Portreya Rojê: “Nûjiyan bû çav û dengê civaka Êzidî”

Nûjiyan Erhan a li Şengalê şopek kur hêlayî bûye çavkaniya hêzê ji bo jinên ciwan ên kamereya wê rakirine û weke wê ketine peyî çêrokên berxwedanê yên jinên Êzidî, di her salvegera bîranînê de dildariya xwe ya bi wê re tînin ziman.

EVÎN ZENDA

Şengal - 3’ê Tebaxa 2014’an çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kirin, bi hezaran Êzidî qetil kirin û bi hezaran jin revandin, bi hezaran Êzidiyên ji destê çeteyan rizgarbûn jî berê xwe dan çiyayên Şengalê. Yên ji komkujiyê rizgar bûn jî di wê germahiya dijwar a havînê de li çiyayên Şengalê xwe li jiyanê girtin. Di wê dema zor de Nûjiyan Erhan (Tuba Akyilmaz) xwe gihand wan, ji lewra bû delaliya li ber dilê hemû jinên Êzidîxanê û hemûyan gelek jê hez kirin. Li wê bû şahida hemû zoriyên Şengaliyan û bi xebatên xwe yên cihêreng dengê wan dida bihîstin.

Nûjiyan Erhan 3’ê Adara 2017’an di encama êrîşa pêşmergên PDK’ê ya li hember civaka Êzidî li ser rêya navbera Sînaun û Xanesorê de hate suykast kirin û jiyana xwe ji dest da. Ji ber bandora li peyî xwe hêlayî gelek malbatên Şengalê navên zarokên xwe kirin Nûjiyan û bi gelek keçên ciwan jî bûn şopdarê wê, pênûs û kamereya wê li erdê nehêlan. Dayê Berfê Îlyas û Bêrîvan Kerîm bi buneya salvegera bîranîna Nûjiyan Erhan ji ajansa me re qala jiyan û kesayetiya wê kirin.

“Nûjiyanê êş û berxwedana Şengalê dişopand”

Berfê Îlyas di despêka gotinên xwe de sedema hatina Nûjiyan a Şengalê wiha anî ziman: “Di fermanê de Nûjiyan berê xwe da Şengalê ji bo ku êş û azarên civaka me nişanî cîhanê bide. Ji bo ku yek yek çîrokên jin û zarokên civaka me binivîse û ji dîrokê re bike mal. Weke jinek, fermana li ser civak me hatî li ser wê pir bandor kir û bi daxwazeke mezin berê xwe da Şengalê. Li vir ji aliyekê êşên civakê parvekir li aliyê din qehremaniyên Şervanên Êzidxanê li ser rupelên dîrokê dinivisand.”

Berfê Îlyas wiha qala fedekarî û çalekbuna Nûjiyanê kir: “Nûjiyan mal bi mal li pey çîrokên berxwedanê ketibû. Ji ber ku wê dengê civaka Êzidî belav dikir ixanet karan ew bi derba xayintiyê Şehît xistin. Heval Nûjiyan ji aliyekê ve ji bo heqîqet wenda nebe kar û xebat dida meşandin ji aliyê din ve jî ciwanên Êzidî di karê ragihandinê de pêşdixist. Keça min bi xwe jî yek ji wan bu ku bi keda Nûjiyanê di xebatên ragihandinê de cihê xwe girt. Em dibînin ku bi dehan keçên Êzidxanê li ser şopa Nujiyanê xebatên ragihandinê tevî zor û zehmetiyên mezin jî didin meşandin.”

“Kenê wê tejî hêvî bû”

Berfê Îlyas cara yekem dîtina Nûjiyanê wiha anî ziman: “Nûjiyanê hertim ji keça min re digot ‘ez dixwazim dayika te bibînim’ ya rast keçên min pir behs dikir, ji ber wê min jî pir dixwest wê bibînim. Rojekê ez dinava kar de bûm, min dît hate cem min. Bi runekiya xwe diyarbû min jêre got, ‘tuyî Nûjiyan’ ji ber bala min dikişand gekek bi baldarî û mereq nêzî me dibû bala me jî diber ser xwe. Dema min wiha got keniya û destê xwe avête ser situyê min. Ez ji dilgermiya wê pir bandor bûm û min ji xwe re di got çiqas tiştek xweşe ku keçên wiha jêhatî û çeleng li piş pişta me hene. Ji min re qala karê xwe kir û min jî jêre qala malbat û civaka me kir. Sohbetek me ya pir xweş pêre çêbû. Di dîtina yekê de jî min ew weke keça xwe dît ew jî welê dil gerim û ruken bû.”

“Weke navê xwe bû”

Dayê berfê di berdewamiya gotinên xwe de got ku Nûjiyan weke navê xwe bu bû û wiha lê zêde kir: “Heval Nûjiyan keçeke dil paqij û hestiyar bû, bi mezin û biçûkan re hertim diyaloqên wê gerim bûn. Bi ruyê xwe yê ken hêvî û hêz dida mirovan, me jê taqetek mezin digirt. Qet zehmetî nasnedikir. Carna di wê germa havînê de çenteyê wê li ser milê wê û ji çilmêra dimeşiya heya Kersê, Xanesorê wan deman seyare gelek nebû, wê guh nedida zehmetiyan. Kar li ku heba ew li wê bû. Emê keçên xwe bi pivan ehlaq û rukeniya Nujiyanê perwerde bikin. Dê keçên Êzidxanê li ser şopa Nûjiyanê bimeşin û xeyalên wê pêkbînin. Em hezar silavan ji malbata Nûjiyanê re dişînin û em ji malbatên wan re dibêjin bila dilê we şabe ku we keçek bi navê Nûjiyan mezin kir ku li ser vê axê bi dehan dayikan navê keçên xwe kirine Nûjiyan û bi dehan keçên me pênus û kameraya wê rakirin. Netenê Nûjiyan her şehîdek ji bo Êzidîxanê canê xwe feda kirine ew zarokên me ne, qehremanên mene.”

“Emê kamereya Nûjiyan li erdê nehêlin”

Yek ji Şopdarên Nûjiyanê Bêrivan Kerim jî da zanîn ku ew ji kesayeta rojnameger Nûjiyan Erhan bandor bûye û wiha got: “Keda Nûjiyan dayî ji aliyê her ferdek Êzidî ve tê zanîn. Ji bo wê tevahî civaka me pir ji heval Nûjiyan hezdikirin. Weke ciwanek ez bi xwe pir jê bandor bûm û min jî xwest kameraya wê rakim. Ji bo wê ez beşdarî karê ragihandinê bûme. Heval Nûjiyan di Şengalê de weke her şehîdekê kedeke mezin daye. Gelek jinên Êzidî navê Nûjiyan li keçên xwe kirine. Em jî weke keçên ciwan emê heya dawiyê li ser şopa Nûjiyan rêya ragihandina azad bişopînin û emê nehêlin rastî tucaran di tariyê de bimîne.”