Margerêt Goerge Şêlo: Pêşmerge û sembola jêhatîbûnê

Margerêt Goerge Şêlo, jina Asûrî ku di temenek ciwan de bû fermandara yekîneyeke leşkerî ya bi tehavî mêr bûn, ji bo jinên pêşmerge û hemû jinan bi jêhatiyên xwe bû sembol û dayîka pêşmergeyan.

Navenda Nûçeyan - Margerêt Goerge Şêlo, yekem pêşmergeya jin a Asurî û fermandara hêzên pêşmerge yên Kurd di şerê yekem ê di navbera Iraq û Kurdan de bû ku ew şer wekî şoreşa Îlonê jî tê binavkirin. Pevçûneke çekdarî û bûyereke girîng di navbera Iraq û Kudan de bû, ji sala 1961’ê heya 1970’yan berdewam kir. Sedema vê pêvçûnê jî ew bû ku mela Mistefa Barzanî dixwest ji bo Kurdan Kurdistanek serbixwe ava bike. Ev pevçûn di salên 1960’yan de veguherî şerekî demdirêj.
Pêşmergeya jin Margerêt Goerge Şêlo bi navê Margaret George Malik an jî tenê Margaret George tê nasîn. Di 20 saliya xwe de piştî êrîşên ku ji aliyê milîsên alîgirên hikûmeta Iraqê ve di sala 1963’an de çêbûn, tevlî Pêşmergeyan  bû.
Di salên 1960’yan de, bi giştî di nava Asuriyan de du beşên serke hebûn. Yên ku li bajaran dijiyan û xwe bi Hikûmeta Iraqê ve girêdidan û yên din jî li gundana dijiyan û bêtir bi hewldanên Kurdan re ji bo avakirina Kurdistanek xerbixwe algir bûn.

Margerêt yekem fermandara yekîneyeke bi tavahî mêr bûn
 

Margerêt hem yekem şervana jin a Pêşmerge bû hem jî li Iraqê û li ser asta navneteweyî wekî yekem fermandara jin a yekîneyeke bi tevahî ji mêran pêk dihat bû. Vê yekê baldariyek mezin dît. Ew li Ewropayê wekî ‘Joan of Arc a Şoreşa Kurdan’ hat nasîn. Piştî ku Margerêt yekîneya xwe di çend şeran de bi awayekî serkeftî bi rê ve bir, di sala 1969’an de di bin şert û mercên ne zelal de hat kuştin. Ew hê jî yek ji fermandarên herî navdar ên Pêşmerge ye û ji aliyê Kurdan û Asûriyan ve wekî şervaneke azadiyê, sembola jêhatîbûnê tê hesbandin û rêz jê re tê girtin.

 

Margerêt jina serhildêr
 
 Margerêt Goerge Şêlo ku bi eslê xwe Asuriya Xiristiyan bû, di 21’ê Çileya 1942’an de li gundê Dura yê li herêma çiyayî ya Berwarî li parêzgeha Duhokê ji dayîk dibe. Xwişk û birayek Margerêt hene. Bavê wê di sala 1961’an de ji aliyê Mistefa Barzanî  ve ji bo doza Kurd hat vexwendin. Bavê wê hewl da wê bi yek ji hevkarên xwe yên kar re bizewicîne lê wê zewan erê nekir û nexwest bi zilamekî re bijî.

‘Piştî kuştina serkirdeyekî payebilind bi nav û deng bû’

Margerêt destpêkê hemşîre bû pir zû bû rêber û fermandareke leşkerî ya bi hêz, bi nav û deng bû. Berovajî jinên Kurd  ên Misliman ku ji bo wan destûr nedihat dayîn ku şer bikin tevş nêrînên zayendperst Margerêt mafê xwe yê şer bi baweriya xwe ya Xiristiyanî û bi berşdarbûna endamên malbatê di nava tevgerê de hat mîsoger kirin. Margerêt piştî ku serkirdeyek navdar kuşt bi nav û deng bû, di şerê yekem ê Iraq û Kurdan de bi hêzên xwe çend caran ber bi şer ve çû, şer kir. Bi taybetî jî di şerê Geliyê Zawata de fermandariya hêzên pêşmergeyan ku tevahiya wan mêr bûn kir û serkeftinek mezin bi dest xist.

Li Du xwe şopek dîrokî ji jinan re hişt

ji bo ku şopa xwe li dîrokê bihêle her dem dixwest wêneyên wê bên kişandin û belavkirin da ku jinên din bizanibin jineke pêşmergeye û jê îlham bigrin, tevî şer bibin. wê gelek ji wênekêşê  Kurd Zahêr Reşîd ku hevaltiyek xurt di navbera wan de hebû hez dikir. Gelek wêneyên Margerêt ên bi cil û bergên leşkerî li kêleka çekan li Iraqê pir hatin belavkirin û di dawiyê de gihîştin Ewropayê. Vê yekê dîmenek bi hêz da doza Kurdan. Her çend ew beşdarî nava tu tevgereke din nebû jî Margerêt piştgirî dida tevgerên ku dixwestin tevgerek Asuriyan a xweser ava bikin.

‘Di bîra dîrok û pêşmergeyên jin de zindî ye’

şervanên pêşmerge dest pê kirin ku wêneyê wê wekî talismanek di şer hilgirin. Ev pratîk hê jî ji hêlan hinek şervanên jin ên Pêşmerge ve tê parastin û Margerêt jî di nava wan de tê xelatkirin. Piştî mirina wê gelek destan û stranên gelêrî yan jş dengbêjî li ser wê hatin belanvkirin.

 ‘Şamîrama duyemîn’

 Ew wekî ‘Joan of ARC A Kurdıstan’ dihat nasîn her wiha bi navên din, weke ‘Şamirama duyemîn’, ‘Dayîka Kurdistan’ û ‘Dayîka Pêşmerge’, tê binavkirin.
 xiristiyaniyên Bakurê Iraqê wê weke kesayeteke îlhambexş dibînin, ji ber ku ew yekem jina Xirîstiyaniye ku li Iraqê çek hilgirtiye. Li Herêma Kurdistanên daxwazên ji bo çêkirina peykera Margerêt ji bo bîranîna wê her diçe zêde dibin.
 


 ‘Kuştî hat dîtin’

awayê mirina wê û seempatiya wê ya Îdeolojîk pir bi nakok bûn bi taybet ji ber ku derketina kêm belgeyên nivîskî. Tu bîranên wê tuen ye. Hemû nameyên wên yên ji şervanên jin re şandibûn hatine tune kirin. Margerêt bi awayek kuştî li Gundê Qumrîkê yê Metînayê di 26’ê Çileya 1969’an de hat dîtinç Kuştina wê jî gelek bi guman bû.

Gora Margerêt Goerge Şêlo di 26’ê Hezîrana 2018’an de hat nûkiirn û ji nû ve hat vekirin. Xwişka  wê jî beşdarî merasîmê bû.