Bûyera Rojê: Xwişkên Mîrabal û 25’ê Mijdarê

Di sala 1930’an de li Komara Domînîkê piştî darbeya leşkeri dîktator Rafael Turujillo hat ser deshilatê. Rafael bi zext û zordariyê 31 salan welat bi rêvedibir. Li dijî dîktatoriya wî welatiyan têkoşîna azadî û demokrasiyê dan. Ligel têkoşînê binçavkirin, girtin û mirin jî li pêş bû. Di wê pêvajoyê de jî têkoşîna Tevgera Calandestinayê li pêş bû. Tevger ji hela Patrîa, Mînerva û Marîa Mîrabel ve hatibû avakirin.
Patrîa, Mînerva û Marîa Mîrabel ku piştî berxwedana wan a destanî weke Xwişkên Mîrabal, tên zanîn bi dehan caran hatin girtin û ne tenê girtin dîktatoriyê dest danî ser mal û milkên wan jî. Xwîşkên ku wek Perperîkan ber bi azadiyê ve bi per û bask dibûn, li gel sekna xwe ya polîtîk, rastî êrîşên zayendperest dihatin. Li gorî dîktator Rafael Trujîllo li welat du pirsgirêk hene yek Xûşkên Mîrabel, ya din jî dêr in û baweriya welatiyan a bi dêran e. Bi vê gotinê Xûşkên Mîrabel hedef hatin nîşandan û weke xayîn hatin îlankirin. Piştî îlankirina xayintiya xûşkan, li hemberî wan êrîşan despêkir.
Di 25’ê Mijdara sala 1960’an de dema Xwişkên Mîrabal li girtîgehê hevjînên xwe ziyarez kirin, di rêde maşîneyên wan hatin rawestandin. Piştî ku Xûşkên Mîrabel ji wesayîtê derxistin bi tecawizê re rû bi rû hêlan û piştre jî bi hovane kuştin. Piştî kuştin ji zinar avêtin xwarê. Di 25'ê Mijdara 1960'î de li Komarê Domînîkê li ber zinarekê cenazeyê 3 xwişkan hatibû dîtin. Her sê bedenên bêgiyan bûn sembola têkoşîna li hemberî dîktatoriyê.
Piştî vê hemû hovîtiya Komara Domînîkê bi serê Xwişkên Mîrabal anî dawiyê weke qezeya trafîkê hat ragihandin û derbazî qeydan bû. Di sala 1981’an de, di Kongreya jinên Karaîp û Emerîqaya Latîn a li bajarê Bogoto ya Kolombiyayê kom dibin. Di kombûnê de jin ji bo bîranîna Xwîşkên Mîrabel 25 Mijdarê wek “Roja Têkoşîna Navnetewî ya Li Dijî Tundiya Li Hemberî Jinê” îlan dikin. Neteweyên Yekbûyî jî di sala 1999’an de, 25’ê Mijdarê bi fermî pejirand.
Ji wê demê ve 25’ê Mijdarê Roja Tekoşîna Navneteweyî ya Li Dîjî Tundiya Li Hemberî Jinê, roja têkoşîna hevpar a  jinê ya li dijî pergala baviksalariyê ye. Bi îlhama têkoşîna ku Xûşkên Mîrabel li hemberî Komara Donîmîkê daye, îro li her devera cîhanê jin bi berxwedaneke bê hempa li dijî hişmendiya serdest a mêr têdikoşin. 
Jinan 25‘ê Mijdara 2019’an diyarî Hevrîn Xelef, şervana YPJ‘ê Amara Rênas û Dayê Aqîda kirin.