Pêwistiya jinên gund bi piştevaniyê heye
Biçûkiya cih, nebûna piştevaniya aborî li pêşiya xebatên jinên gund ên teybet û pêşketina wan nebûye asteng. Jinên li gundên Başûrê Kurdistanê dixwazin navendên rêxistinan alîkarî û piştevaniya wan bikin.

MIHRÎBAN SELAM
Tewêle – Li bajarokê Tewêle yê Hewremanê, çend jinan bi armanca derxistina hêza xwe mihrîcanek li dar xistin û tê de berhemên xwe pêşan dan û firotin. Jinên ku astengî derbas kirine û niha dikarin karên xwe bi pêş bixin û bibin xwedî karê xwe yê serbixwe, derfetên kar ji bo jinên din jî ava bikin. Ev jî dibe sedem ku baweriya wan zêde bibe û hewl bidin zêdetir bi pêş bikevin. Jinên gund ji berê ve bi karan re mijûl in û ji derveyî karên çandinî û lawirvaniyê bi destên xwe yên berhemdar dikarin cil û bergên neteweyî bidirûn û cilan û kel û pelên di nava malê binexşînin, ji bo xwe karekê damezrînin. Daxwaz dikin ku alîkariya wan bê kirin da ku cihê taybet ji bo karên wan hebin û piştevaniya wan bê kirin.
Her çendî navenda rêxistina taybet ji bo karên jinan û ji bo pêşxistina wan dewreyên perwerdeyan ji bo jinên gund veke jî lê belê wekî ku ew jî dibêjin divê jin jî girîngî bidin û pêwendî bi navendan re daynin, da ku bi hevkariya hev karê jinan bi pêş ve bibin.
Têkildarî vê mijarê mamosteya çêkirina şîrînahiyan a navenda parastina zarokên Tewêle Hena Elî, ji bo jinên bajarokê Tewêle dewreyeke perwerdeyê vekir axivî.
‘Ji bo jinên gund fêrî kar bibin pêwistî bi destên ji derve nîn e’
Hena Elî diyar kir ku girîng e piştevaniya jinên destrengîn ên gund bê kirin û got: “Ji ber ger fêrî pîşe û berhemên dest bibin pêwistî bi karê rojane nîn e her biçin û bên, dikarin li malê pêwistiyên xwe dabîn bikin. Peyama min ji bo jinan ew e ku ew karê ku dixwazin bikin û serdana navend û rêxistinan bikin, ji bo kêrhatiya xwe gavan biavêjin.”
‘Bi piştevaniya navendê hatim ji derve min gelek kes fêrî dirûtinê kiriye’
Mamosteya dirûtinê Sûma Fexredîn da zanîn ku bi piştevaniya navendan dikaribûye ji malê derbikeve derve û kar bike, li gel wê jî gelek kes fêrî dirûtinê kirine û got: “Piştî 30 salan ez derketim derve, di navenda parastina zarokên Tewêle de alîkariya jinan dikim û divê piştevanî hebe, jin bikaribin alîkariya hev bikin. Berê tu cihekî tunebû lê belê niha navend ji bo piştevaniya me hatine vekirin ji bo ku em bikaribin derfetên kar ji bo gelek jinên din jî ava bikin.”
Piraniyê jinên beşdarî mihrîcanê bûne xwedî karên xwe yên taybet in, daxwaza piştevaniyê kirin. Wan destnîşan kirin ku ger alîkariya wan bê kirin, ew ê karê xwe bidomînin û her dem xizmetê ji derdorê re bikin.