Portreya Rojê: Parvaneh Eskandari

Siyasetmendar û parêzvana mafê xwendekaran Parvaneh Eskandari ya bi cesaret û fedekariya xwe dihat pesindan ji bo bîranîna xwendekarên di çalakiyên 7’ê kanûna 1932’an de hatîn qetilkirin ew roj bibe roja xwendekaran.

 
Navenda Nûçeyan - Parvaneh Eskandari ya xwediyê nêrînek polîtîk û çalakgerek bi bandorbû di 20’ê adara 1938’an de li Tehranê hate dinê. Ji ber hîn 12 salî hewl dide beşdarî karên siyasî dibe, ji bo wê jî hê di temenê ciwan de rêveberiya heyî kêm dibîne û dikeve nava lêgerînên cuda. Di heman salan de, hikumeta Rusya êrîşî Qefqasan dikir. Ji bo pirotestokirina êrîşan li ser dîwarên balyozxaneya Rusan nivîsên li dijî polîtîkayên hukûmetê dinivîse. Ji ber vê helwesta xwe tê girtin û zindanî kirin.
Dema xwendekara zanîngehê bû dibe endama Tevgera Netewiya Îranê. Di wê pêvajoyê de bi hevalên xwe yên weke Dariush Forouhar re kampaniya antî- şah didin despêkirin. Li gorî baweriya wan divê dewlet û baweriyên olî ji hev bihatana cudakirin. Çalakvana serdema xwe, piştî derbeya 28’ê Tebaxê, bû endama Komeleya Çanda Anahita. Ji ber xebatên xwe yên çalak carekdin di sala 1942’an de hat girtin û di girtîgehê de jî xebatên xwe yên sîyasî domand. 
Siyasetmendara bi cesaret û fedekariyê dihat pesindan
Di axaftinek xwe ya 7’ê Kanûna 1942’an de balê dikişîne ser qetilkirina xwendekarên di pirotestoyên 7’ê kanûna sala 1932’an û wê rojê weke roja xwendekaran binav dike. Ew carayekem bû li Îranê xwendekar ji bo bîranîna hevalên xwe yên hatîn qetilkirin rabûn û heta niha jî xwendekarên wê rojê hatîn qetilkirin tên bîranîn. Ew û hevalên xwe bawer bûn ku divê zanîngeh tu carî li hemberî polîtîkayên sermayedaran bêdeng nemîne û pêwist e xwendekar di pêşxistina têkoşînên girseyî de pêşeng bin. Di heman rojê de, dema ku wek axaftvan beşdarî merasîmek din bû, dîsa hat girtin û şandin Girtîgeha Nezam. Vê carê ji bo xebatên xwe yên çandî û civakî hat girtin. Di nav gel û hevrêyan de jî pir bi nav û deng bû. Di wan şert û mercên têkoşînê de bi cesaret û fedakariya xwe dihat pesindan.
Jina despêkê li Îranê ketî nava xebatên muzakereyan
Di nirxandinên xwe de gelek radîkalbû, ji ber wê jî her dawiya nirxandinekê teqez dihat girtin. Ticarî dewletê nêrînên wê negirtin baldariyê û jê nefret dikirin. Li gel vê jî di nava welatiyan de xwedî gotin û rêzdariyek mezinbû. Di heman sala 43’an de jî carekdin ji ber tevlîbûna pirotestoyan hat girtin. Ew û hevalê xwe yê çekê ji bo bi Wezîrê Karê Hindir Dr. Elî Emini re hevdîtin bikin tên hilbijardin. Bi navê xwendekarên Îranê cara yekê jinek ji bo xebatên muzakereyan tê hilbijartin.  
Edîtora kovara Eniya Netewî
Di sala 1944’an de yekem jina beşdarî Kongreya Eniya Neteweyî dibe. Sala 1952’an di dibistanên Îranê de ji mafê mamostahiyê hat bê par kirin. Di sala 1959’an de bû edîtora kovara nûçeyan a ji aliyê Eniya Neteweyî ve veşartî dihat weşandin. Piştî sala 1979’an, xebata xwe li eniyê domand û kovar jî çap dikir û dubare gotarên rexnegir û siyasî li dijî rejîma Komara Îslami ya Îranê dinivîsand. Ew yek ji jinên bi hêsanî sergirtina rejîmê nepejirandiye. Di sala 1980’an de bi fermî peyîwir digire, lê ji ber hîlebaziyên di hilbijartinê de wê û çend ên ji Eniya Netewî dihêlin tura duyem, ew jî tura duyem napejirîne û hilbijartinê red dike. Ji wê demê ve êdî bi dilxwazî nakeve nava siyasetê.
Di sala 1943’an de bi Darush Forouhar ê di nava xebatên siyasî de bû re dizewice. Piştî ku çend endamên Eniya Netewiya Îranê tên înfaz kirin Parvaneh û Dariush bi tundî li hemberî rejîmê derdikevin. Di dema referandomê de banga ji bo ol ji siyasetê cuda bibe, cezayê kuştinê rabe û ji bo hilbijartina parlementoyê platformek bê çêkirin dikin. Hinek caran ji bo rêveberiya xweser a civakê bê avakirin jî nêrîn didan û ji sala 1992’an û şon de heya 1999’an xebatên xwe di vê çarçovê de doandin. Ji sala 1999’an û şon de jî bi tevahî li dijî rejîmê derketin.  
Bi hevjînê xwe re di mala xwe de hatin kuştin
Di 22’ê mijdara 1999’an de jî Parvaneh Eskanderi û Dariush Forouhar di mala xwe de bi awayek hovane hatin kuştin. Kuştina her duyan weke şopek reş li ser siyaseta Komara Îslamiya Îranê hêlaye. Her çendî hîna jî kujerên vê komkujiyê nehatine destnîşankirin û cezakirin jî piranî Komara Îslamiya Îranê sucdar dibînin. 
Parvaneh Eskandari ya di temenê 60 salî de hatî qetilkirin gelek caran hestên şoreşgerên azadiyê teswîr kiriye û bi şêwaza helbestî honandiye. Piştî qetilkirina Parvaneh keça wê helbestên wê kom kir û weşand. Parvaneh a dil nizim û hest nazik di beşa ‘dibe ku rojekê’ ya pirtûka xwe ya bi navê polîtîka de jiyana xwe aniye ziman. Ew pelpelîka giyan azad û hilberîner çawan li demokrasî û azadiyê nêrîye tê xwiya kirin. 
Parvaneh di nêrînên xwe de diyar dike ku divê jinên Îranî ji rastiya şaristaniya demokratîk a civaka xwe ya ku bingeha rezervên çanda dayikê esas digire bawer bikin û li ser pirsgirêkên xwe, pîvanên azadî û lêgerîna demokrasî bingeh bigerin. Parvaneh destnîşan dike ku modernîteya kapîtalîst, forma herî dawî ya pergala desthilatdariya mêr dê tu carî nehêle azadiya civakê, nemaze şêwaza giyanî ya ku ji hêla me jinên Îranî ve hatî pejirandin bi hêsanî bê jiyîn.