‘Kur-Dayîk’: Tercîhek di sînorê daraza civakî, xizanî û nan de

Fîlmê ‘Kur-Dayîk’ ku nêrîna civakê ya li hember dayîkên ezeb radixe ber çavan, destnîşan dike ku civak çawa teşe dide jiyana jin û zarokan.

Navenda Nûçeyan – Leyla jinek ciwan e ku piştî hevjînê xwe winda kir, bi kurê wê yê 12 salî Emîralî û keça wê ya biçûk re, tevî astengiyan jî jiyanek dijwar didomîne. Ji bo debara xwe, di fabrîqeyek de dixebite. Mûçeyê kêm û bê ewlebûna kar, ji bo wê û zarokên wê derfetek e.

Li heman cihê kar, şofêrê mînîbusa fabrîqeyê Kazim dixwaze bi Leyla re bi zewice. Lê belê şertek diyar ê Leyla heye. Divê Emîralî li gel wan bijî. Hinceta wî jî nêrîna mirovan e. Ji ber ku li malê keçek balix heye û naxwaze rastî darazên civakê were. Leyla li ber ji kar derxistinê ye û hindik maye ku debara kêm a niha jî, li ber qutbûnê ye. Bi alternatîfek hilweşîner re rûbirû ye. Ger kuzewacê qebûl bike, wê ewlehiya wê ya aborî û keça wê biparêze, lê wê kurê xwe winda bike. Ger ku qebûl neke, ew ê hersê bi hev re ber bi xizanî û bê ewlebûnê ve herin. Di dawiyê de Leyla zewacê qebûl dike. Ev biryar bi temamî jiyana Emîralî diguherîne. 

Fîlmê Pasar-Madar (Kur-Dayîk), berhema yekem a metraj dirêj a Mahnaz Mohammedî ye, senaryoya wê aydî Mohammad Rasuolof e. Fîlm tam ji vê rewşê destpê dike. Biryarek ku wek tercîhek ferdî tê dîtin, di rastiyê de tîne ziman ku di nava pergala civakî, aborî û çandî de çawa bûye trajediyek.

Ketina nav hev a xizanî, ked û kevneşopiyê

‘Kur-Dayîk’, ne tenê çîroka malbatek e. Di heman demê de tabloya derbarê jiyana beşa karker û jinebiyan e. Di vê dinyayê de ked ne amûra azadiyê ye, tenê şertên herî kêm ên jiyînê ye. Leyla her tim jiyanek ku bêewlehiya kar û xizaniya aborî, biryara wê ya ferdî di bin siyê de hiştiye, didomîne.

Di fîlm de, ne tenê bijartekek ferdî, her wiha pergalek ku bijartekên xwe di serî de sînordar kiriye heye. Leyla di navbera du hilweşînan de dimîne, hilweşîna aborî û hilweşîna hestiyarî. Ev rewş di heman demê de pirsgirêka debarê, bê ewlebûna kar û di bin zexta daraza civakê de ezmûna jinên beşa karkeran diteyîsîne.

Fîlm bi eşkereyî nîşan dide ku ‘kavneşopî’ û ‘normên civakê’ hinek caran bi qasî zagonan, heta ji wan bihêztir dikare mekanîzmayên zextê ava bike. Gotina “Alem dê çi bêje’ li ser bedenê jinan, tercîh û jiyan wan bûye amûrek kontrolkirinê.

Di hefteya cejna karkeran de fîlm zêdetir bi wate dibe

Li aliyê din pergala bi tebeqe, zextê radixe ber çavan. Leyla ne tenê ji ber ku jin e, di heman demê de ji ber ku karker e, di nava zextê de ye. Karkerên ku mexdûrên kedxwarî û bê edaletiyê ne, di nava zivrînekek tevlihev a zextê de li dijî wê tên bicihkirin. Ev rewş nîşan dide ku zext ne yekalî ye, di nava têkiliyên beşan, jiyana xebatê û pergalên çandî de ji nûve tê hilberandin.

Di encamê de ‘Kur-Dayîk’ pirsek bingehîn derdixe holê: “Dema pergalên aborî û civakî, bi wateya rast derfetê bijartinê ji destê mirovan digre, berpirsyartiya biryarên trajîk aydî kes e, an jî pergala ku teşe dide vê bijartekê ye?”

Fîlm di hefteya Cejna Karkeran de zêdetir wate qezenc kir. Ji ber ku di nava pergalên wekhev de, li cihê avakirina ked û ewlehiyê, bê ewlebûnê ava bike û dikare mirovan ber bi nava bijartekên bi êş û jêveneger ve bibe.