Dîcle bi jiyanê re diherîkî
Çavreşa Kurdistanê Dîcle li ber klama Derwêşê Evdî ya ji dil û zimanê Baqî Xido diherikî, di nava evîn û evîndariya Kurdistanê bû.
JÎN EVÎNDAR
Dema ku digotin pêwîst e rojnamevanek "bi peyvan wêneyekê bikşîne", ji min re wekî xaleke balkêş xuya dikir. Ji ber ku bi hindik peyv û danasînan mirov dikare pir awayên cuda yên nivîsê binivîse; lê bi peyvan wênekişandin asoyên xeyal, dewlemendiya peyv û hevokan, pirrengiya hest û nêrînên mirov bi xwe derdixe pêş. Di wir de mirov bêyî bide diyarkirin, hemû bedewiyên şoreş û şoreşgeriya jinek diherikîne nîvenga dil û hişên civakê. Bi vî awayî ji sînorên nûçeyeke asayî û zanînên bêbingeh derdikeve, dibe bîrek ji dîroka mirovahiyê.
Hestên wan kêliyan teyîsandina firçeya nava tiliyên nîgarkêşekî bû. Ji ber peyvên dibûn wêne êdî di nav rûpelên dîrokê û çavên xwendevanan de dijîn. Bi vî awayî xelekek ji şahidên dîrokê û parêzvanên wê yên heqîqetê dihat rêxistinkirin. Her wiha ji zimanê dîroka zindî, dîroka lehengiyê dihat vegotin. Ew şoreşgerên ku di dema xwe de bîranîn û lehengiya cangoriyên azadiyê dikirin, bi demê re dibûn pira di navbera do, îro û sibe de. Ji ber do şahidê dîroka Dîcle bûn, îro lehengên dîrokê ne û ji bo sibe re jî mîrasê azadiyê ne.
Her yekê ji wan di gavên xwe de tolhildana sedsalan bi sekna xwe ya li ber bahozan nîşan dan
Dibe ku ji bo wê ye niha nivîsandina lehenga têkoşîna azadiyê ewqas ji min re zehmet tê. Ev yek nîşaneya herî mezin e ku barê hevrêtiya têkoşînê çiqas giran û bi wate ye. Dema ku min dest bi nivîsa lehengiya Dîcle Kobanê dikir, rêgez, hezkirin û wesiyeta hevrêtiya ku qet nehatiye ji bîrkirin ya cangorî Jiyan Herdem jî diket bala min. Ji ber ku her yekê di cih û demên cuda de henaseya xwe ya dawî bi tîbûna azadiyê û têkoşînê meşandin. Her yek ji wan di gavên xwe de tolhildana sedsalan, di sekna xwe ya li ber ba û bahozan de wekî çiya deng vedabûn. Her yek ji wan kenê li ser rûyê xwe di nava şer û dijwariya têkoşînê de neqişandibûn. Wan bi asoyên azadiyê xewn û xeyalên xwe afirandin. Ji bo wê jî ez dixwazim hûn ne bi tenê xwendin û temaşekirina bernameyê bikin, di heman demê de ruh û ruhberiya ku wan ji dîrokê re hiştiye jî nas bikin.
Her ku dimeşiya wekî şehbazek difiriya ji kelecana xweşikbûna Kurdistanê
Dema ku dixwazim hûrguliyê mîna çav, birû, destên wê yên çekgirtî û tiliyên ku di nava peravên çem û rûbaran de dilîstin bibêjim, bedewiya xwezayê di şoreşgeriya Dîcle de xwe dide teyîsandin. Dîcle wekî navê xwe diherikî nava jîn û şînbûna şoreş û jiyanê. Her wiha ew dimeşiya û her ku dimeşiya wekî şehbazek difiriya ji kelecana xweşikbûna Kurdistanê. Ne çav têr dibûn ji xweşikbûna çiya û zozanan, ne jî hêza beden û giyana mirovan têr dikir ku wê bedewiyê bîne ziman. Dîcle bû xemla hemû helbest, stran û çiyayan.
Çavreşa Kurdistanê Dîcle; li ber wê klama Derwêşê Evdî ya ji dil û zimanê Baqî Xido diherikî, nava evîn û evîndariya Kurdistanê de bû. Çawa ku klama Derwêş di nava sedsalan de nehat jibîrkirin, lehengiya Dîclê jî dê di nava dîroka zindî ya Kurdistanê de her dem wekî klameke azadiyê bê gotin.
Dîcle û Jiyan du lêhengên mîmarên Starên Azadiyê bûn. Ew çûn lê kenê wan di nava pelên darên Kurdistanê de, dengê wan di herikîna çemên Kurdistanê de ma. Îro jî bi hestên hevrêtiya xwerû dilsoz û peyamnerên dîroka zindî ne.