Portreya Rojê: Li dijî pergala kastê ya paşverû fedaiyek

Gauri Lankesh rojnamegereke Hindistanî ye. Ew parêzvana mafên jinan e, li dijî pergala kastê ya xwe disperse polîtîkayên cudakar aktîvîstek e. Ji ber vê nasnameya xwe, ji ber ku rexne li fanatîzma Hindû dikir, bû qurbanê sûîqesteke siyasî.

 
Di 2-4’ê kanûna 2018’an de li bajarê Hindistan Bangaloreyê di “Semînera Teorîk a Navneteweyî ya li ser Azadiya Jinan” a diyarî Sakîne Cansiz hat kirin de wêneyên Sakîne Cansiz û Gaurî Lankseh bi dîwaran ve hatin daliqandin. Lewre çawa ku hêviyên wan ên pêşerojê wekî hev bûn encama wan jî yek bû, her du jî bi sûîqestê çûn. 
Gauri Lankesh di 29’ê çileya 1962’an de li bajarê Bangalore yê eyaleta Karnataka yê Hindistanê hat dinyayê. Wê di malbateke xwedî baweriya Lîngayat a li dijî pergala kastê û cudakariya civakî bû, bi zimanê kannada diaxivî, çavên xwe li jiyanê vekir. Lîngayat li gorî hinekan yek ji mezhebên ola hîndû bû, li gorî kesên pê bawer û hinek aliyan jî oleke cuda bû. Bavê Gaurî; helbestvan û rojnameger Palya Lankesh, dayika wê Îndîra Lankesh e. Xwişk û birayek wê hene. Bavê wê, avakarê rojnameya tablîot a bi navê ‘Lankesh Patrîk a bi zimanê Kannadayî weşanê dikir bû. 
Rojnamegeriya li ‘The Tîmes of Îndîa’
Gauri, Bangalore piştî ku li Koleja Navendî perwerdehî dît, li Enstîtiya Hînt a Têkiliyên Girseyî perwerdeya xwe bi dawî kir û di rojnameya ‘The Tîmes of Îndîa’ a li Bangaloreyê weşanê dikir, dest bi rojnamegeriyê kir. Dûre bi hevjînê xwe Chidanand Rajghatta re mala xwe birin Delhiyê. Piştî zewaca pênc salan hev berdan. Gauri ya ku zarokên wê çênebûn, xwendekarên aktivist ên bi navê Jignesh Mevani, Kanhaiya Kumar, Umar Khalid ve Shehla Rashid Shora wekî zarokên xwe didît. Gauri piştî ku careke din vegeriya Banaloreyê, neh salan di weşana magazin a bi navê ‘Sunday’ de nûçegihanî kir. Di sala 2000’an de dema bavê wê çû rehmetê, ew di kanala televîzyonê ya ‘Eenadu’s a li Delhiyê weşanê dikir dixebitî û 16 sal bû rojnameger bû.  
Wê bi xwe rojnameya xwe derxist 
Dema bavê wan çû rehmetê Gaurî û birayê wê Îndrajît, çûn ba weşangerê rojnameya ‘Lankesh Patrîke’ û gotin ku ew dixwazin weşana rojnameyê rawestînin lê weşanger, wan îkna kir û fikra wan nepejirand. Gaurî bû edîtorê rojnameyê birayê wê jî bû berpirsê karên reklamê. Sala 200’ê de Gaûrî û birayê xwe de der barê polîtîkaya weşanê ya rojnameyê de li hev nekirin. Di sibata 2005’an de raporek der barê êrîşa Naxalît a li dijî polîsan (Tevgera Gerîlayên Konunîst ên Maoîst)  de bi erêkirina Gaurî di rojnameyê de hat weşandin. 13’ê sibatê jî Îndrajît ê xwedî û weşangerê rojnameyê bû, bi îdiaya alîgirê Naxalît e raporê paşve kişand û di 14’ê sibatê de bi îdiya ku Gaurî dest daye ser hin ekîpmanên rojnameyê giliyê polîsan kir. Gaurî jî îdia kir ku ew bi tehdîta çekê sûcdar kir. 15’ê sibatê di daxuyaniyên cuda yên çapemeniyê de Îndrajît Gaurî bi parastina Naxalîzmê, Gaurî jî wî bi çalakiyên wê yên civakî sûcdar kir. Dawiyê Gaurî ji rojnameya malbatê veqetiya û rojnameya bi navê ‘Gauri Lankesh Patrike’ derxist.   
Rêxistinkarek polîtîk a bi bandor
Gaurî, li dijî polîtîkayên rastgir ên piraniya zêdebûna hîndûyan di ser aliyên din de didîtin û hakîmiyeta wan diparastin bû, wan nêzîkahî û ramanan bi awayekî hevgirtî rexne dikir. Hîdûîzmê ne ji ber ku ol bû; ji ber ku di civakek jin tê de biçûk dihatin dîtin û rastî kiryarên nebaş dihatin de pergalek hiyerarşiyê bû diparast. Ji bo civaka lîngayat, piştgirî dabû rojeke olî ya kêmaran, ji bo civakên di bin zext û zoriyan de serokatiya ‘Komu Souharda Vedîke’ ya platformeke ahenga civakî bû kiribû.  Ew difikirî ku şopdarên fîlosof Basavanna hîndû nîn in. Ji eşîrên kasta herî jêr Dalîteyan bigre, heta eşîrên herêmî, ji çepgiran bigre heta misilmanan, heta cudahiyên din, li dijî netewperestiya hîndû ku dixwest welat bike rewşeke wisa ku tenê aydê hînduyan be; xwedî behremendiyên bi bandor ên polîtîk bû û komên cur be cur yên civakê û polîtîk dianî ba hev û bi rêxistin dikir.  
Wê digot divê çapemenî azad be 
Gauri Lankesh yek ji parazvana çapemeniya azad bû. Wê der barê şaşiyên alîkarê serokê Kongreya Neteweyî ya Hindistanê Krîshna yê serokwezîrê berê yê Karnatakayê, Shîvakumar de çend caran nivîsîbû. Ew li dijî partiya din a mezin Partiya Gel a Hindistanê (Bharatiya Janata Party-BJP) ku xwedî nêrînên netewperest bû disekinî. Wisa bû ku têkiliya xwe bi hevalê xwe yê 35 salan ê di hilbijartinên 2014’an de şêwirmendê vê partiyê bû re birîbû. Kongreyê di mijdara 2014’an de, pêşî vekir ku hikûmeta Karnatakayê Gaurî bike endama komîteya ku dê ji bo Naxalît dev ji tundiyê berdin û teslîm bibin îkna bike were avakirin. Delegasyonek ji beşên pêşeng ên BJP’ê, Gaurî bi sempatîzaniya Naxalît sûcdar kirin, li dijî vê peywira ku dixwaze jê re were dayîn derketin û xwestin ji komîteyê derkeve. Lê serokwezîr vê daxwazê nepejirand. 
Gauri Lankesh pir vekirî li dijî pergala kastê bû 
Wê li hemberî komên rastgir ên ku weşangerek ji kasta jêr, bi hinceta ku tîtuelên têkiliyên bi dilxwaz ên jin û mêrên zarokên wan çênebûne teswîr kiriye hedef girtibûn; bi belgeyan tesbît kiribû ku romanûsek rastgir jî heman mijarê nivîsiye û pirsîbû ku çima ew nehatiye rexnekirin û diyar kiribû ku ew her du nivîskaran jî diparêze. Li ser vê yekê di 19’ê sibata 2015’an de Komeleya Frahman a Herêma Hassanê, li dijî Gaurî meşek li dar xistibû û xwestibû ku polîs der barê Gaurî de girtîname bigre.
Li ber mala xwe rastî sûîqestê hat
Di 23’yê çileya 2008’an de ji ber ku di rojnameya wê de der barê çar rêberên BJP’a rastgir de nûçeyek derket, piştî pêvajoyên hiqûqî yên dirêj, di 2016’an de ligel cezayê girtîgehê, cezayê tezmînatê li hat birîn. Ji bo ku bikaribe ji girtîgehê derkeve, neçar ma pereyek zêde bide. Nivîskarê nûçeyê jî ceza girt. Nûçeya têkildarî diziya mucewherek giranbiha ya ji aliyê sê karkerên BJP’î ve hatibû kirin û serokê partiyê nehiştibû zêrker doza mafê xwe bike, tevî ku di rojnameyên din de jî derketibû, tenê der barê Gaurî de doz hatibû vekirin. Gaurî dizanibû ku aliyên rastgir tenê dixwazin wê hedef bigrin.  
Di 5’ê îlona 2017’an de dema ku Gaurî lankesh di saet heştan de ji buroya xwe derket hat mala xwe, li ber deriyê malê ji aliyê sê mêrên rûyê wan girtî ve bi guleyan hat kuştin. Bi heft guleyên ku sê ji wan li serê wê, yên din jî li sing û stûyê wê ketin hat kuştin. Kujer bi motorsikletan reviyan, nehatin girtin.  
Ev sûîqest, di serî de ji aliyê partiya desthilatdar û yên muxalif ve ji aliyê rêxistinên cur be cur, gel û beşên civakî ve hat lenetkirin. Li her derê Hindistanê çalakiyên ji bo şermezarkirina cînayetê hatin lidarxistin. Hefteyek piştî sûîqestê, li Bangaloreyê bi tevlibûna 15 hezar kesî meşek hat lidarxistin. 
Kujer kesên serê wan hatibû şûştin bûn
6 îlona 2017’an Gauri Lankesh bi merasimek dewletê hat definkirin. Cenazeyê wê ji bo rêzgirtina gel çend saet li navenda çandê ya Ravîndra Kalakshetra ya li Bangaloreyê hat sekinandin. Gaurî, ji ber ku kesek radîkal bû, malbata wê tu rêzikek olî pêk neanî û li gorî kevneşopiyên Lîngayatê hat definkirin.   
Di encama lêpirsîna sûîqestê de di sala 2018’an de du kes hatin girtin. Yekî ji wan got ku ji bo ola xwe biparêze wê kuştiye û ew wê nas nake. Di tebaxa 2013’an de jî activist Narendra Dabholkar a li dijî baweriyên batil têdikoşiya hatibû kuştin. Di tebaxa 2015’an de zanyar M. M. Kalburgî yê îdolên hindû rexne dikir bi guleyan hat kuştin. Di sibata 2015’an de Govînd Pansare yê pêşengek komunîzmê û nivîskarê rojnameyek bû bi sûîqestek hat kuştin. Polîsên hindû diyar kirin ku çeka li ser kujerên Gaurî Lankesh hatiye girtin, di sûîqestên Dabholkar û Kalburgî de hatiye bikaranîn.  
Van ronakbîrên ku hatin qetilkirin hemûyan bi zimanê herêmê dinivîsandin û çalakger bûn. Ew nêzî ramanên çepgir û kastên li jêr bûn. Li hemberî îmtiyaza ji bo hinduyan, dikaribûn civakan dianîn ba hev. Kujer jî ji bo desthilatdariya hindû bi rêxistinên paşverû û netewperest re tevgeriyabûn, kesên bi paşverûtiya olê hatibûn jehrîkirin û netewperest bûn.