Bedirxan ne tenê reqsvanek bû, her wiha kesayetiyeke hunerî ya girîng bû ku çanda Kurdî li qada navneteweyî da nasîn.
Leyla Bedirxan di cîhana huner û çapemeniyê de ji xwe re gelek heval peyda kirine. Yek ji van hevalan, wênesaz Jean Target e û navê ‘Leyla Bedirxan Reqseke Kurdî Pêşkêş Dike’ daye tabloya xwe. Wênekêşa navdar a wê demê Madame d'Ora jî yek ji van hevalên wê ye û wêneyê wê kişandiye. Ji bilî van navan, hevalên wê yên hunermend ên din jî hebûn ku portreyên wê xêz dikirin.
“Ne Tirk im ne Faris, ez Kurd im”
Leyla, di her hevpeyvînek ku li Ewropayê dida de, nasnameya xwe derxist pêş. Xwe tu car ji erdnîgariya xwe dûr nexist. Di hemû afîşên pêşandanên wê yên li Ewropayê de, digotin ku Leyla reqsvaneke Kurd e. Ji ber ku li Rojava, bi gelemperî Leyla Bedirxan tenê wekî reqasvaneke Tirk dihat binavkirin. Ji ber vê yekê, tê zanîn ku Leyla Bedirxan girîngiyeke taybet daye vê mijarê û di her hevpeyvînek xwe de gotiye “Ez ne Tirk im ne Faris, ez Kurd im”.
Reqsên şêwazkirî yên Leyla, bi bandora rîtmên def, tembûr, tar û sîtaran û bi reqsên kolanan, şopên çandên Keldanî, Êzidî û Zerdeştî yên Îran, Misir, Mezopotamya û Kurdistanê hildigrin. Çend ji sernavên di repertuwara reqsê ya berfireh a Leyla Bedirxan de, ev in:
Bûka Baranê
Şervanê Kurd
Dîlan
Reqsa Durzi
Stampa Persî
Hîeroglîf
Tef