Têkoşîna aborî ya jinan di nava krîzan de ye

Qeyrana aborî ya li Îranê, bi sed hezaran jinan ji karên fermî dûr dixe û wan neçar dihêle ku bikevin karên ku mûçeya wan kêm e, karên demkî û ne fermî.

JIWAN ŞERÎFZADE

Bokan – Şer, qeyrana aborî û qeyran ne tenê dibin sedema kêmbûna derfetên kar, têkiliyên zayendî yên di bazara kar de jî kûrtir dikin.

Ên ku di demên krîzan de ji karên fermî tên avêtin zêdetir jin in ku ev yek wan bi krîzên di nava krîzan de re rûbirû dihêle. Ji ber wê yekê her ku diçe zêdetir berê xwe didin çalakiyên ne fermî, demkî û yên dahata wan kêm e. Weke firotina tiştên destan li kolanan, firotina berhemên malê û karên xizmetê hewl didin bi van karan dahata malbatên xwe bikin. Di rewşên wiha de, jin di bazara ne fermî de bi keda erzan bêyî mafên diyarkirî dixebitin.

Ji malê ber bi kolanê ve rûyê nû yê hebûna jinan

Bi kûrbûna bêîstîqrariya aborî re, bi qasî 300 hezar jinan bazara kar terikandine û hinekan ji wan dev ji karên xwe berdane, heta dev ji lêgerîna kar berdane. Berevajî vê yekê ji bo hinek jinan, mal û kolan bûne çavkaniyên nû yên dahatê.

‘Ez berhemên xwe kolan bi kolan difiroşim’

Dayê Şemsî ya 70 salî, şerbetên giyayî yên ku bi xwe çêdike difiroşe. Dayê Şemsî, wiha behsa westandin û karê xwe dike:

"Berê ez tenê di biharê de dixebitîm lê îsal ez û bûka xwe bêhtir xebitîn. Bûka min kulîlk û gihayan berhev dike û ez jî berhemên xwe kolan bi kolan difroşim."

Firotina li kolanan hê ji bo bûka wê ne karekî qebûlkirî ye lê krîza aborî rê li ber vê jina extiyar vekiriye ku li kolanan bêhtir bixebite. Her çendî jinên ku berê dixebitin bi nêrînên malbatî û civakî re rû birûbûn jî rastiya ku dahata ew qezenc dikin ji bo dabînkirina malbatê bûye pêdiviyek, xebatên wan ên aborî rewatir kiriye. Ji ber vê yekê, tê dîtin ku jinan jî di karên ku berê tenê ji bo mêran dihatin hesibandin de dest bi xebatê kirine. Xebata li dikanên sebze û fêkiyan, dikanên kebabên kezebê, firotina daran li kêleka rê, firotina fêkiyan a di pişta wesayîdan de û birin anîna kelûpelan a bi wesayîdên taybet, çend ji karên ku jin di demên dawî de li bajarên biçûk ên Rojhilatê Kurdistanê ji ber zexta aborî cih digrin de ne.

Kardêr jî li kar digerin

Kêmkirina dahatê û kêmbûna aborî bûye sedem ku jinên kardêr jî karên duyemîn bigrin. Ji bo gelek kesan, karê duyemîn karekî kêm meaş û yek jî bi wardiye ye. Ev dahat hem beşek ji lêçûnên jiyana wan hem jî lêçûnên ku ji bo domandina karsaziya wan a sereke hewce ne, dabîn dike.

‘Ji bo ku malzemeyên pêwîst bigrim min çend caran deyn kir’

Senur M. a terziyeke ciwan e, niha li firoşgeheke aksesûarên telefonên destan, rojê şeş saetan dixebite. Senur M. da zanîn ku ew ji terzîtiyê hez dike lê ji ber kêmbûna dahata xwe û hewcedariya bi piştgiriya darayî, dest bi lêgerîna karekî duyemîn kiriye û dibêje: "Min nû dest bi terzîtiyê kir. Ji bo ku malzemeyên pêwîst bigrim, min çend caran deyn kir û ez kiriya dikanê jî didim. Ez bi mûçeya ku ji vî karî distînim, dikarim hinek zextên li ser xwe kêm bikim û karê xwe berdewam bikim.”

Mûçeyên kêm û neçarmayîn

Qeyrana aborî, dibe sedem ku jin neçarî karê erzantir bibin. Gelek jinên ku berê ji ber mûçeyên kêm an jî şert û mercên xebatê yên xirab, vebijarka terikandina karên wan hebû, niha neçar in ji bo dahata xwe biparêzin, heman şert û mercan qebûl bikin.

‘Hinek hevalên min jî bi mûçeyan kêmtir dixebitin’

Mobina H. a rojane 10 demjimêran bi meaşek mehane ya 10 milyon tumen wekî firoşkar dixebite, sedema vê rewşê weke tirs û hewcedariya aramiyê tîne ziman û wiha dibêje: "Hinek hevalên min jî bi mûçeyan kêmtir dixebitin. Pirsgirêka sereke ew e ku bê dahat nemînin. Dibe ku em nikaribin hemû hewcedariyên xwe bi cih bînin lê ji ber astengiyên civakî û rewşa aborî, ji bo min pêşniyara karekî baştir tunebû."

Vekişîna jinan a ji bazara kar û neçarmayîna karên ne fermî û kêm dahat, tê wateya windakirina beşek ji sermayeya mirovî ya civakê û derxistina jinan ji çerxa aborî.

Pirsa rast jî ev e: Gelo çima li Îranê di demên qeyranan de, jin li şûna piştgiriyê bibînin, ji bazara kar tên derxistin an jî karên bê ewle qebûl dikin? Gelo çima kar ji bo jinan ne wekî mafek, wekî îmtiyazek tê dîtin?