Gurbetelî Ersoz: Dilê xwe li hemû çiyayan neqişand - 2

“Yek ji hezaran gerilayan im. Bibiryar û bihêrs im. Wekî we evîndarê xweşiktiya me, ez dixwazim bibim periya başiyan û ji nebaşiyan re bibim jehr. Ne bêdegn û zenûn, dixwazim tijî tijî lê bikêr, berhemdêr û afirîner bibim.”

Navenda Nûçeyan – Gurbetelî Ersoz li çiyayên ku hesreta wê jiya, nivisandina xwe berdewam kir. Gurbetelî Ersoz ku keliyên xwe yên jiyanê, kêyfxweşiya xwe, hesretên xwe û qehrên xwe li rûpelên rojnivîska xwe nivîsand, dibêje ku rêya bidestxistina şerekî ji azweriya jiyanê derbas dibe. Em di beşa duyemîn a dosyaya xwe de, jêwergirana nivîsa bi dîroka 28’ê Tebaxa 1995’an ku di pirtûka Gurbetellî Ersoz a “Rojnivîska Gurbet Min Dilê Xwe li Çiyayan Neqişand” cih digre, parve dikin. Di vê beşê de dema hesreta xwe ya ji bo birayê xwe Bijişk Orhan Ersoz (Agir) vedibêje, di heman demê têkîldari du salên xwe yên li girtîgehê derbaskiriyê de jî balê dikişîne ku bi ruhî azadî nayê sînordarkirin.

“Nirxê min e pîroz Agir,

Hevre Rewşan,

Hevre û dostên min ên ku hizdikim, nirxdidim,

Ez di fêrqe me ku ev çend roj in we sersarî dikim. Di rastiyê de ne sersari jî, min hay jê heye ku agahî ango di wateyekî de rapor nadim. Ez îdia dikim ku sersari nakim. Lewre li gorî qadê hemû wext, qabiliyet û hêza xwe seferber dikim û hewl didim bikêr bim. Nivisandina min a bişev û rojên min ên tijî tiji derbas dibin, di pêşkeşkirina roparan de ji min re dibe asteng. Di wateyekê de, ez gelek caran dixwazim helbestan binivîsim, stranan bistirêm, xweşiya ruh, nexweşiktiya wê, tûjbûna îradeyê, bi qasî hevgirtina xwezayê, jê sûd werbigirim, li ser navê bi yekbûna wê çawa seretayî û bêruh e û pêşketina çelexwaritî binivîsim û parve bikim.

Li pêş çavên min bi kênê xwe yê tijî tijî disekinî

Belê Agir Can, nirxê min ê pîroz, dilê min du şev mane ji şehadetê te re û tu her tim li pêş çavên min î. Bawerbike ez naxwazin çavên xwe bigrim. Ji ber ku tu li pêş çavên min bi kênê xwe yê tijî tijî disekinî. Dixwazim bi kêfxweşiya ditîna te birazim, çavên xwe bigrim, lê dema hişyar dibim xwe nagrim. Dema hişyar dibim fêmdikim şehadetê te. Ji ber ku hîna jî te digerim, dixwazim mîna te bibim. Ji ber vê vîna xwe, hemû hucreyên laşê xwe seferber dikim. Dema barê min giran giran û gav bi gav, kelî bi kelî nêzî salvegera şehadetê te dibe, dixwazim vê salê bikim sala ji nû ve dayikbûna te.

“Dixwazim bikêr, berhemdêr û afirîner bibim”

Tu, hûn min dibînin. Yek ji hezaran gerilayan im. Bibiryar û bihêrs im. Wekî we evîndara xweşiktiya me, ez dixwazim bibim periya başiyan û ji nebaşiyan re bibim jehr. Dixwazim sekini lê ne mirî, tijî tijî lê bikêr, berhemdêr û afirîner bibim. Di her kita xweşiktiya xwezayê, her nêrin û kêna hêzkirin û kêfxweşiya mirov, kûrahiya heskirina hevretiyê de we digerim, te digreim, li vir dibi. Dema bi kirêtî û nebaşiyan re rû bi rû bimînim, mîna ku min soz daye stemkar bibim. Her çiqas di rêbazê de pirsgirêkê min hebe jî, serhişk im.

Ez şer bi ruhî dijîm

Ev hemu li aliyekê di şeva ku 25’ê bi 26’ê ve girê dide ya ‘95’an, lewra di duyemîn pengava 15’ê Tebaxê ya bi Egîdan re destpê kir, hûn jî hene. Her çiqas min gule neteqand jî, ez li qarergehê me û bi berdewamî perwerdehiya hêzên nû, plansazkirin û amadekariyên têkildar dişopînim (min niha cixareyek vêxist. Dema ku ez pênûsê hildigirim, ez dixwazim cixarê bikişînim. Bi tevahî bûyerek derûniye, lê tê fêm kirin ku ez hîn jî di bin bandora cixareyê de me û wek heyî di warê têgihîştina avahiya giyanî ya mirov de jî mînakek e. Lê ez dikarim diyar bikim ku ez şer bi ruhî dijîm. Bê guman, baweriya min ya ku dema bi dengê çekan û dijmin re re rû bi rû mayîn re rewşa rih ya bêjiyîn dê cûda be temam e û ez dixwazim wê bijîm.

Ya ser destpêk fêrbûna jiyanek mirovî ye

Agir tu dizanî, Serokatiya Partiyê ji min re gotibû “ xwe perwerdekirina Agir ên nû re amede bike”. Niha jî bi dehan namzetên Agir hene. Hin ji wan biçûk in 14 salî, 15 salî ne û 14-15 roj an jî sê meh in tevlî partiyê bûne. Ji xwarin xwarîne heta çûna tuwaletê pêdivî bi lênêrîna her tiştî heye. Çavên piraniya wan virvir e, tevî zehmetî dijîn jî ji her tiştî re li hev tên û diçin. Her çiqas ji ber pirsgirêka ziman di asta pêwîst de li hev nekim jî, di her yek ji wan de te dibînim. Namzetên leşker û fermandar dibînim. Şeng û şeng in, hinek ji van ji nobetê ditirsin. Dema em diçin îştimaya siharê, destê hinek an digrin. Ez pir baş dizanim ku ev ciwan şervanên îro û fermandarên sibê ne. Niha pêwîst e em wan biparêzin, fêrî şer bikin û li gorî me jiyîn bikin. Pêwiste ji nêrin heta sekna leşkerî her tiştî fêr bibin. Derfeta min a rastiya gel ji nêz ve bibînim û fêm bikim, dibe. Ji bedewî, kêyfxweşî û afirandina jiyanê dûr in. Yê ku hemûyan bibe PKK’ê ye, jiyana wê ya pîroz e. Ango destpêke mirovbûn, fêrbûna bi mirovî jiyîn û afirînerê wê bibe. Fêrkirin û têgihîştina wê jî têkoşînek min ya cuda ye. Divê rastiyeke biçûk û quralek jî deh caran bi deh şewazên cuda bê gotin, bînin ziman, bikin û fêr bikin.

Ger azweriya jiyanê tune be, şer di serî de hatiye windakirin

Niha komîsera siyasî ya taxima II. İm. Qe nebe ez ê xwe nedim gotin ku 'tu gule neteqand’. Lewre dixwazim şer piralî bijîm. Dixwazim têkoşîna çînan jî piralî bidim. Di jiyanê de ya ku herî zêde xwe dide der di hatina dîsîplîn-rêxistinbûna jiyanê de zehmetiyên tê jiyîn e. Takekesiyek mezin tê jiyîn, kelecana jiyanê nîne, kêf û daxwaza wê kêm dibe. Tişta herî girîng belavkirina moral, Yê ku îdia dike bê azweriya jiyanê şer bike, şer destpêkê windakiriye. Li vir yên di şer de demek dirêj dimîne û şert û mercên de jî tê dîtin ev e. Niha hevala Zelal a Şirnexî ku ji Ertûşî ya Nû hatiye, birayek wê şehîd e, yê din milîs e û mala wan hatiye şewitandin heye. Ez du saetan pê re axivîm. Ji ber ku nirx nedîtiye hezkirina wê ya jiyanê kêm bûye, ji têkiliyên rêhevaltiyê dûrketiye û mirov dikare bibêje ku bi nexweşiya xwe ya fizîkî xwe avêtiye erdê. Du saetan pê re diaxivim. Axaftin naygotin, ez ler dikim, ezê şer dikim.

Azadî bi ruhî nayê sînordarkirin

Nirxê min a pîroz, ez duh sibay bûm. Ez li kampê geriyam û bêhel bûm. Min bi şev di stêrkan de lte gerîyam, Serokê Partî bi bîr anî û çûm girtîgehê. Girtîgeh? Ma qet girtîhgeh jî bîra min diçe? Na. Ez ew dîwarên beton, deriyên hesin, qadên ku bi awayekî fizîkî azadî lê hatiye sînordarkirin ji bîr nakim. Li wir azadî bi ruhî nayê sînordar kirin, lê dema îradeyek xurt nebe, zeaf hebe kes bi demê re bi ruhî dest bi windabûnê dike, pir ketî dibe û dikare bi rêkûpêkbûn re yek jî bibe. Ger mirov wek îradeya xurt be, di binçavkirinê de îşkence jî bibîne azad e.

Niha li çiyayan im ku min hesrata wan dijî

Ez di nava hemû çiya, bedewî, daristan, av, ax û ezmanên ku di girtîgehê de hesrata wê kişand de me. Piraniya rêhevalan bi bîr tînim. Di serî de Şehîd Zehra û Silêman. Ferhan, Sadrettîn, Selcan, Zehra (Meral), Elîf, Kudret, Sultan, Ahmet Unal, Sadullah, Turan û gelek rêhevalên din. Ez nikarim li vir behsa hevalê Kazim (Hamili Yıldırım) ku 16 sal in di girtîgehê de ye, nekim. Çoş û dilxwaziya şer ya di wî de di kêm mirovan de ye. Ez dixwaza rojekê hev bibînim dikim. Niha li çiyayên ku min hesreta wan dijî ya me. Ez tu carî jiyana girtîgehê ya du sal û nîv ji bîr nakim. Deftera min a ku min nexweştiktî û hesreta wî dinivîsand, îmha bû. Buroya parêzer Fîlîz jî şewitî bû, dema min bihîst giriya bûm.