Sîba bi Kafîtiriya Sêrlanto yê debara xwe dike

Sîba Nûr El-Cibên a 21 sal î li bajarê Hesekê Kafîtiriya Sêrlanto vekiriye û bi wê debara xwe dike got: “Ji ber ev kar weke karê mêra dihat dîtin despêkê her kesê ecêb li min dinêrî, paşê min karî têkiliyên xwe yên civakî xurt bikim.

 
SORGUL ŞÊXO
Hesekê - Jinên hêz ji şoreşa jinê girtine xwe di qada aboriyê de jî kêm nahêlin û pêre jî şêwe didin jiyana xwe. Jina ciwan Sîba Nûr El-Cibên a 21 salî ji başarê Reqayê li Hesekê dijî Enstîtuya Teknîkî qedandiye. Bavê wê ji ber nexweşiyê berî 7 salan jiyana xwe ji dest daye û birayê wê yê 10 salî, bi destpêkirina aloziya Sûriyê re di encama guleyekê de, tê qetilkirin. Sîba ji 16 saliya xwe ve li kêleka xwendina xwe, di kargeh, dikan, mobîliya û gelek cihan de dest bi kar dike, da ku mala xwe xwedî bike ji ber niha ew wekî rêvebera malê tê hesibandin. Ji bo em bêtir rêwîtiya Sîba, kar û xeyalên wê nas bikin, me berê xwe da cihê ku lê dixebite ew jî Kafîtiriya Sêrlanto ye, li bajarê Hesekê-Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û hevdîtinek berfireh pêre çêkir. 
Sîba wiha dest bi axaftina xwe kir: "Ji ber ku bavê min wefat kiriye û birayê min yê tenê hate qetilkirin, ez neçar mam ku malbata xwe ya ku niha ji çar kesan dayika min û ez û du xwûşkên xwe pêk tê, bi rê û rêbazên cûda xwedî bikim. Rewşa me ya aborî pir zeyîfe, ji lewra min di gelek kargeh wekî mobîlya, dikanên ergîlê û zîvan her wiha mol û gelek cihan de xebitîme. Armanca min tenê ew bû ku çawa dibe bila bibe, lê divê ku ez malbata xwe xwedî bikim, niha jî ez wekî rêvebera malê me. Xewna min ew e ku ez derçûna xwe temam bikim û bibim endezyar, lê rewşa me ya aborî têra pêkanîna xeyalên min nake."
“Ev kar weke yê mêran dihat dîtin”
Sîba çavê civaka ku hişmendiya rojhilatî serê xwe de girtiye wiha anî ziman: "Di civakê de, ez rastî pir gotinên ji rêzê hatim lê min ji xwe re nekir derdek ku ez herim û di mala xwe de rûnim û destê xwe bidim ber rûyê xwe û axîna hesretê bikşînim. Dema ku min di dikana ergîlan de kar dikir, awirên pîs didan min û ji min re digotin; ev cih ne cihê te ye ku lê bixebitî, karê mêran e ne yê jinan e. Lê min her tişt derbas kir, tenê ji bo armanca xwe, ew jî xwedîkirina malbatê bû."
“Saetên kar zêde ne û heqdestê min jî kêm e”
Sîba da zanîn ku saetên karê wê herî kêm di rojê 8 saet in hember 80 hezarî di mehekê de û wiha dirêjî da gotina xwe: "Dema ku min di karê mobîliya de kar dikir, ez heya saet 12’ê şevê dimam û rêya vegera malê jî pir zor bû, ji ber diket zivistanî û di şevên tarî de tenê jî diçûm malê. Saetên kar pir bûn, lê heqdestê min pir kêm bû. Di hinek cihên din de jî ez 8 saetan di rojê de bêyî navber dixebitînim, heqdestê min jî di mehê de 80 hezar bû. Ne tenê di hundirê kargeh û dikanan de, min li derve jî kar kiriye."
Sîba da xuya kirin ku li welatê wê hîn jin dibin qurbaniya hişmendiya civakê û wiha dom kir: "Min sê mehan li ser amûra eiksibrês ango amûra çêkirina çay, qehwe û kabatişîno, kar kiriye. Normal ew amûr li ser rê û kolanan e, ji ber rêwîyên ku tên, yekser dikirin û diçin. Lê herî dawî ji ber hişmendiya civakê a hişkî kilîtkirî, neçar mam ku dest ji karê xwe berdim û li cihekî din li hundir bixebitim. Li welatê me, tevî ewqase pêşketinên ku rûdan e, lê heya niha ji ber nêrîna civakê jin neçar dimîne ku dest ji karê xwe berde. Civaka me bibîne jineke dimeşe û tu pirsgirêka wê jî tune ne, wê pirsgirêkan ji nepirsgirêkêbûnê derbarê kesayeta wê de derbixînin. Hişmendiyeke hişk heye li vir, kes nikare pêre jiyan bike. Tenê kar li jinan qedexe dikin, bêyî ku li aliyê din yê mijarê binêrin ku ger jin neke wê kî bike. Em di serdema 21'an de ne, serdema pêşketina jinan e jî, ji lewra pêwîtiyeke pir bilez bi guhertina hişmendiyê heye."
“Min karî têkiliya xwe bi civakê re xurt bikim”
Sîba da payin ku di rêya karê ku ev 5 sal in li cihên cûda dike dikarîbû ku têkiliyên civakî jî xurt bike û wiha bilêv kir: "Di rêwîtiya karê xwe de, min gelek mirovên baş û ne baş nas kir. Ez di gelek tecrûbeyan re debras bûm û min sûd jê digirt. Her şaştiyek ji min re wekî tecrûbeyekê bû, min bi çavekî nebaş li vê şaştiyê nedinêrî. Her xeletiyek dresek bû. Di vir de jî têkiliyên min bi derdorê re pir xurt bû û bû gaveke baş ji min re. Niha dema ku li kolanê dimeşim, ez her bersiva silavên rûsipî, zarok, jin û kesên temen mezin yên rûken ji min re, didim. Ev silav tenê hêja ku mirov rojeke xweş bi hêvî pêşwazî bike. Pir bi wate ye ku mirov bi keda xwêdana eniya xwe, di nava civakê de were naskirin."
Sîba xewna ku her li pey wê dibeze bibîr xist û got: "Dema ku min dixwend, piştî ku saetên êvarî ji kar vedigeriyam min şîv dixwar û pirtûkên xwe radikir û dixwend heya berbangê. Roja din diçûm dibistanê û piştî wê diçûm karê xwe. Min navbera kar û xwendinê de, hevsengiyek çêdikir, ji ber ku ez xwedî hedef bûm, ku ez dikarim malbata xwe xwedî bikim û xewna xwe jî pêk bînim. Ji keçikeke 21 salî re, mirov nikare bêje xewnek tenê heye lê belê xewnên min yê ku dixwazim pêk bînim, pir in. Min her dixwest ku serdana bajarê Roma û Bondiqiyê bikim, zimanê wan hîn bibim da ku bikaribin bi civaka wan re danûsitendinê bikim. Çima Roma, ji ber ku ew bajarê evîndara ye û ji derveyî hezkirinê tiştekî din li wir nîne. Ev yek min di rêya fîlmên ku tamaşedikir, pirtûk û romanên ku dixwend û lêkolînên ku derbarê wan de dikir, nas kir. Zimanê wan Îtalî ye, pir zehmete lê ez ê hewl bidim ku xwe bighînim wan. Dema ku çend kêliyan ez dikevim xeyalan, wekî ku ez li roma me xwe xeyal dikim."