Rêzan bi keçên xwe re rêveberiya xwaringehê dike
Li navçeya Koye jina bi navê Rêzan Abdullah Qerenî xwaringehek bi keçên xwe birêve dibe û daxwaz ji jinan dike ku karê xwe bi xwe bikin, da ku çavên wan li destên kesan nebin.

ŞIYA KOYE
Koye – Li navçeya Koye ya girêdayî bajarê Hewlêrê, jin hewl didin bi xwe kar bikin û di warê aborî de serbixwe bin, bi karê ku dikin re jî derfetên kar ji bo jinên din ava bikin.
Rêzan Abdullah Qerenî jinek ji navçeya Koye ye û bi xwe bûye xwedî aboriya xwe ya serbixwe û derfetên kar ji bo jinên din ava kiriye. Daxwaza wê ya ji bo çêkirina xwarinê bûye sedem ku xwaringehek veke. Rêzan û du keçên xwe bi hev re dixebitin û derfetên kar ji bo du jinên din ên ciwan jî afirandiye.
Rêzan Abdullah Qerenî têkildarî fikra vekirina xwaringehê wiha got: “Min di sala 2022’an de xwaringehê vekir. Berê li herêma Ranyayê xwaringeha me ya cihê çêkirina kebabê hebû. Ez bi xwe diçûm min hem paqij dikir hem jî karê çêkirina kebabe dikir. Hevjînê min got dê gel gotinan bibêjin, min got ez ê xwaringeha xwe vekim û niha keçên min û du jinên din jî b imin re ne em bi hev re dixebitin.”
‘Hemû xwarinên me yên kurdewarî hene’
Rêzan Abdullah Qerenî da zanîn ku hemû xwarinên kurdewarî çêdikin û wiha got: “Ez bi xwe hemû xwarinan amade dikim û rojane xwarinên weke dolma, bîryanî, goşt û savar hemûyan amade dikim, hemû xwarinên me yên kurdewarî hena heta serûpê jî em çêdikin. Cudahiya xwaringehên mêr û jinan gelek e. Ji ber ku hûrgiliyên jinan hene, mêr nikarin. Ji ber xwarinên ku jin amade dikin mêr nikarin çêbikin. Di aliyê paqijî, tam û hemû tiştên din de nagihîjin jinan. Min qet reklam ji bo karê xwe nekiriye baweriya min bi kar û xwarinên min heye. Her roj sibehê zû têm keçên min ên zanîngehê temam kirine li vê derê alîkariya min dikin.”
‘Jin serkeftî ne’
Rêzan Abdullah Qerenî destnîşan kir ku heta van salên dawî jî bi çavakî ku lawaz bin li jinan dihat nihêrîn û wiha got: “Di gelek karan de jin ji mêran jîrtir in. Ji ber wê heta van salên dawî jî şerm bû jin derbikevin derve bixebitin. Lê belê niha mirov zana bûne û jin li derve dixebitin. Daxwaza min ji jinan ew e ku bibin xwedî karê xwe. Nabe jin her dem li male bin û çavên wan li destên kesan bin. Niha em hemû weke malbatên hev li vir bi hev re kar dikin û vê xwaringehê birêve dibin.”
‘Em alîkariya dayîka xwe dikin’
Rajan Salih keça Rêzanê ye û li peymangeha Koye mamoste ye, alîkariya dayîka xwe dike û dibêje: “Ji derveyî karê xwe ez alîkariya dayîka xwe dikim. Dema ev xwaringeh hat vekirin, li Koye tu jinan di xwaringehan de kar nedikir. Hinek cih hebûn lê ne bi vî awayî bûn, jin di wan de nedixebitîn. Me jî bi dayîka xwe û xwişka xwe re biryar da kar bikin û alîkariya bavê xwe bikin. Niha ev sê sal in em hemû weke malbata hev kar dikin û xwaringehê birêve dibin. Niha jin êdî derketine derve û dixebitin. Dayîka min zêdetir dixebite û xwarinê amade dike. Em jî alîkariya dayîka xwe dikin. Karê min ê sereke amadekarina meqbûlatan ‘berxwarinan’e. Ez qet nabêjim ez mamoste me têm vê derê dixebitim. Ji ber wê herdu karan bi serkeftî dikim û pê kêfxweş im.”