Ji Josephine Cochrane heta mitbexa nûjen: Çîroka firaqşoyê

Firaqşo (Makîneya Firaqşûştinê) ku mînakên wê yên yekem di salên 1850’an de hatin pêşxistin, bi biryardariya Josephine Cochrane veguherî û bû yek ji teknolojiyên herî girîng û domdar ên mitbexên nûjen.

Navenda Nûçeyan – Derketina firaqşoyê, xwe dispêre pêvajoyeke dirêj a endezyariyê ku heta nîvê sedsala 19’an diçe. Fikra yekem a mekanîka şûştina firaqan di sala 1850’an de ji aliyê Joel Houghton ê Emerîkayî ve hat pêşxistin. Ev modela destpêkê ku xwedî bedenek darîn bû, bi saya mekanîzmayeke ku bi destan dihat zivirandin, armanc dikir ku avê birijîne ser firaxan û wan paqij bike.

Lê xala sereke bi hewldana Josephine Cochrane re pêk hat. Josephine Cochrane ku bi siyasetmedarekî re zewicî bû, ji ber şert û mercên wê serdemê ji şûştina firaqan a bi destan nerazî bû û biryar da ku çareseriya xwe ava bike. Josephine bi gotina “Madem kes makîneyeke ku firaqan bişo çênake, wê demê ez ê çêkim” , dest bi rêwîtiya xwe kir û pergaleke bikêrtir bipêş xist. Di sêwirana wê de firaq li ser mekanîzmayeke ku di hundirê qazanekî bafûn (mis) ê tije av de dizivire, dihatin bicihkirin.

Patenta wê stend

Josephine Cochrane a ku di sala 1886’an de patenta îcada xwe stend, di Pêşangeha Cîhanê ya Chicagoyê ya sala 1893’an de rastî eleqeyeke mezin hat û xelat girt. Lê belê îcada wê di destpêkê de tenê ji aliyê çend otêl û xwaringehên mezin ve hat bikaranîn. Her çend di salên 1900’î de nêzî 100 patentên cuda yên firaqşûştinê derketibin holê jî, ji ber ku ava germ di malan de ne berbelav bû, berfirehbûna vê teknolojiyê bi derengî ket.

Bi demê re model hatin pêşxistin

Di salên 1910’an de li DYE’yê birayên Walker li ser modelên pêşketî yên ku gerandina avê (devrîdaim) dabîn dikirin, xebitîn. Di sala 1912’an de pergalên yekem ên ku motora elektrîkê lê hatibû zêdekirin, derketin holê. Lê ji ber nebûna deterjanên guncav, performansa paqijiyê sînordar ma. Di salên 1920’î de modelên ku ji aliyê markaya Thomson ve hatin pêşxistin, bi baskên xwe yên mekanîk ên ku av dizivirandin, bûn pêşengên pergalên nûjen. Tevî vê yekê jî maddeyên paqijiyê yên ku dihatin bikaranîn, bandoreke têrker nîşan nedan. Firaqşoya yekem ku di sala 1929’an de li Ewropayê hat çêkirin, nûnerê pergaleke wisa bû ku gewda wê ji metal bû û av li derve dihat germkirin û piştre bo nava hewzika makîneyê dihat guhestin.

Di salên 1940’î de li DYE’yê firaqşoyên tam otomatîk hatin pêşxistin. Belavbûna vê teknolojiyê li Ewropayê gihîşt salên 1960’yî. Di salên dûv re de di warê kapasîte, bikêrhatîbûn û pêbaweriyê de gavên girîng hatin avêtin.

Dema ku sal hatin dawiya 1970’yî firaqşoyên anskastre (di nava dolaban de) belav bûn, di salên 1990’î de jî pergalên kontrola elektronîk ketin dewrê. Di vê serdemê de taybetmendiyên wekî bernameyên şûştina hesas û ziwakirina turbo pêşkêşî xizmeta bikarhêneran hatin kirin.