Buyera Rojê: 5 hezar jiyan, 5 hezar hêvî û 5 hezar ken...

16’ê Adara 1988... ji bo tevahî Kurd û mirovahiya cîhanê roja reş û dil êşiyê ye.

BÊRÎTAN ZINAR

16’ê Adara 1988... ji bo tevahî Kurd û mirovahiya cîhanê roja reş û dil êşiyê ye. Ew roj li Helepçe bi şêwazê qetilkirina herî bi xayînane ango tevî bêhna sêvan 5 hezar kes hat qetilkirin... Helepçe ne tenê komkujiya li ser Kurda ye, her wiha komkujiya li ser nirxên mirovahiyê ye.

Mirin, kûştin û komkujî... Di kîjan serdema reş de bû rastiyek bi êş ku mirov dixwaze wê serdemê ji tevahî rûpelên dîrokê biqetîne, bişewitîne û tûne bike da ku êdî li ser rûyê erdê tû pêyîvên bi vî awayî neyên ser ziman, neyên jiyîn? Çendîn car bi pênasekirin û jiyîna kûştin û komkûjiyan mirovahî hat kûştin û qetilkirin? Belê, rastiyek wisaye ku ne pênasekirina vê têr dike, ne jî li hemberî jiyankirina vê tû pêyv û tû hevok dikare bihêz be. Hemû pênase û bilêvkirin, li hemberî vê rastiyê dibe girêkekî û li ser qirika mirov dimîne. Bi taybet ji bo gelên bindest ê mîna gelê Kurd ku bi taybetî dû sed salên dawiyê bi polîtîqayên komkûjî û tûnekirina hebûna xwe jiyaye, pênsekirina ev rastiya ku hatiye jiyîn hîn zehmettir dibe. Ew dîroka wê, li Kelha Dimdimê, Dersîmê, Geliyê Zîlan, Agirî û li Enfalan çendîn car bû şahidê komkûjiyan? Çendîn car bû şahidê komkûjiyan ku di wan kêliyên mirinê de tevî qêrînên însanan, mirovahî jî hawar dikir lê bi hezar mixabin ku tû hêz an jî hebûnek ji bilî axa pîroz, dengê wan qêrînan nebîhist? Car din, bi bûyîna şahidiya van komkûjiyan re, çendîn car xetên li ser rûyên dayikên axa pîroz hêj kûrtir bû û di wan xetên kûr de çend jiyan, çend hêvî û çend kenên pak ên zarokan hat veşartin gelo? Carna dema mirov difikre, dike ku di nav dilê xwe de hawar bike û car din bêje ‘ev gel heya gihişt demsala ku bi têkoşîna xwe êdî mirinê bikûje çendîn car hat kûştin û mirin li ser hebûna wê hat ferzkirin’?

Wê pirsên me wiha dirêjtir bibin û bidomin. Ji ber ku niha, aniha, di vê kêliyê de ez hîs pê dikim ku wê tû pêyvên li ser vê rûpelê nikaribe pênaseya rast a hestên hatî jiyîn û piştî 34 salan jî tê jiyîn, bike. Tû peyv wê têr neke ku pirsa we ya ‘gelo bi wê bêhna sêvê çend hêvî û çend ken li ser rûyê zarokan de tevizî’ bibersivîne? Belê, em qala Helepçe dikin. Helepçe ya ku 34 sal berê, 16’ê Adarê di berbanga cejna Newrozê de bi şêweyê herî xayinane, herî dij mirovî 5 hezar însan hat qetil kirin. 5 hezar jiyan, 5 hezar hêvî û 5 hezar ken li ber çavên mirovahiyê hatin qetilkirin. Dîrok 1988, cih Helepçe û yên bûn hedefa vê komkûjiyê jî gelê Kurd e.

Komkûjiya Helepçe ji gelê Kurd re peyamek bû

Komkûjiya Helepçe parçeyek ji operasyona Enfal a li hemberî serhildanên Kurdan e ku di navbera salên 1986-1988’an de ji aliyê serokê hikûmeta Iraqê Saddam Huseyn ve hatiye pêkanîn. Ev êrişa bi gazên jehrî li hemberî Kurdan hatiye pêkanîn weke ‘îna bi xwîn’ jî tê nasîn. Di komkûjiyê de 5 hezar kes hatin qetilkirin û deh hezar kes birîndar bûn. Weke encama vê komkûjiyê ku piştî komkûjiyên li ser Hîroşîma û Nagazakî yên di pêvajoyên şerê cîhanê yê dûyemîn de hatiye pêkanîn, weke komkûjiya herî mezin a cîhanê tê zanîn. Piştî komkûjiyê jî ji ber gazên bi jehr ê li ser heremê hatiye bikar anîn nexweşiyên cûr be cûr û di zayînan de gelek pirsgirêkên tendûristî rû didin.

Bê gûman weke gelek komkûjiyên ku li hemberî Kurdan hatiye pêkanîn, ev komkûjî jî xwedî peyamek pir mezin bû. Dijminên Kurdan, rûxmê hemû nakokiyên xwe yên li hemberî hev jî, dema ku mijar dibe Kurd di polîtîqayên xwe yên tûnekirinê de bi hev re dibin yek. Komkûjiya Helepçe û gelek komkûjiyên ku di dîroka Kurd de hatiye jiyîn jî pênaseya li hevkirina wan a li ser polîtîqayên xwe yên qirêj ên tûnekirinê nîşan dide. Lewra bi komkûjiya Helepçeyê re jî mîna hemû komkûjî û pêkanînên xwe yên tûnekirinê carek din ji gelê Kurd re gotin ku ‘vaye, hûn serî rakin dê bedelê wê komkûjiyên bi vî rengî be!’. Lê bê guman, ev peyamên wan ên ji bo çav tirsandinê tên dayîn çawa ku li Agirî, Dersîm û Geliyê Zîlan cihê xwe negirt û berovajî veguherî berxwedanên têr û tijî yên bi rengê Newrozan; komkûjiya Helepçe jî îro bi berxwedan û serhildanên gelê Kurd ên bi agirê Newrozê digihe lûtkeya azadiyê û peyama xwe ya azadiyê diqîre.

Êşa komkujiyan, bi yekîtiya Kurd dikare were dermankirin

Ji aliyekî ve encamê şerê di navbera Îran û Iraqê, ji aliyekî din ve jî encamê proje û polîtîqaya Iraqê ya tûnekirina Kurdan e komkujiya helepçe. Armanca vê yekê bi navlêkirina Enfalê, meşandina operasyona tûnkirin û qirkirinê ye. Enfal a ku sûreyekî ji quranê ye tê wateya xenîmetê. Bi vê navlêkirinê komkûjiya Helepçe hat pêkanîn. Ango mirov dikare bêje ku êriş li ser hebûna Kurdan, dest avêtina ser nirxên Kurdan, ji aliyê desthilatdariyên dijminê Kurdan ve weke ‘xenîmet’ tê dîtin.

Dema ku mirov li Helepçe dinêre, li 63 gorên komî yên tevî 5 hezar kesan, 5 hezar hêvî û 5 hezar kenên zarok, jin û gelê Helepçe lê hatiye veşartin dibîne, mirov tê digihe û dibîne ku êşa 34 sal berê hêj zindî ye. Bê guman li hemberî van komkûjiyên ku li ser nirxên netewî yê Kurdan bi hevparbûna polîtîqayên şer û tûnekirinê tê pêkanîn, encax bi yekîtiya gelê Kurd ev êşên bi hezaran salan dikare were pêçandin û di çarçoveya armancek wekhev de dikare veguhere mîsogeriya azadî û hebûnê.