Portreya Rojê: Nîvîskar û helbestvan Azîza Yehdiya bi nivîsên xwe bû dengê jinên Mexribê!

Azîza Yehdiya ku yek ji jinên Mexribê ye, jiyana xwe ji bo xizmeta mijarên çand, wêje û bi taybetî pirsgirêkên jinan feda kiriye, wekî damezrîner û seroka Komeleya Nivîskarên Jinên Mexribî dixebitî.

HENAN HARIT

Mexrib- Wê pêşvebirina afirîneriya jinan li Mexribê kir yek ji karên xwe yên pêşîn. Wê pankarta hevgirtina xwediyên pênûsên cidî yên ji herêmên cihê yên kraliyetê hilgirt, afirînerî û nivîsandina wan pîroz kir û wan bi Komeleya Nivîskarên Jin ên Mexribê re ku di sala 2012’an de ava kir da nasandin. Ew Azîza Yehdiya jinên Mexribî rojnamevan û helbestvan e ku di çileya 2022'an de ji nava civaka Mexribê bar û çû.

Her kesê ku  Azîza Yehdiya ji nêz ve nas dikir, wê delalbûn, aramî, hezkirina wê ji helbestê re, dilsoziya wê ya ji bo xebatê ji bo gihîştina mebestên xwe û pêşxistina projeya wê ya çandî hîs dikir.

Azîza Yehdiya ku li bajarê Tantan li başûrê Mexribê ji dayik bûye, yek ji jinên Mexribê ye, jiyana xwe ji bo xizmeta mijarên çand, wêje û bi taybetî pirsgirêkên jinan feda kiriye. Ew  wekî damezrîner û seroka Komeleya Nivîskarên Jinên Mexribî dixebitî.

"Li deverên Mexribê û welatên Ewropayê jî komeleya Nivîskarên Jinên Mexribî ava kir"

Der barê Azîza Yehdiya jina nemir de romannûs û cîgira seroka Komeleya Nivîskarên Jin ên Mexribê Zehra Az ji ajansa me re axivî û wiha got: "Azîza Yehdiya afirîneriyê wek peyameke pîroz didît, bi hezkirin riya xwe ya mirovahî ya bilind diparast, fikra wê ya afirîner bû her dem li tiştên nû diafirand, li gelek bajarên Mexribê komeleya Nivîskarên Jin ên Mexribî dan avakirin û hewl da ku komele xwedî wê dengeya cîhanî be û gelek beş li dewletên Ewropayê damezrand wek Fransa, Belçîka û Îtalyayê."

"Heger mafên jinan neyê bidestxistin ne mumkun e mirov behsa pêşketin û rizgariyê bike"

Azîza Yehdiya doktoraya medya û ragihandinê li Madrîdê wergirtiye û ji bo gelek dezgehên ragihandinê gelek gotar nivîsîne û wê wek profesor û şêwirmenda îdarî li yek ji peymangehên çapemeniyê yên taybet li Dar El-Beydayê. Axaftina herî navdar a Azîza Yehdiya jî wiha ye: “Çand ji bo her reformê pêşveçûnê xalek ketina stratejîk e." Zehra Az hevdîtina xwe bi Azîza Yehdiya re bi bîr anî û wiha behs kir: "Di her hevdîtinê de her tim baldar bû û digot ku heta jin cihê xwe û rola xwe ya rewa di civakê de negirin ne mumkun e ku mirov behsa pêşketin û rizgariyê bike.

"Azîza Yehdiya bi keda xwe mora xwe li dîrokê xist"

Zehra Az diyar kir ku Azîza Yehdiya yek ji wan jinan e mora xwe li dîrokê xistiye û wiha got: "Azîza Yehdiya di wê baweriyê de bû ku jinên nivîskar dikarin bêtir bi dengê jinan bang bikin û mafên jinan û rola wan a di civakê de bi dest bixin." Her wiha Azîza cend dîwanên helbestan di sala 1993'an de û yek jî di sala 1998'an de çap kirine.

Zehra Az der barê seroka berê ya Komeleya Nivîskarên Jinên Mexribê Azîza Yehdiya de wiha got: "Min di jiyana xwe de bawer dikir ku peywira Azîza Yehdiya ew bû jinên afirîner ên Mexribê di çarçoveyekê de bîne gel hev, da ku karibin hebûna xwe bi çîrok, helbest, roman û şanoyê biparêzin."

Di sala 2020'an de Azîza Yehdiya ji aliyê Sekreteriya Giştî ya Xelatên Global a Cîhanî ve hat xelatkirin, mertalê berpirsiyariya civakî û belgeya rûmetê wergirt.

Azîza Yehdiya bi nexweşiya penceşêrê ketibû lê bi sebir û îradeya xwe li ber xwe da û li beramberî nexweşiya penceşêrê bi ser ket û tevî bandora giraniya nexweşiya penceşêrê û bandorên wê yên neyînî jî Azîza dilgeş, bi hêvî û geşbîn bû.

"Azîza Yehdiya barê jinên afirîner girtibû ser milên xwe"

Rêhevala Azîza Yehdiya ya herî nêzî wê, helbestvan û rojnamevan Malîka Wilyalî, diyar kir ku Azîza Yehdiya bindestî qebûl nedikir û wiha got: "Azîza di gelek kar û xebatan de cih digirt û di hemû karên zehmet de xwe berpirsyar didît. Ew kesayetek bi hêz û bi sebir bû, wê barê jinên afirîner hilgirtibû ser milên xwe. Wê tevahî jiyana xwe ji bo komele û çalakiyên çandî feda kir. EW ji bo hebûnê têdikoşiya û pir baldar bû di projeya xwe ya çandî de."

"Êşên hemû jinan û hezkirina ji welatê xwe re di helbestên xwe de vedigot"

Malîka Wilyalî der barê kesayeta Azîza Yehdiya de wiha got: "Azîza Yehdiya bi mafê xwe yê jiyanê bawer bû, ji bo ku ji êşê rizgar bibe nivîsandin hilbijart. Tevî ku ew bi nexweşiya penceşêrê ketibû jî wê êşa xwe veguherand helbestan ku êşa hemû jinan binivîse û vebêje û di van helbestan de hezkirina xwe ya ji welatê xwe re nîşan dida."

Beriya ku Azîza jiyan xwe ji dest bide bi mehekê Malîka Wilyalî ew dîtibû der barê vê hevdîtina dawî ya di navbera Azîza û malîka de çêbû de Malîka Wilyalî wiha got: "Ew pir bi coş û moral bû, li ser pêşerojê difikirî û me bi hev re suhbet kir, wê ji min re behsa projeyên xwe yên pêşerojê kir. Ev hevdîtin cara dawî bû, piştî mehekê ji hevdîtina me wê jiyana xwe ji dest da."