Newayek, du çîrok, du rêwîtî

Ji Suheyla Taş heya Cîhan dema armanc û rê dibe yek, stran jî dibe yek. Nexasim dema armanc azadî û derxistina rastiyan ji tarîtiyê be û di oxira vê yekê de bedêl be giyan, hîn giranbihatir dibe sitran û kesên ku ew gotine…

Dema mirov bi xwe bibe stran gelo wê kîjan peyv an gotin bibe pênaseyek rast ji bo wê kesê? Ger wateya pîroz a çiyayan li xwe bar kiribe? Ger hemû bedewiyên xezalên kuvî ji bejin, çav û ji ruyên wê biherikê. Ma qey mimkun e gotin bi hawara vê bedewiyê ve bazdin? Hevrêya me Cîhan Bilgîn li dû xwe gelek wate hiştin. Û ew bi xwe bû wateya herî giranbuha. Di nav hemû bedewiyên wê de dengê wê jî bedew e.

Bi awaza Cîhan Bîlgîn strana Çiyayê Sîpanê

Stran bi qasî gotin bi newayê jî watedar in. Her stran ji çîrokekê tê. Her çîrok jî xwe disperê lehengî, wêrekî û xweşikiyek. Evîndariyên dijwar sitûna gelek çîrokên bi nav û deng in. Mîna çîroka Çiyayê Sîpanê. Qehramanê vê çîroka bi nav û deng Xecê û Siyamend e. Çiyayê Sîpanê, sitara hemû bedewî û evîndariyan. Sitara Xecê û Siyamendên hemdemî. Sitara xezalên kuvî ye. Dema çîroka stranek dibe çîroka bedewek karxezalî, hingê wateya wê giranbuhatir dibe. Strana Çiyayê Sîpanê stranek gelêrî ya Kurdan e. Her çiqas bi awa û zimanê din jî hatibe gotin, di nav reseniya wê de Çiya û Evîndarî heye.

Dîroka stranê

Dîrokek vê stranê ya kevnar heye. Ji aliyê gelek hunermendên navdar yên Kurd ve bi zimanê tirkî jî hatiye gotin. Lê bi qasî ya Suheyla Taş ne bi bandor bun. Ji ber ku Suheyla Taş girtiyek siyasî û jinek şoreşgar a Kurd e. Suheyla Taş di sala 2017’an de li Amedê tê girtin û 11 sal û 5 meh cezayê zindanê lê tê birîn. Di heman salê de sirgûnî Girtîgeha Jinan a Girtî ya Sîncanê tê kirin. Ji ber tecrîda mutlaq û ya giran li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî ferzkirin hemû girtiyên siyasî bi pêşengiya siyasetmedara Kurd Leyla Guven, di 26’ê Kanûna 2018’an de dest bi greva birçîbûne ya bêdem û bêdorveger kiridibin. Suheyla Taş jî ji Girtîgeha Jinan a Girtî ya Sîncanê bi tevî hevalên xwe beşdarî vê çalakiyê dibe. Di roja 10’an a greva birçîbûnê de bi riya telefonê bi dayîka xwe re diaxivê û strana Çiyayê Sipanê bi zimanê tirkî dibêjê û diyariyî hemû çalakvanên di greva birçîbunê de ne dike. Di 26’ê Gulana 2019’an de li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî bi dawî bû.  Lê strana “Çiyayê Sîpanê” ya ku ji aliyê Suheyla Taş ve hatiye gotin di nava raya giştî de deng veda.

Rojnamevan Cîhan Bîlgîn jî ji wê rojê ve ji vê stranê têr nabe û jê hez dike. Ev stran dibe strana ku hêrî zêde jê hez dike û her li ser lêvên wê dimîne. Ji Suheyla heya Cîhan dema armanc û rê dibe yek, stran jî dibe yek. Nexasim dema armanc azadî û derxistina rastiyan ji tarîtiyê be û di oxira vê yekê de bedêl be giyan, hîn giranbihatir dibe stran û kesên ku ew gotine…