Portreya Rojê: Uveyîş Ocalan a li ser şopên xwedawendiyê jiya yî

Uveyîş Ocalan jina serhildêr, dayika jiyanek nûjen, heskiriya gondê xwe Amara, bûye hêviya jinên di bin pençên qirkirinê de.

 
BINEVŞ YILDIZTAN
Kobanê- Li Kurdistanê jin bûyîn an jî dayik bûyîn rewşk ne ji rêzê ye. di kesayeta dayika Uveyîş de rola dayikê li Kurdistanê hate guherîn. Êdî dayîk ji rola ku zarok bîne dinê mezin bike zêdetir. Dayik bûn yekem dameznêrên şoreşan û ji boyî şoreşan pêşengan tînin dinê û li ser hişmendiya welatparêzî mezin dikin. Dayika Uveyîş dama zarokê xwe yê duwem Abdulah Ocalan anî dinê wê nedizanî rojekê wê ev lawê wê bibe pêşengê gelan û heskiriyê dilê hemû jinan. 
Uveyîş Ocalan 1'ê Hezîrana 1922'an li gundê Amara yê Xelfetiya Rihayê tê dinê. Di temanê biçuk de bi kesekî ji gundekî nêzî wan re tê zewicandin. Dibe şahidê kuştina jinek ji aliyê hevjînê xwe ve, vê yekê li dadgehê dibêje û dibe sedema cezagirtina wî. Ew kesê ku hevjînê wê ye, li girtîgehê krîza dil derbas dike û dimre. Keçek dayîka Uveyîş ji hevjînê wê yê yekem hebûye. Dayîka Uveyîş piştî mirina hevjîên xwe vedigere ba malbata xwe û bi Omer Ocalanê ji heman gundî re hevjîniya diwem dike. Ji vê zewacê çar keç û sê kurên wê çêdibin. Dayika Uveyîş ji ber nexweşiya şekir li Edenê tedawî dibîne, lê dawiyê de lingekî wê tê jêkirin. Piştî tedawiya salek ê li wê derê di 11'ê Nîsana 1993'an de ji ber krîza dil diçe ser dilovaniya xwe. Canazeyê wê li gundê Amara yê ku gelekî jê hez dike tê definkirin. Rêberê Gelê Kurd Abadulah Ocalan di yekem salvegera wefata dayîka xwe de van nirxandinan dike: 
“Jineke ku bi aliyên xwe yên erênî yan jî neyînî bandor li ser tevgera azadiya jinê jî çêkiriye, dayîka min e.  Li Kurdistanê rastîqîniyek din ku divê em li ser bisekinin jî rastiya dayîkê ye. Dayîktî, piranî îfadeyek zayînê ye. Li cem me wateya herî hêsan a dayîktiyê wiha ye: ‘Tu dê gelek zarokan bide dinê û nifşê xwe bidomînî.’ Ez ji destpêkê ve dijî vê yekê derketim. Dikare bê gotin ku bersiva herî tund min bixwe daye dayîka xwe. Wê wekî dayîkakê hemû mafê xwe yê li malê  disparte wê yekê ku ez anîme dinyayê. Min jî jê re digot; 'Tu vê mirîşk û çîçika (çêlik) wê dibînî yan na? Mirîşk ji bo çêlika xwe çiqas dayîk be, tu jî ji bo min ewqas dayîk î.' Ev şibandinek pir qebe bû, lê min ev kir. Ji wê jî zêdetir min gelek caran nêzîkahiyek di wateya wekî, "Li şûna ku zarokên te yên wiha hebin, bila qet nebin baştir e" nîşan dida. Ji ber ku ew yek ji dayîkan bû, ez jî yek ji zarokan bûm. Zarok nikare wek xwesteka xwe bijî, dayîk jî dixwaze bi zarokê xwe re hebûna xwe bidomîne. Ev nakokiyek e. 
Ez nirxekî gelek mezin didim keda dayîkan
Ez girîngiyek gelek mezin didim tiştên ku malbatê dane, nirx didim wê yekê ku malbatê hûn mezin kirine, hela nirxek gelekî mezin didim ku dayiyekê hun mezin kirine. Ev mezinbûnek gelekî bi zehmet e. Yanî dibêjim, ‘Bila xweda her karekî bimin bide kirin lê kare xwedîkirina zarokekê ku dayîk dikin, nede min.’ Xwedîkirina zarokan karekî gelekî zor e. Ez nikarim di wan şertan de û bi wî rengî xwedîkirina zarokan tehemul bikim. Bêguman dijî zarokan nîn im. Bila nebe pesindayîna xwe, lê bi zarokan re wekî hevalan eleqedar bûnê herî zêde ez didomînim. Hewl didim wekî zarokekî nêzî zarok nebim, wekî mirovek ku pêş bikeve nêzîk dibim û hewl didim bi wayekî herî cehwerî di jiyanê de pêk bînim. Lê dîsa jî li beramberî ku tenê rojekê jî zarok bigirîn û gilî bikin jî nemumkun e mirov liber xwe bide. Dayik bi awayekî bêhempa liber xwe didin. Bêguman ev berxwedan wan jî dixîne û tûne dike. Ew hemû paşverûtiyên dayîkan hinekê jî ji ber van zarokan e. Ev nakokiyên gelekî cuda ne û dikare bi awayekî cuda were nirxandin. Yanî di nava rastiya Kurd de, ev terzê mezinbûnê yê di nava malbatê de, rê li ber encamên gelekî giran vedike. Hun çiqasî nazik û derveyî kedê hatin mezinkirin, tevî ku malbat feqîr bûn jî hun wekî paşayan mezin kirin.
Divê ez viya jî bibîr bixînim ku min dikarîbû bibûma zarokek serê xwe tewîne jî. Dayîka min di mijara ku min li gorî nakokiyên xwe ber bi şerkeriyê ve bibe de, bêhempa bû. Heta dikarim bejim ku min terbiyeya herî mezin ji wir girtiye .Yanî min ev dît: Eger tu bi dijminên xwe re mijul nebî, nikarî nan bixwî yan jî nikarî bijî. Bawerim ev taybetmendiyek girîng a perwerdeyê ye. Ji ber ku ew jî li gorî xwe beramberî kesên wekî dijmin didîtin têkoşer bû. Mînak eger zarokekî şeqamek li min xistibe û bêyî ku tola xwe hildim hatibama malê, ez diqewitandim. Bi gotinên wekî, ‘Tu jî teqez dê biçî û bersiv bidî’ ez didam zorê. Li gund jî ji dayîka min binavûdengtir kesayetek nebû. Tam tûfanek raperînê. Di mijara qîrkirinê û xeberan (Kufrî) de tu kes nedigihîşt asta wê. Zilam an jî jin, kî dibe bila bila bêyî tirs bi ser de diçû, hildiçû. Yanî kaseyetek bi bûyer bû. Hinekê jî di aliyê parastinê de parvekirinek min çêbûye. Nexwe dibe ku em bibûna kesek vala. Bi gotina wan zarokek vala yê ku serî li ber her tiştî ditewîne jî gengaz bû. Di vê wateyê de pêwîste girîngiya wê teqdîr bikin."