Portreya Rojê: Gurbetellî Ersoz

Gerînendeya rojnameya Ozgur Gundemê Gurbetellî Ersoz bi têkoşîna xwe ya azadiya jinan ji jinên berxwedêr û rojnamevan re bûye mînakek ber bi çav û îro gelek jinên rojnamevan di riya Gurebetellî de li ser şopa heqîqetê rojnamevaniyê dikin.

Navenda Nûçeyan– Gurbetellî Ersoz navek û bersivek e li dijî sîstema mêrsalariyê, bi zanabûn û terzê jiyana xwe ji bo hemû jinan bi taybetî ji bo jinên rojnamevan bûye çirayeke jiyanê. Gurbetellî di salên 1990’an de şewitandina gundan, komkujî, windayên kiryar nediyar û di wan deman de hemû ew kiryarên deweleta tirk li Kurdistanê dikir bê tirs di rojnameya xwe de dida dîtin û vedigot. Bi pênûsa xwe rastî ji tarîtiyê derdixist û di Ozgur Gundemê de dida jiyîn. Li dijî sîstema mêrsalarî di pêvajoya şerê li dijî jinan û gelê Kurd de Gurbetellî bi cesaret berxwedanî kir û li Tirkiyeyê bû yekem jina ku gerînendehiya weşanê kir.
Gurbetellî Ersoz di 11’ê Tîrmeha 1965’an de li gundê Akbulut ê Palûya Xarpêtê ji dayik bûye. Dema hat dinê bavê wê li Elmanyayê wek karker dixebitî, ji ber wê jî navê wê kirin Gurbetellî. Di dibistana seretayî de ji ber gotinên wê yên Kurdî di navbera hevokan de derbas dibin, ferq dike ku heval û mamosteyên wê fêm nakin û ew jî matmayî dimîne. Piştî Gurbetellî fêm dike li dibistanê zimanê wê cuda ye pirsên çima, ji bo çi dipirse. Gurbetellî wiha dibêje: “Min xwend û bênavber xwend. Heta westiyam min li radyoyê guhdarî kir û ez baş hînî tirkî bûm.”
Fêrbûna bêsînor
Piştî zanîngehê diqedîne li Enstîtuya Zanistên Fenê ya Çukurovayê li ser ‘Enerjî û Derdorê’ lîsansa bilind dike û gelek ji laboratuarê hez dike. Serokê kursiyê rojekê dibêje: “Ev hezkirina te ya laboratuvarê şertê yekem ê zanyariyê ye. Lê vê ji bîr neke tiştên tu hîn dibî, tu bi kesên din re parve nekî tu wateya wê namîne.”
Komkujiyên Çernobîl û Helepçeyê
Gurbetellî piştî lîsansa bilind diqedîne sê salan li beşa kîmyayê wekî hîndekara lêkolînê xebatê dimeşîne û xala girîng a jiyana wê jî komkujiyên Çernobîl û Halepçeyê bûn. Der barê vê de wiha dibêje: “Kîmyager divê herî zêde bi Çernobîl û Halepçeyê re eleqeder bibûna, ji ber ku van bûyeran ez gelek matmayî hiştim. Min pirsa ez çi me divê ez çi bikim ji xwe pirsî.” 
Gurbetellî di vê navberê de rojnamegeriyê jî dike. Di 10’ê Kanûna 1990’î de tê girtin û 15 rojan di bin îşkenceyê de dimîne, 2 salan li girtîgeha Meletiyê dimîne. Piştî tê berdan carek dinê rojnamegeriyê berdewam dike û dibe gerînendeya giştî ya rojnameya Ozgur Gundemê ya ku di 26’ê Nîsana 1993’an de dest bi weşanê dike û bi vî awayî di dîroka Tirkiyeyê de dibe jina yekem a gerînendeya giştî ya weşana rojnameyê dike.
“Ger medyayê rastiyan binivîsanda dê ewqas kes nehatana kuştin”
Gurbetellî bi gotinên xwe karê rojnameya Ozgur Gundemê wiha şîrove dikir: “Ozgur Gundem li gorî desthilatdariya yekperest rojnameyek dijber e. Em bi awayekî cuda li pirsgirêkan dinêrin. Ev jî cesaretê dixwaze. Ez nabêjim pir baş e lê cudahî kêm be jî bi dest xistiye. Em wek rojnameya Kurd hatine binavkirin. Gotin pisgirêka Kurd tune ye. Me jî got ‘ev rastiyek e.’ Niha çapemenî dibêje ‘pirsgirêka Kurd heye.’ MGK brîfîngan dide. Tiştek wisa li kîjan welatî heye? Lê niyeta baş a nûçegihan têr nake. Ji kê re xizmetê dike ew girîng e. Ger çapemeniyê rastiyan binivîsanda wê evqas mirov nehatana kuştin.”
Gerînendeya giştî ya weşanê
Di 10’ê Kanûna 1993’an de di roja Mafên Mirovan a Cîhanê de bi ser buroya Ozgur Gundemê de tê girtin, Gurbetellî bi hevalên xwe yên din re tê binçavkirin û tê girtin. Di bin çavan de rastî îşkenceyan tê. Wê dişînin girtîgeha Sagmacilarê. Di hezîrana 1994’an de tê berdan. Piştî tê berdan xebatên rojnamegeriyê dimeşîne. Nûnera Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas a Tirkiyeyê Nadîre Mater bi Gurbetellî re hevpeyvînek çêdike. Gurbetellî di hevpeyvînê de diyar dike ku di navbera kîmyagerî ku qada wê ya akademîk e û rojnamegeriyê de tiştekî cuda tune ye. Gurbetellî taybetiya xwe ya ku gerînendeya ewil a jin e jî wek serkeftina têkoşîna jinên Kurd bi nav dike. 
“Min dilê xwe bi bedewiya çiyayan neqişand”
Dema dibîne êdî li bajaran nikare rastiyê weke heyî bide dîtin û têkoşîna rojnamegeriyê zor dibe êdî berê xwe dide cihên cuda û biryara xwe dide ku şerê xwe li qada çiyayên Kurdistanê bide meşandin dibêje: “Bi xatirê te bajar, bi xatirê we bajarno” û berê xwe dide çiyayan. Di nava refên Artêşa Jinên Azad ên Kurdistanê de ji bo kêliyên watedar bixe bin qeydan û jîndar bike dest bi nivîsîna rojnivîsê dike. Destpêkê li ser lûtkeya çiyayê pêşberî Ava Basya û Ava Şîn disekine û bi gotina “Min dilê xwe bi bedewiya çiyayan neqişandiye” dest bi nivîsandina rûpela destpêkê ya rojnivîsê dike. Di rojnivîsa ku çend sal berê hat çapkirin de Gurbetellî bi zimanekî wêjeyî xîtabî xwezayê û birayê xwe yê şehîd Orhan Ersoz (Agir) dike.
Gurbetellî Ersoz di 7’ê Cotmeha 1997’an de li herêma Başûrê Kurdistanê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dide.