Ji bo her keçek ku jidayîk dibe 111 dar

Li herêma Rajasthan a Hindîstanê û gundê Piplantriyê, di çarçoveya pêngava ku ji bo her keçek jidayîk dibe 111 dar tên çandin de, heta niha ji bo zarokên keç zêdetirî 350 hezar dar hatine çandin.

Navenda Nuçeyan – Gundê Piplantri yê li eyaleta Rajasthan a Hindistanê, bi çandina 111 daran ji bo her keçek ku tê dinê, navdar e. Ev destpêşxeriya ku parastina jîngehê bi hevgirtina civakî re dike yek, bi xemgîniya bavekî dest pê kir ku veguherî hewldanek destpêşxêriyê.

Tevahî şêniyên gundê Piplantriyê bi feraset û hişmendiya ‘zarokên keç vejandina jiyanê ye’, bi hevgirtinek civakî dilsoziya jin û xwezayê bi awayek gelek balkêş û bi wate radixin ber çavan. Belgefîlma ku li gundê Piplantriyê hatiye kişandin bi van gotinên watedar dest pê dike: “Dema ku dar tên birîn, ew hêza xwezayê hêrs dike. Dema ku civak jiyana keçên xwe bi dawî dikin, ew civak ber bi tarîtiyeke kûr ve diçe. Çem, daristan û keç, ew jiyanbexş in. Parastina wan ne kiryareke xwezayî ye, ew berpirsyariyek e ku em hemû hilgirin ser milên xwe.”

Ji bo her keçekê ku ji dayîk dibe 111 dar

Ev destpêşxeriya ku ji hêla rêveberî berê yê gund Şiyam Sundar Palîwal ve piştî ku keça wî Kiran di temenê ciwaniyê de di sala 2006’an de mir, hat destpêkirin. Piştre, hêdî hêdî li seranserê gund veguherî pratîkek ku hate pejirandin. Ev yek bandorek mezin li bavê wê dike. Kiran di nava gundiyan de pir dihat hezkirin û ev bûyer bû sedema xemgîniyeke mezin. Lewra bavê wê bi şêniyên gund re biryarek dîrokî girt. Tevahiya şêniyên gund li hev civiyan ji bo ku êdî tu keçên din neyên paşguhkirin û hatina her keçekê bibe sedema vejîna jiyanê, pêngavek dan destpêkirin.

Şêniyên gund xemgîniya xwe veguherandin biryareke dîrokî. Ji bo her keça ku ji dayîk dibe, ew bi destên xwe 111 darên fêkî û gelek cûreyên daran, li axa gund diçînin. Li gor baweriya wan hejmara 111'an hejmareke pîroz e ku nîşana bereket û serkeftinê ye. Jinan bi vê rêbazê nîşan da ku jidayîkbûna keçekê ne bar e, ew vejîneke nû ye.

Li Piplantri, jidayîkbûna keçek, bi çandina daran tê pîrozkirin. Kevneşopiyek e ku hem parastina xwezayê û hem jî bilindkirina hişmendiya civakî di derbarê keçan de armanc dike.

Zewaca di temenê biçûk de hate rawestandin

Têkoşîna ku bi pêşengiya jinan hat destpêkirin, normên civakî yên li dijî keçan jî guherand. Soz dan ku heta temenê 18 salî keçên xwe nezewicînin û perwerdehiya wan kêm nekin. Di vê rewşê de malbat hatin neçarkirin ku ji bo paşeroja keçên xwe fonên aborî berhev bikin û ji bo vêya projeyek bipêş xistin. Ji bo ku daristanê ji zuhabûn û kêzikan biparêzin, li dora wan nebata Aloe Vera çandin. Di heman demê de ji bo di milê aborî de sûd werbigrin, jinan ji van giyayan dermanên xwezayî û krem çêkirin û ji bo xwe çavkaniyeke aborî ya serbixwe ava kirin.

Gundê ku ziwa bû veguherî daristanekê

Bi vê însiyatîfa jinan, gundê ku berê ziwa û çol bû, îro veguheriye daristaneke kesk. Heta niha zêdetirî 350 hezar dar hatine çandin.

Jinên Piplantriyê îro nîşan didin ku parastina xwezayê û azadiya jinê ji hev cuda nayê destgirtin. Keçên ku berê dihatin paşguhkirin, îro bi darên ku li ser navê wan şîn dibin, bûn sembola hêvî û jiyana nû.

Kevneşopiya çandina 111 daran ku li gundê Piplantri ya Hindistanê dest pê kir, dibe ku ji xemgîniya bavekî ji ber windakirina zarokê xwe derketibe holê, lê îro wateyek pir kûrtir hildigire. Ev çîrok tîne bîra me ku windakirin dikare bibe hêvî, hewldana takekesî bibe hevgirtina civakî û gaveke biçûk ber bi guherîna jîngehê ve.

111 şitlên ku ji bo her keçikek nûbûyî hatine çandin, îfadeya baweriya bi pêşerojê ne. Her ku dar mezin dibin, zarok jî mezin dibin, her ku xwezaya gund geş dibe, têgihîştinek nû di derbarê cih û nirxê keçan di civakê de jî bipêş dikeve.