Lucy Stone: Sembola têkoşîna ji bo parastina nasname û mafên jinan
Lucy Stone, ku wekî dengê jinên sedsala 19'an tê naskirin, bi jiyana xwe ya têkoşer bû mînak ku çawa kevneşopiyên serdest bên şikandin. Stone, ku ji mafê perwerdehiyê bigire heta parastina paşnavê xwe, li hemberî tu astengiyan serê xwe netewand.
Navenda Nûçeyan – Jiyana Lucy Stone bû sembola têkoşîna demdirêj a ji bo parastina nasname û mafên jinan.
Lucy Stone, bi gotina xwe ya, “Ji bo rakirina astengiyên ku nahêlin jinek zewicî nasnameya xwe biparêze, jiyanek têrê nake,” newekheviyên ku jin di sedsala 19’an de pê re rû bi rû dimînin bi awayek berbiçav anîbû ziman. Lucy Stone di sala 1855’an de bi Henry Browne Blackwell re zewicî, zewacek neasayî ku kevneşopiyên wê demê lêpirsîn dike jiyan kir.
Henry Browne Blackwell di daxuyaniya berî zewacê de, soz da ku îmtiyazên yekalî yên ku qanûn daye mêran bikar neyne û zewacek wekhev saz bike. Di merasîma zewacê de ne tenê peyva ‘îtaet’ derxist, di heman demê de daxuyaniyek ku qanûnên zewacê yên ku jinan di bin kontrola qanûnî ya hevjînê wan de digirtin rexne dike weşand.
Di temenê zaroktî de newekhevî nas kir
Lucy Stone ku di 13’ê Tebaxa 1818’an de li Massachusettsê ji dayîk bû, zaroka heştem a malbatek 9 zarok bû. Lucy Stone, di malek ku ji hêla bavek serdest vê tê rêvebirin de mezin bû, hê di temenê zaroktî de fêm kir ku mafên ku ji bo birayên wê hene, ji bo wê nîne. Cûdahiya di perwerdehiyê di navbera keç û kuran de, yek ji ezmûnên herî girîng ku şekil dabû jiyana wê bû.
Ji bo biçe zanîngehê xebitî
Daxwaza wê ya çûna zanîngehê ji aliyê malbata wê ve cidî nehate girtin û destek nedît. Ji bo mesrefa perwerdehiyê pêkbîne piştî lîseyê neh salan xebitî. Di dawiyê de, dema 25 salî bû, yek ji saziyên kêm ên perwerdeyê ya bi navê Oberlin College, wê demê jin û xwendekarên reş qebul dikir, ew qebul kir. Wê di tevahiya perwerdehiya xwe de bi karên cûda debara xwe dikir.
Dema ew di sala 1847’an de mezûn bû, endamên perwerdehiyê jê xwestin ku axaftina mezûnbûnê amade bike. Lêbelê, wê demê destûr nedidan ku jin li ber girseyê biaxivin. Lucy Stone destur neda kesek din axaftinê bi xwîne, ev cûdakarî red kir, lewra red kir ku metnê binivîse. Bi vî awayî, wê berjenga jina yekem ku ji zanîngehek li Massachusetts mezûn bû bi dest xist.
Lucy Stone ji bo li Obrelin College ku mevzun bûye, axaftin bike diviya bû 36 sal derbas bibe. Di salvegera 50’emîn a zanîngehê de, vê carê wek parêzvanek a maf hate vexwendin û derket ser kursiyê ku beriya salan jêre hatî qedexekirin.
Red kir ku paşnavê xwe bi guhere
Di sala 1879’an de, mafên dengdanê yên jinan li Massachusettsê bi sînor hate naskirin. Lêbelê, ev yek bi şertê ku jinên zewicî paşnavên hevjînên xwe di tomarên fermî de bikar bînin hebû. Lucy Stone ev pêkanîn red kir. Ji ber wê paşnavê xwe bi kar dianî, serlêdanên fermî û îmzeyên wê gelek caran ne dihatin hesibandin. Lê wê qet paşve gav neavêt.
Wê di qeyda otelan de jî wek ‘Lucy Stone, bi Henry Blackwell re zewiciye’ îmze kir û wê tercîh kir ku hem zewaca xwe û hem jî nasnameya xwe bi hevre îfade bike.
Biryardariya xwe ya di vê mijarê bi van gotinan anî ziman: “Ev şêst sal in ez vî navî dihilgirim. Navê min Lucy Stone e. Ger mafê mirovan rêyek ku ew bi salan e bikar tînin bikar bînin hebe, bi heman awayî mafê min heye navê ku min ev şêst sal in bikar tînim bi heman awayî hilgirim.”
Heta dawiya jiyana xwe mafê jinan parast
Lucy Stone di têkoşîna mafên jinan û her wiha tevgera dijî-koletiyê de kesayetek çalak bû. Wê di Komeleya Dijî-Koletiyê de xizmet kir, li seranserê welat axivî û parastina mafê dengdana jinan, perwerde û wekheviya qanûnî kir. Lucy Stone heta dawiya jiyana xwe ji bo wekheviyê xebitî, yek ji wan jinên Emerîkî yê yekem ku wesiyet kir ku cenazeyê wê bê şewitandin bû. Li pey xwe ev peyva ku têkoşîna wê kurteber dike hêla: “Dinyayê bikin cihek baştir.”