Tadart: Pirek di navbera hunera destan û aboriya herêmî de

Karsaza Cezayîrî Farah Bû Salih bi projeya ‘Tadart’ ku balê dikşîne ser berhemên herêmî û mîrateya xwarin û hunerên destan, hewl dide hunermendên jin û xerîdaran bighîne hev û derfetê bide berhemên herêmî.

NECWA RAHIM

Cezar – Farah Bû Salih ji tov bigre heta kuskusê û ji hilberîn û pêvajokirinê bigre heta bilindkirina nirxê mîrateya çêkirina xwarinan û hunerên destan, însiyatîfekê ava dike ku ji têgeha projeyeke bazirganî ya kevneşopî wêdetir diçe.

Bi rêya qada ‘Tadartê’ ew cihekî diafirîne ku tê de berhemên herêmî bi hilberînerên xwe re dicivin û jêhatîbûnên jinan ji zanîna ku ji nifşên berê maye, vediguherin çavkaniyeke nirx û dahatê. B vî awayî Farah ji bo jinên hunermend ên ji deverên cûrbecûr ên Cezayîrê deriyên nû vedike.

Ev raman 5 sal berê wek projeyek derket holê

Çîroka Farah Bû Salih ne bi vekirina cihê Tadart'ê dest pê kir, beriya wê bi salan ceribandin, lêkolîn û xebatên li qadê hatibûn kirin. Ev têgeh nêzî pênc sal berê wek projeyek bi navê ‘Oustadar’ derket holê, piştre gav bi gav bipêş ket û di dawiyê de gihîşt encamê.

Ev fikir li ser bingeha çar stûnên bi hev ve girêdayî hat avakirin: hilberîna saxlem, pêvajokirina saxlem, xerckirina berpirsyarane û parvekirina vê zanînê bi kesên din re. Lê ji bo Farah Bû Salih tenê axaftina li ser vê şêwaza jiyanê an jî bi awayekî takekesî pêkanîna wê, têr nedikir. Pêwîst bû ku cihekî fîzîkî were avakirin da ku bikaribe van fikran bîne cem hev û wan bike tiştekî ku mirov dikare parve bike.

Bi vî awayî xisletên ‘Tadart’ wek cihekî ku bi vîzyoneke ji kirîn û firotina sade wêdetir tevdigeriya, dest bi şêwegirtinê kirin; cihekî ku bingeha xwe ji hilberîn, pêvajokirin û parastinê, her wiha ji pêşandana berhemên herêmî û mirovên li pişt wan digirt.

Ji tov heta berhemê

Bi derbasbûna salan re, Farah Bû Salih qet dev ji komkirina tovan, çandina sebzeyan û pêvajokirina berhemên xwe yên çandiniyê berneda. Her wiha Farah tevlî karên baxçevaniya civakî bû, beşdarî atolyeyên li ser çandiniya domdar û permaçandê (permaculture) bû û bi komele û komên ku di vî warî de çalak in re hevkarî kir.

Farah Bû Salih diyar kir ku ev ezmûn hiştiye ku ew qonaxên cihêreng ên zincîra xurekê fêm bike, ji tov û hilberînê bigre heta pêvajokirin, parastin û vexwarinê. Lê ya girîngtir ew e ku vê yekê hîşt Farah bifikire ka çawa dikare vê pêvajoyê ji kesên din re jî veke, bi taybetî ji bo jinên ku xwedî jêhatîbûn û zanîna têkildarî ax, xurek û hunerên destan ên kevneşopî ne.

Di dilê aboriya herêmî de jin

Di çarçoveya însiyatîfa Farah Bû Salih de, berhemên herêmî ne tenê wek kelûpelên li ser refên dikanan têne dîtin; li pişt her berhemekê çîrokek heye û li pişt wê çîrokê jî jinek an hunermendek heye ku xwediyê zanîna bi salan a pratîkê ye, zanîna ku pir caran ji endamên malbatê û civaka herêmî derbasî wan bûye.

Ev yek balê dikşîne ser yek ji xalên herî xurt ên însiyatîfê: afirandina derfetan ji bo jinên hunermend da ku berhemên xwe nîşan bidin û bighîjin girseyeke berfirehtir. Farah Bû Salih bi jinên ji paşxaneyên cihêreng re hevkariyê dike û di navbera hilberîner û xerîdar de pirekê ava dike; di heman demê de ew girîngiyê dide parvekirina hûrgiliyên derbarê hilberîn, pêvajokirin û rêbazên parastinê de. Bi vî awayî pisporiya li pişt wê hunerê derdixe pêş. Farah cih vediguhere girêdaneke girîng ku hilberînera jin, xerîdar û bazarê bi hev ve girê dide.

Kuskus ne tenê xwarinek e

Di vê projeyê de kuskus xwediyê cihekî taybet e. Ji bo Farah Bû Salih ew ne tenê berhemeke xwarinê ye, lê mîrateyek e ku xwediyê dewlemendiyeke zanîn û teknîkan e; zanîn û teknîkên ku gelek jin berdewam in li ser parastina wan, ji berhevkirin û hilberîna dexlûdanan bigire heta veguherandina wan bo kuskusê. Her wiha bi rêya hevkariya ligel jinên din ên ku cureyên cûda yên vê xwarinê amade dikin.

Hin ji wan jinên ku ew bi wan re dixebite, kuskusê bi karanîna giya û riwekên bêhnxweş jî amade dikin û bi vî awayî cureyên nû diafirînin; cureyên ku dewlemendiya mîrateya xwarinê ya Cezayîrê û cihêrengiya wê ya herêmî nîşan didin.

Toreke hunerkar û destkaran

Tiştê ku însiyatîfa Farah Bû Salih balkêş dike ew e ku ew ne bi tenê bi berhemek an herêmekê ve sînordar e. Armanca wê ew e ku torekê ava bike ku rê bide jinên ji deverên cihêreng ên Cezayîrê, ji bo ku bighîjin platformeke nû ji bo pêşandan û zêdekirina nirxê berhemên xwe.

Hunerkarên li gund an herêmên dûr, pir caran nikarin rasterast bighîjin xerîdaran an bazarên berfirehtir. Însiyatîfên bi vî rengî dikarin wek pirekê di navbera her du aliyan de tevbigerin û derfetê bidin berhemên herêmî ku bigihîjin temaşevan an xerîdarên nû.

Lê nirxa vê yekê tenê di warê danûstandinê de nîne. Pêşkêşkirina platformekê ji bo van berheman, di heman demê de ji bo wan jinên ku xwediyê vê hunera destan in jî qadekê diafirîne. Ev yek projeya Farah Bû Salih vediguherîne tiştekî wek ekosîstemeke aborî û civakî ya biçûk; ekosîstemeke ku li ser bingeha hevkariyê hatiye avakirin, ne li ser bingeha veqetandinê, parvekirina pisporiyê û monopolîzekirina wê.

Aboriya dorhêlî

Farah Bû Salih modela xwe wek beşek ji aboriya dorhêlî (circular economy) pênase dike. Di vê pergalê de rêwîtiya berhemekê ne tenê bi hilberînê re bi dawî dibe, her wiha di qonaxên veguherîn, parastin, belavkirin û xerckirinê de jî berdewam dike. Di heman demê de hejmareke herî zêde ya jin û hunermendan jî tevlî vê pêvajoyê dike.

Hewl didin ku derfetê bidin jinan

Farah Bû Salih eşkere dike ku armanca wan ji destpêkê ve ew bû ku "kar bimeşînin û derfetên kar ji bo gelek jin û hunermendan peyda bikin." Ji bo Farah huner an pîşeyek ne tenê berhemeke amade ye, ew zincîreke zanîn, jêhatîbûn û têkiliyên aborî ye.

Bi vê dîtinê, Farah Bû Salih hewl dide ku ‘Tadart’ bike qadeke ku rê dide berdewamiya vê zanînê û di heman demê de ji bo wan jinên ku xwediyê vê zanînê ne, derfetên nû diafirîne. Li gorî ezmûna Farah huner an pîşe xala destpêkê ye, ne dawî ye.