Çîroka têkoşîna ji bo demokrasiyê ya li dijî zayendperestiya civakî: The Lady
Li welatê Asya Myanmar, fîlmê The Lady ku di 2011’an de hatiye çêkirin, balê dikşîne ser çîroka jinên pêşeng ên welat ku dixwazin têkoşîna demokrasiyê bidin meşandin Aung San Su Kyi. Cih dide têkoşîna li dijî desthilatdarî û zayenda civakî.
LEYLA CAHÎDE
Navenda Nûçeyan- Fîlmê The Lady ku di sala 2011’an de hat weşandin, derhêneriya wê ji aliyê Luc Besson ve hatiye kirin, behsa çîroka yek ji jinên pêşeng Aung San Su Kyi ku li welatê xwe Myanmar dixwest têkoşîna demokrasiyê bide meşandin dike. Çîroka ku di fîlm de behs tê kirin çavkaniya xwe ji çîrokên rast digre.
Di fîlm de behsa darbeya leşkerî ya ku di sala 1962’an de hat kirin dike. Di wê demê de Aung San Sun kyi hê zarokek biçûk bû, bavê wê leşker bû. Piştî ku bavê wê ji aliyê cûntaya leşkerî ve hat kuştin, Suu Kyi welatê xwe terikand, di sehneyên piştre de em wê di temenê gihayî de dibînin. Di fîlm de sehneyên piştî bavê wê tê kuştin, pêvajoya çûyîna wê ya Îngîltereyê, li wê derê xwendin û zewaca wê bi awayekî lezgîn tê hûnandin.
Çîrok bi mirina dayika Suu Kyî digihîje qonaxek din. Piştî mirina dayika xwe ji bo merasîma cenaze diçe welatê xwe. Lê belê di wan deman de li welatê wê şerê navxweyî heye, xwendekar û alîgirên demokrasiyê li dijî rejîma leşkerî serî hildidin, bandorê li pêşengê çîrokê dike. Daxwazên ji bo cihgirtina di nava tevgerê de qebûl dike, ji bo sîstema rejîma leşkerî li welat bi dawî bibe dest bi têkoşînê dike.
Ji bo rêxistinkirina gelên cuda li welat digere. Di hilbijartinên giştî ku cara yekem li welat tên lidaxistin de, ji Partiya Yekitiya Neteweyî ya ji bo Demokrasiyê dibe namzeda serokatiyê. Di sala 1990’an de tevî ku partiya wê qezenc dike di dika leşkerî de wê mehkumî girtîgeha malê dikin. Di sehneyên cuda yên fîlm de em dibin şahidê pêvajoya 15 salan a Suu Kyi ya girtîgeha malê de ye. Di wê pêvajoyê de merasîma xelatgirtina Nobel ya Aştiyê, li dijî rejîma leşkerî meşa ku weke şoreşa Safran tê binavkirin serhildana rahîbeyên Budist heye. Fîlm heta sala 2010’an Suu Kyi tê berdan berdewam dike.
Di fîlm de nîşanên jinan bi awayek qaçax dixe nîqaşê. Mixabin ji ber temaya navend a fîlm jin e, derhênerî û senaryo ji aliyê mêr ve hatine çêkirin, em dibin şahidên nîqaşên der barê jinan de. Lê belê pêşengiya jinan li ber çav nayê girtin, nîşaneyên klasîk bi hinek mijaran hewl hatiye dayîn bigrin dest. Suu Kyi ku zewiciye dayika du zarokên kur e, ji aliyê leşkerên rejîmê ve rola klasîk a jinan lê hatiye sepandin. Ji ber zarok û hevjînê wê bi hinceta ne hemwelatiyên Myanmar in tên dersînorkirin. Heta ji bo hevjînê wê yê li ber mirinê ji Îngîltereyê were serî li vîzeyê dide. Rayedarên leşkerî bijartekan didin pêş û dibêjin; ‘ hevjînê te yan jî welatê te?’ Şertê yekem ê ku hevjînê xwe bibîne derketina ji welat dide sepandin. Ka wê hilbijartina Suu çi be êdî em dest ji temaşekirina fîlm berdin. Careke din ne li gel malbata xwe ya qehreman, zarokên xwe bê dayik dihêle. Dema hevjînê wê di ber mirinê de ye jî pêvajoyên têkoşînê, hinek derdorên ku li dijî wê ji bo îmaja ‘dayika xirab’ bide avakirin bi kar tînin. Careke din nîşandana Suu li gel zarokên xwe yên kur bendewariyên dayika klasîk nîşan dide. Ji derveyî têkoşîna demokrasiyê ya qehremanê fîlm em dibin şahidên têkoşîna li dijî qalibên zayendperestiya civakî.
Ji aliyê lîstokvan Michelle Yeo ve bi performnasek baş Suu Kyi zindî kiriye, The Lady hem têkoşîna li dijî rejîma faşîst û hem jî li dijî zayendperestiya civakê pêşkêş dike, fîlmek hêjayî temaşekirinê ye. Aliyên wê yê li cihanê, jinên ji hemû netewan, reng û welatê wan çibe bila bibe têkoşîna didin meşandin, ji ber tenê jinan paşverûtiyên ku rastî wan hatine dahurandin û dîtine.