Portreya Rojê: Ferîde El-Ezrawî di nav civaka Mexribê de bi xebatên xwe derket pêş

Ferîde El-Ezrawî amaje kir ku wê bi salan karê mafên mirovan û komeleyê kiriye û têkiliya wê bi gelek endamên komeleyên jinan re heye.

HENAN HARIT

Mexrib- Parêzer, çalakvan û bizavkara mafên mirovan Ferîde El-Ezrawî, ji bo xizmeta pirsgirêkên keç û jinên rastî şîdetê hatine, li herêma Sidî Bennûr li Mexribê xebitî û bi xebatên xwe bû xwedî cihekî girîng. Ferîde El-Ezrawî ji sala 1994'an ve hiqûqnasiyê dike, ji bo ku nêzî jinên bindest bibe û mafên wan biparêze di mijarên malbatê de pispor bûye. Ji sala 1994'an û vir ve bi fermî di nava xebatên komelayetî û mafên mirovan de ye, piştî wê, ew weke endama şaxa piştevaniya Dadwerî ya Jin û Zarokan li Dadgeha seretayî ya Sidî Bennûr hat hilbijartin û vê yekê jî ew nêzîkî xem û pirsgirêkên jinên ku ji komên cuda ne rastî şîdetê hatine bû.  Bi vî awayî fikra avakirina navendek ji bo lênêrîna jinên ku ji malên xwe  hatine derxistin dest pê kir. Ji ber vê yekê wê Komeleya Nûr ji bo hewandin û Lênihêrîna Jin û Zarokan ava kir.

Ji bo jinên ji malên xwe hatine derxistin navend vekirin

Ferîde El-Ezrawî ji ajansa me re wiha got: "Dema ku min li herêmê jinek rastî destdirêjiyê hatibû û ji mala xwe ya zewacê hatibû derxistin didît, ez pir xemgîn dibûm. Ji ber ku wê jinê neçar dibû şeva xwe li qereqola polîsan derbas bike da ku xwe biparêze. Vê yekê hişt ku ez bifikirim ji bo jinên mexdûrên şîdetê navendek ava bikim. Bi rastî jî navenda hewandinê hat vekirin û navê Navenda Dayik û Zarokan lê hat kirin. Wezîfeya rêvebirinê dan komeleya me  û me piştgirî ji dezgehên berpirsyar girt lê em li benda destûrek in ku bi awayekî qanûnî jinên hatine çewisandin biparêzin. Jixwe di nav komeleyê de navendek guhdarî û şêwirmendiyê ya ku ji hêla xebatkarek civakî û parêzerên dilxwaz ve tê çavdêrîkirin heye.

Ferîde El-Ezrawî amaje kir ku wê bi salan karê mafên mirovan û komeleyê kiriye û têkiliya wê bi gelek endamên komeleyên jinan re heye. Her wiha da zanîn ku ji bilî kombûna di encama pêkanîna karê komeleyê de, di gelek komeleyên cuda de bi dest xistiye. Li gel kampanyayên hişyarkirinê li çolan ji bo berjewendiyên jinan li wir, ji bo nasandin bendên qanûna malbatê û nasandina wan bi mafên wan, motîvek bû di riya wê ya komelayetî û hiqûqî de li herêma Sidî Bennûr. Ji ber ku vê yekê hişt di jiyana xwe de li ser girîngiya mafên mirovan ên jinan û xebata komeleyê raweste. Ferîde El-Ezrawî di wê baweriyê de ye ku piraniya jinan bi girîngiya karê komelayetî û mafên mirovan nizanin û da zanîn ku karê komelayetî pêdiviyeke lezgîn e

“Jin tên kategorîzekirin”

Têkildarî  sedemên bêhişmendî û bêdiliya jinan ji bo beşdariya xebatên komeleyî û mafên mirovan de, parêzer û parêzvana mafên mirovan Ferîde El-Ezrawî teqez kir ku ev yek ji ber nezanîna jinan ji girîngiya çalakiyên komeleyê û mafên mirovan e û bal kişand ku jin li ser kategoriyan tên dabeşkirin. Di koma yekem de jinên gundî yên ku haya wan ji karê komeleyê tune ye û di kategoriya duyemîn de jinên nexwendî yên ku ji bo sûdwergirtina ji dersan tevli komeleyan bûne û jinên ku ji bo bidestxistina alîkariya aborî yan jî hînbûnê tevli komeleyan bûne. Lê ji aliyekî din ve komek jin hene ku di wê baweriyê de ne ku xebata komelî û mafên mirovan çarçoveyeke rasteqîn e ji bo parastin û pêşvebirina doza jinan lê ev kom rêjeyek pir kêm pêk tîne.

Ferîde El-Ezrawî behsa wê yekê kir ku tevî destkeftiyên ku ji bo jinên Mexribê hatine bidestxistin, dîsa jî ew rastî astengî û zehmetiyan tên. Bi taybetî ji bo jinên gundî û da zanîn ku tevî rola mezin a jinan li gundan, di jiyana xwe ya rojane de êş û azarê dikşînin û ev yek rê li ber wan digire ku sedema wê vedigere dûrketina aborî, civakî û çandî.

“Dem hatiye ku nêrîna li jinê were guherîn”

Der barê rewşa jinên li herêmên gundewar dijîn de jî Ferîde El-Ezrawî bal kişand ku jinên li gundewaran dijîn, li hundir û derveyê malê kar dikin. Ji bilî mezinkirina zarokan û karên malê,  keda zêde didin û zehmetiyên mezin dikşînin, carna jî alîkariya mêran dikin di karê çandiniyê de û wiha domand: "Dem hatiye ku nêrîna paşverû ya li rewşa jinên gundewar were guhertin. Bi lidarxistina rêzeçalakiyên dê hişyarî û bilindkirina hişyariyê ji bo şikandina çanda paşverû ya serdest a ku rê li ber rewşa neyînî ya li ser jinên li gundan vedike were girtin.”

Ferîde El-Ezrawî anî ziman ku divê bernameyên hikûmetê hebin ji bo dawî li dûrxistina jinan di hemî qadan de were anîn, ji ber ku mêr her dem serdest in û mafê îfadekirinê nade jinan ku ramana xwe eşkere bikin. Eleqeya bi jinên gundî re pêwîstî bi pejirandina bernameyan ji bo bihêzkirina aborî ya jinan heye, ji bo rûbirûbûna hejarî û lawaziyê. Ji ber ku ew dergeheke rasteqîn e ji bo destpêka pêşxistina rewşa jinên gundewar.