Jiyanek li ser komînaliyê hatiye hûnandin: Hacer Êzidî
Tevî ku Hacer Êzîdî çiyayên Kurdistanê jî nedîtiye, her tim dibêje “Şoreş li çiyayên Kurdistanê dibe, li van deveran şoreş nabe. Bingeha şoreşa me çiyayên Kurdistanê ye” û bi şêwaza jiyana komînal dibe mînak.
GULAN AVRÊL
Bernameya “Starên Azadiyê” vê heftiyê qala jiyan, kesayet, berxwedêrî û têkoşeriya jina şoreşger Hacer Êzîdî ango Behiye Yasît kir. Bername rihek ku mirov xwe ji nû de biwelîdîne dide mirovan. Ji mirovan re dibêje, bi hestkirinê bijîn, temaş bikin. Di her bernameyek de mirov hîn zêdetir dighîje hêza tevgera azadiya jinê. Bername bi ziman e, bi dil û riheke mezin bi mirovan re diaxive. Mîna ku ji mirovan re bêje ger ku tu dîroka xwe nizanibî tuyê nikaribî îro û pêşeroja xwe jî bizanî û rast bijiy. Wekî ku nebatek bê kok bimîne.
Bi min re qala eşq û evîna xwe ya ku min û te welidandiye dike
Dizanim wê gotin û peyv ne bes be. Di bernameyê de mirov her wext û deman bi hev re dijî. Wê demê, dema niha û dema bê. Ew hilma asûdebûyînê ku di çavên wê de xwe dide der, bi ew kenê xwe yê qedîfeyî derbasî rihê mirovan dike. Li wêneyê wê dinhêrim, wekî ku zindîye û bi wî kenê xwe yê hevrişîmî û bi çavên xwe yên aram bi min re diaxive. Bi min re qala eşq û evîna xwe ya ku min û te welidandiye dike. Bi wan çavên xwe yên weke deryaya evînê ye ji min û te re dibêje; ji bo ku hûn xwe bizanin, rast nas bikin, pêwîst e hûn dîroka xwe bizanibin. Da ku bikaribin li ser koka xwe şîn bibin.
Ji lewra her beşek bernameya Starên Azadiyê dîroka me bi me dide nasîn. Dîroka tevgera azadiya jinê di kîjan zor û zehmetiyan re derbas bûye, di kîjan merheleyan re gihîştiye vê astê, bilêv dike.
Temaşekirina wê asûde bû, lê dilê wê li hember tevahî paşverûtiyan, ferasetên ketî, weke bizot e. Baweriya wê ya li hember şoreşê çiqas bi hêz e. Hêviya wê ya ji bo guhertin û vegihertinê weke çemekê diherike. Bi hêza herîkinê re diguherîne û vediguherîne. Ji lewra ji gotin û çalakiyên xwe bawer dike, bi awayekê wêrek di nava civatê de qiseyên xwe tîne ser ziman. Di wan salan de ji nava civakekê ewqasî girtî de derketina jinek, bi serê xwe hêz û baweriya tevgera azadiyê dide diyarkirin.
Çiqas sipehî ye, weke heyva çarde şevê
Lewra heyv ji xwe pirs dike û dibêje; min yek dît ji xwe sipehîtir, gelo ew ez im ketime ser rûyê erde?
Sipehiya ji horiyan sipehîtir
Jina şoreşger Hacer Êzîdî di sala 1965’an de li gundê Hemdanî yê girêdayî Misircê jidayîk dibe. Di nava xwişk û birayên xwe de ji tevahiyan cudatir bû. Kesayetek aram û dilgerm e. Ji fêrbûyûn û pêşketinê gelek hezdike. Hevalên wê gelek qedir û qîmet didinê. Qedrê wê di nava hevalên wê de gelek heye û kesekê cihê qîm û baweriyê ye. Di baweriya Êzidîtiyê de dawiya zanabûyînê tuneye. Lewra jina şoreşger û Êzidî Hacer jî bi vê baweriyê nêzî zanînê dibe. Ew her tim ber bi deryaya zanînê ve diherike.
Ne dil û ne jî rihê wê ji welatê wê qut nabe
Di sala 1986’an de ji ber zilm û zordariya dewleta Tirk neçar dimînin ku koçê Ewropayê bikin. Ev yek gelek jê re zehmet tê. Ji ax, welat û ji hevalên xwe qutbûyîn di dil û rihê wê de êşek zirav çêdike. Weke ku tîr û rim bi hevre li dilê wê bidin. Lewra her dibêje; “Çi dibe bila bibe ezê fêrî vê jiyanê nebim û fêr jî nabim. Jiyanek wisane ku herkes bûye robot ji mirovbûyînê û civakbûyînê derketine. Çawa mirov ji vê jiyana ewqas ji nirxê mirovbûyînê bêpar e dikare jê re bêje jiyan?” Li Ewropayê ti carî ked û xweşikbûyîna welatê xwe ji hişê xwe dernaxe. Bêrîkirina wê ya ji bo welatê wê, jê re dibe hêza xwenasînê. Ne dil û ne jî rihê wê ji welatê wê qut nabe. Her tim bêriya gund, dayîk, hevalên xwe û leyîstokên xwe dike.
Jina têkoşer a Apoyî li Ewropayê Apociyan nas dike. Di dîtina yêkem de ferq dike ku ew mirov ji herkesê cudatir in. Di şexsê wan de jiyanek ku her tim di xeyalê xwe de dijî dibîne. Êdî ji bo wê Apoyî dibûn hêviyek mezin. Ji nasên xwe re dibêje; “êdî min riya xwe dît, tiştê ku ez lê digerim min dît, ezê ticarî jiyanek kole ji bo xwe qebûl nekim.” Aliyê wê yê hûmanîst li pêş in. Jixwe pir bawer û bi hêz e. Di xebatên çandê de cîh digre, xebatên civakî dike. Ji hêla civakê ve gelek tê hezkirin. Di nava civakê de dibe xwedî nirxekê giranbuha. Di tevahî xebatên xwe de jî serkeftî ye. Lê, ev yêk ji bo wê ne têrker e. Lewra her tim dibêje; “Ez dixwazim ji bo xwe û ji bo gele xwe tiştên mezin bikim, tevî ku çiyayên Kurdistanê jî nedîtiye, lê her tim dibêje şoreş li çiyayên Kurdistanê dibe, li van deveran şoreş nabe. Bingeha şoreşa me çiyayên Kurdistanê ye.” Mirov di rastiya ev jinên Apoyî de rastiya dîrok û çanda Xwedawendîtiyê dibîne. Ji lewra gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ku dibêje; “Bêguman, dîroka koletiya jinan di çanda Rojhilata Navîn de veşartî ye. Ji ber vê yekê derketina wê dê li van axan pêk were.” Jina leheng û berxwedêr Hacer çiqasî xwedî pêşdîtinên dîrokî û xwedî zanînên kûr in.
Hacer hêz, feraset û rihê kollektîvîzmê di azadiyê de dibîne
Hacera leheng di sala 1987’an de li Ewropayê beşdarî tevgera Apoyî dibe. Di tevahî nîqaş û parvekirinên xwe de lêhûrbûyîna wê li ser rêxistinkirin û bihêzkirina civakê ye. Ji şoreşê gelek bawer e. Ji ber vê di her kêliyan de qala rastiya şoreşê dike. Bi taybetî jî armanca wê ew e ku jinê zane bike û tevlî şoreşê bike. Di mîlîtantiya jinê de dixwaze tevahî hemzayendên xwe ji lepên koletiyê rizgar bike. Jina şoreşger û leheng Hacer hêz, feraset û rihê kollektîvîzmê di azadiyê de dibîne. Ango rastiya ger ku tevahî jin xwe nas neke, zana nebe û ji koletiyê neyê rizgar kirin ne gengaz e ku kes jî azad bibe pir baş hîs dike, ferq dike û fêm dike.
Di armanc û hedefên xwe de kesek gelek radîqal e
Ji ber ku jina şoreşger Hacer bi eslê xwe Êzîdî ye, jê re dibêjin; “tu keçekê Êzîdî ev tevger jî tevgerek misilmanan e, tuyê çawa tevlê bibî?” Bersivekê gelek dîrokî dide û dibêje; “PKK ne tevgerek wisa paşketî ye. Ew tevgerek çêkirinê ye, lewra emê vê ferasetê bişkînin. Ev tevger tevgera tevahî mirovahiyê û ya bindesta ye.” Gotinên gelek bi alimane dibêje. Li hember tevahî feraset û nêzîkatiyên şaş bi israr nêzîkatiyên zanist dide raberkirin. Ji ber bi hîssiyat û bi fêm kirin dijî. Di armanc û hedefên xwe de kesek gelek radîqal e. Tevî ku ji nava civakek girtî derketiye jî, di hêla pêşketinê de gavên lez davêje.
Ji Bêrîvan bandor dibe û dibe Bêrîvan
Di qada Ewropayê de ji kesayet, sekin û têkoşeriya Binevş Agal gelek bandor dibe lewra navê xwe dike Bêrîvan. Digel ku di xebatên xwe de serkeftî ye, karên xwe bi awayekê nîzam û rêkûpêk dimeşîne jî, ev yêk wê dilşad nake û her tim israra çûyîna welat dike. Ji bo wê jî dibêje; “Ez dixwazim ji bo xwe û ji bo gele xwe tiştên mezin bikim.” Tevî ku çiyayên Kurdistanê jî nedîtiye, her tim dibêje; “Şoreş li çiyayên Kurdistanê dibe, li van deveran şoreş nabe. Bingehê şoreşa me çiyayên Kurdistanê ye." Mirov dibîne ku di jina leheng û têkoşer Hacer de, taybetmendiyên jina ku li cewherê nasnameya xwe û berxwedêriya xwe xwedî derdikeve, li pêş e.
Şêwazê jiyana jina şoreşger Hacer, komînal e
Di sala 1989’an de derbasî qada ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê ye, dibe. Li wir jî di akademiya Mahsum Korkmaz de perwerde dibîne. Şêwazê jiyana jina şoreşger Hacer, komînal e. Komînalbûyînê ji bo xwe û hevalên xwe esas digre. Bi hev re jiyîn bingeha hevaltî û feraseta wê ye. Ji hêla hevalên xwe ve gelek tê hezkirin. Gelek xwîngerm û rihsivik e. Ji bo derbasî welat bibe gelek bi xwestek û bi israr tevdigere. Bi israra xwe, di dawiya sala 1989’an de dema bi komekê hevalên xwe re derbasî Bakurê Kurdistanê dibin, li ser ava mezin ango ava Dîcleyê dikevin kemîna dijmin.
Bi rêhevalên xwe re di Çemê Dîcleyê de nemir bû
Li wir berxwedaniyek bê hempa li hember dijmin raber dikin. Ava Dîcleyê şahidiyê berxwedanî û têkoşeriya wan leheng, şêr û şepalan dike. Di wê pevçûnê de 8 gerîllayên azadiyê şehîd dikevin. 4 gerîllayên mêr û 2 gerîllayên jin. Jina leheng û berxwedêr Hacer jî li wir şehîd dikeve. Tevî ku di tevlîbûna xwe de nû jî bû, di sekin, fikir, tevlîbûn, hevaltî û kesayetiya xwe de cihekê xwe yê girîng ava kiribû. Di kesayetiya xwe de hêza netewbûyînê dabû avakirin.
Erê Dîcle, bi ziman bibe û bêje
Derxe wan gotinan ji nava qefesa dilê xwe
Tu dizanî ne, çiqasî, evîn û evîndar di nava gotinên te de veşartî ne?
Çawa ku Hacer û hevalên xwe çirandin zulmata li ser dil û mêjiyan
Tu jî bêje û qîr bike, biçirîne ew şevên weke zulmata mirinê
Bi lêv bike gotinên xwe da ku weke xum xuma te biherike heqîqetê.