Portreya Rojê: Dayika Uveyş

Jin, dayik û zayîn... Li ser wateya jiyanê sê hebûn û têgihên ku di nav xwe de wateya herî rasteqîn a jiyan û berxwedanê pênase dike.

Navenda Nûçeyan – Her zayîn vejînek nû ye. Her jin-dayikek bi welidandinê re dibin pênaseya afirandinê. Mîna ku gerdûn ji nav hebûna xwe hebûnek din biafirîne, mîna ku cîhanên nû li ser xwezaya xwe zêde bike. Ew bi xwe bi hebûna xwe, bi bûyîna pênaseya zayînê re dibe navê berxwedanê û hin caran jî bi cîhana ku di nav rehma xwe de mezin kiriye, çendîn êşên welidandinê jiya be jî zayîn û vejîna gelekî mezin dike. Yek ji dayikên ku him bi sekna xwe ya berxwedêr û bi rûmet têkoşînek bê rawestan meşandiye û him jî bi hevgirtina rastiya jin, dayik û zayînê kesê ku bûye wateya vejîna gelê Kurd aniye dinê, dayika Uveyş ango Uveyş Ocalan e.

Uveyş Ocalan di sala 1922’an de li gundê Amara yê girêdayî Xelfetî ya Rihayê hatiye dinê. Hêj di temenek biçuk de bi kesek ji gundê nêzî wan re tê zewicandin. Dibe şahidê kuştina jinek ji aliyê hevjînê xwe ve, vê yekê li dadgehê dibêje û dibe sedema cezagirtina wî. Ew kesê ku hevjînê wê ye, li girtîgehê krîza dil derbas dike û dimre. Keçek dayika Uveyîş ji hevjînê wê yê yekem hebûye. Dayika Uveyîş piştî mirina hevjîên xwe vedigere ba malbata xwe û paşê jî Omer Ocalan ê ji heman gundî re hevjîniya diwem dike. Ji vê zewacê çar keç û sê kurên wê çêdibin. Uveyş Ocalan a bi kesayeta xwe ya serhildêr tê nasîn di 4 Nîsana 1949’an de zarokek anî dinê ku nedizanî dê ew kur bibe rêberek û çarenûsa gelê kurd biguherîne. Dayika Uveyîş ji ber nexweşiya şekir li Edenê tedawî dibîne, lê dawiyê de lingekî wê tê jêkirin. Piştî tedawiya salek ê di 11'ê Nîsana 1993'an de ji ber krîza dil diçe ser dilovaniya xwe. Canazeyê wê li gundê Amara yê ku gelekî jê hez dike tê definkirin.

 “Dayîktî îfadeya zayînê ye”

Rêberê Gelê Kurd Abadulah Ocalan di yekem salvegera wefata dayika xwe de van nirxandinan dike: Jineke ku bi aliyên xwe yên erênî yan jî neyînî bandor li ser tevgera azadiya jinê jî çêkiriye, dayika min e.  Li Kurdistanê rastîqîniyek din ku divê em li ser bisekinin jî rastiya dayikê ye. Dayiktî, piranî îfadeyek zayînê ye. Li cem me wateya herî hêsan a dayiktiyê wiha ye: ‘Tu dê gelek zarokan bînê dinê û nifşê xwe bidomînî.’ Ez ji destpêkê ve dijî vê yekê derketim. Dikare bê gotin ku bersiva herî tund min bixwe daye dayika xwe. Wê wekî dayikakê hemû mafê xwe yê li malê disparte wê yekê ku ez anîme dinyayê. Min jî jê re digot; 'Tu vê mirîşk û çîçikên wê dibînî yan na? Mirîşk ji bo çêlika xwe çiqas dayik be, tu jî ji bo min ewqas dayîk î.' Ev şibandinek pir qebe bû, lê min ev kir. Ji wê jî zêdetir min gelek caran nêzîkahiyek di wateya wekî, "Li şûna ku zarokên te yên wiha hebin, bila qet nebin baştir e" nîşan dida. Ji ber ku ew yek ji dayikan bû, ez jî yek ji zarokan bûm. Zarok nikare wek xwesteka xwe bijî, dayik jî dixwaze bi zarokê xwe re hebûna xwe bidomîne. Ev nakokiyek e.”

“Heqê dayîktiyê tenê bi têkoşînek bê hempa dikare bê dayîn”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nirxandinên xwe de destnîşan dike ku dayika wî li ser tevahî jiyan û têkoşîna wî bandorek pir mezin kiriye û wiha dibêje: “Heqê dayiktiyê tenê bi têkoşînek bê hempa dikare bê dayîn. Ji bo dayikekê jî maf di esasê de wisa tê dayîn. Ji bo jinekê çawa eleqe dikare bê nîşandan? Me di rêbaza xwe ya şîroveya azadiya jinan de nîşan daye, ji bo dayikê jî bi vî awayî dikare bersiv bê dayîn. Hewce bi girtina diyariyên biçûk tune ye; şîrovekirina azadiya jinan li gorî min rêzdariya herî mezin a ji bo dayikê bê nişandan e.”