Noha Necm: Salek piştî êrîşa li ser Xezayê aborî baş dibe

Ji ber pandemiya korona ku hemû beşên jiyanê têk bir û Xeza jî ji wê paşveçûnê bandor bû, dema ku dest bi başbûnê kir êrîşa Gulana 2021'an carek din karûbarê aboriyê xera kir.

RAFIF ESLEEM

Xeza - Şirovekara aborî Noha Necm piştrast kir ku pandemiya korona, êrîşa Gulana 2021’an rêjeya bêkariyê ku yek ji faktorên herî girîng e bandorê li mezinbûna aboriya Xezayê kiriye.

Şirovekara aborî Noha Necm got ku pêvajoya wan hewil dida ji bin bandora koronayê hinek rewşa aborî baş bikin vê carê jî êrîşa li ser Xezayê dest pê kir û bû sedema berdewamiya bûyerên kêmbûna aborî û wiha domand: “Bi vê yekê carek dinê vegeriya rewşa xwe ya berê nemaze bi sedema kêmbûna daxwaziya giştî ji bo kelûpel û berheman. Berdewamiya zêdekirina rêjeya bêkariyê ku gihîştiye ji sedî 46`ê bandor li ser aboriya welat bi giştî kiriye.”

Noha Necm da zanîn ku piştî bi dawîhatina salek li ser êrîşa ser Xezayê re derbasbû aborî bi giştî dest bi başbûnê kir, lewra rêjeya başbûnê li Xezayê gihişte nêzîkî ji sedî 3, lê ev rêje li Şerîeya Rojava zêde bû û gihîşt ji sedî 7’an û wiha dom kir: “Hin faktorên din hene ku bandorê li geşbûna guncaw a aborî li Xezayê dike, ji wan dorpêçkirina Îsraîlê, lawazbûna çavkaniyan, ango kelûpelên bingehîn ên hilberînê. Dorpêçkirina dagirkeriya Îsraîlê ji alîkariyên biyanî ên girêdayî bûdceya deshilata Filistînê ji ber sedemên siyasî ku ji malbatên girtiyan û şehîdan re tê dayîn, rola xwe di kêmbûna mezinbûna aboriyê de heye. Di heyama piştî pandemiyê de bilindbûna nirxê kelûpelên bingehîn ên wek genim, rûnê xwarinê û şîr, nemaze piştî şerê Ukraynayê çêbuye.”

Noha Necm da zanîn ku rêjeya kêm a geşedana aborî normal e di va rewşa ku cîhan tê re derbas bûye ji karesata tenduristiyê ku bû sedema têkbirina jiyana aborî bi giştî. Wek nimûne, welatên mezin wek Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYA) hîn jî tûşî bandora kêmbûna aborî ne û ev kêmbûn asayî dimîne heta ku rêjeya wê ji sedî 2 derbas nebe, ji ber vê gihiştina ji sedî  8.3 wek karesata aborî tê hesbandin ku hê jî bi çareseriyê re rû bi rû ye.

Noha Necm pêşbînî dike ku di heyama bê de geşbûna aborî li Xezayê çêbibe ji ber başbûna dayîna mûçeyan û derxistina kar bo hundir di rêya destûra Îsraîlê ji hejmarek ji welatiyên Filestînî re. Bêîstîqrariya hejmara karkerên ku diherikin hundur ew e ku astengiyek e di diyarkirina rêjeya başbûna aborî de ku tê pêşbînîkirin ku bigihêje 17 hezar karkeran.

Noha Necm anî ziman  ku derçûyên zanîngehan barê herî giran e li ser aboriyê li Xezayê, ku di rêjeya bêkariyê de kategoriya herî bilind pêk tîne di van rewşên sînordarkirina derfetên kar li gorî asta akademîk di bazara herêmî de û nebûna şert û mercên xebata wan li herêmên Filistînê. Zêdebarî nekarîna wan ji bo dabînkirina lêçûnên pêwîst ji bo bidestxistina destûrên kar ên buha. Ev pirsgirêk dê bibe stûna herî girîng di geşbûna aboriya Xezayê de.

Noha Necm bi nirxandina berê diyar dike ku aboriya li Xezayê rasterast ji guherînên dolarê nayê bandorkirin, di heman demê de bihayê sotemeniyên wekî benzîn, mazot û yên din dê bibe şahidê guhertinek berbiçav ji ber ku ew bi bazarên darayî û borseya gerdûnî ve girêdayî ye.

Noha Necm di axaftina xwe de got ku Filistîn dê bi giranî ji enflasyona cîhanî neyê bandor kirin, lê belê Misir dê bi van astengan re rû bi rû bimîne, wek nimûne dê xwe bispêre çend welatên cîran ji bo ji peydakirina hewcedariyên genim ji gelê xwe re. Tevî kêmbûna rêjeya bazirganiya cîhanî di dema niha de, dahata neteweyî ji bihayan bandor nebûye, nemaze kelûpelên giştî ku li gorî pîvanên diyarkerên bazara cîhanî ne. Daxwaza ji kelûpelan re li Xezayê di dema niha de tê qebûlkirin û ev yek nîşana mezinbûna aboriya li Xezayê ye.