Portreya Rojê: Leyla Khaled

Leyla Khaled yek ji têkoşerên jine ku ji bo gelê xwe tekoşînek bê hempa daye meşandin û niha jî nunertiya Eniya Rizgariya Gelê Filistinê dike.

Navenda Nûçeyan - Leyla Khaled a ku hemû emrê xwe gorî gelê Filistînê kirî û ji bo gelê Filistînê têkoşînek bê hempa kiriye û Di goftugoyek ya xwe de wiha dibêje; ‘Armanca  min ji van çalekiyan ew bu ku peyamek bidim cihana ku bi çavê penaberan li me meyze dike û dayîna berdan ya girtiyên  Erep û Filistîniyên di girtîgehên Îsraîlê de bu.’ Niha jî endamekî ya rêveberiya Netewî ya Filistînê ye. Di Rêveberiya Netewî ya Filistînê de nunertiya Eniya Rizgariya Gelê Filistînê dike. Ev jina têkoşera ku ji bo gelê Filistînê gelek çalakî kirine werin em vê jinê ji nêz ve nas bikin.

Leyla Khaled 9 ê Nîsana sala 1944’an li Hayfaya di bin dagirkeriya îngilizan de hatiye dine. Di sala 1947’ an de dema Ereb plana BM a parçebunê paşde divegerînin, di navbera Ereb û Yahudiyan de pevçun destpê dikin. Di sala 1948’an de bi malbatî direvin Lubnanê. Di 15 saliya xwe de tevlî Rêxistina Rizgariya Gel ya Filistînê ku di sala 1940’ an de ji aliyê George Hebeş ve hatî damezrandin dibe. Piştre li Zanîngeha Beyrut  Amerîka de dest bi xwendina beşa tibê dike. Di şerê şeş rojan ê Rêxistina Rizgariya Gel a Filistînê de derdikeve pêş.

Di berdêla 2 pîlotên Îsraîlî û 31 girtiyên Filistînî de serbest tên berdan

Piştî Îlona Reş di çar çalekiyên revandina balefirê ku sê çalakiyên hemwext hatibun kirin de cih digre. Bi tevlîbuna çalekiyên di sala 1969-1970 an de ji aliyê Serokê wan Wahdî Haddad ve hatîn li darxistin de di rêjeyek mezin de balê dikşîne ser xebata xwe.  Di 29 Tebaxa sala 1969’ an de bi endamê RRF yê Selîm re balefira Emerîka TWA direvîne û li Şamê datîne xwarê. Balefira ku wê ji Roma rabe biçe Til Avîv ê ku sefîrê deme yê Îsraîlê li Amrîkayê ye jî di wê balefirê deye ji ber ku Erebin li cihê Tel Evîv ê li ser Atînay ê re di fire, di berîka wan de bi çek û bombayan dikevin hindirê balefirê û li ser cihê ji dayîkbuna wê bajarê Filistînê Hayfayê re li ser Suryere di fire û li Şamê dide sekinandin. Dema balefir datîne xwarê, ekîba firînê û rêwiyan derdixin û piştre Boeing 707 kabîna firînê di teqînin û xwe radestî rayedarên Surye dikin. Piştî ku li Surye 45 rojan di binçavan de tê girtin, di berdêla 2 pîlotên Îsraîlî û 31 girtiyên Filistînî de serbest tên berdan.

Piştî çalekiya yekem ya revandina balefirê ji bo bikare çalekiya xwe ya duyem pêkbîne 6 caran difin û erzinga xwe emelyat kiriye. Di dema emelyatê de nehêlaye ku bi temamî were tevizandin tene cihê tê emelyatkirin di tevizînin. Di çalekiya duyem ku wê hemwext li sê cihan pêkwere de bi sê endamên din yên rêxistinê re ji bo revandina balefira sefer abi hejmara 219 El Al ku wê ji Amsterdamê biçe New Yorkê  tê erkdarkirin.  Her du çalekiyên din ku hemwext wê werin kirin jî ji bo Filistiniyên li Elmanya TWA û ji bo Filistiniyên li Îsvîçre jî balefirên rêya hewayê ya Swîsre yê hatine armanc kirin.

Di roja 6 ê Îlona sala 1970 an de ji ber ku herdu endamên rêxistinê yên din nekarîn li balefirê siwar bibin Arguel ê ku bi Nîkaraguali yê ku bombayek û çekek li gel xwe rakiriye  ve li balefirê siwar dibin û Arguel bi karanîna du bombayên xwe çalekiyê dide destpêkirin û ji aliyê 12 parêzvanên rêveberiya Îstixbarî ku di wê deme de di balefirêdene ve tê qetilkirin.  Leyla jî bi saxî tê girtin. Piştî balefir di gihe Londrayê Leyla  tê girtin.  Piştî salekê li ser revandina balefirekê ji aliyê karmendekî Filistînî ve neçar dimînin li rêyên bazarê bigerin û li ser vegerandina balefirê di 1 ê Cotmeha sala 1970’an de serbest tê berdan. Di goftugoyek ya xwe de wiha dibêje armanca min ji van çalekiyan ew bu ku peyamek bidim cihana ku bi çavê penaberan li me meyze dike û dayîna berdan ya girtiyên Ereb û Filistîniyên di girtîgehên Îsraîlê de bu.