Herî zêde keda jinan tê xwarin
DEM Partî ji bo 1’ê Gulanê bi diruşmeya ‘Ji bo Nan, Aştî û Edaletê berbi 1’ê Gulanê ve’ xwe amade dike. Di qada 1’ê Gulanê de li dijî krîza aborî, polîtîkayên şer û hilweşîna ekolojiyê, banga mezinkirina têkoşîna hevpar li kedkar, jin û ciwanan kir.
Navenda Nûçeyan – Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), di giştînameyên ku ji heraman re şandine, îsal wê 1’ê Gulanê çawa pêşwazî bikin û têkildarî diruşmeyê agahî da. Di giştînameyê de, hate diyarkirin ku pergala kapîtalîst xwe li ser şer û krîzana dide domandin, encamên vê yên herî giran kedkar, jin û zarok dijîn. Hate îfadekirin ku pevçûnên ku li Rojhilata Navîn didomin, gel koçber kiriye, xizanî kûr kiriye û ked bê grantî kiriye.
Herî zêde keda jinan tê xwarin
Hate destnîşankirin ku jin hem di pêvajoyên ked û hem jî di jiyana civakî de hê zêdetir keda wan tê xwarin û rastî tundiyê tên. Îfade kir ku ku pergala mêrê serdest li ser bedena jinê û keda wê zordestî kûr kiriye. Diyar kir ku hilweşîna ekolojîk jî encama heman polîtîkayê ye. Amaje bi wê yekê hate kirin ku mafên sendîkayî paş ketiye, rêxistinbûn û mafên grevê rasterast hatiye astengkirin, li dijî teşwîqên ku sermaye pêktînin mafên kedkaran hatine binpêkirin.
Bi daxwaza aştî û demokrasiyê berbi 1’ê Gulanê ve
Banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bîr xist û da zanîn ku têkoşîna ked û têkoşîna aştî û demokrasiyê ji hev ne cûdaye û divê çarçoveyê de, ‘Aştî nebe, ked azad nabe, bêyî demokrasiyê wekhevî pêknayê’ wê îsal di 1’ê Gulanê de li qadan derbikeve pêş. Li dijî polîtîkayên şer aştî, li dijî kedxwariyê ked û li dijî zextê divê aştî bi hevre were parastin.
Amadekariyên 1’ê Gulanê destpê dike
Divê çarçoveyê de DEM Partî ku xebatên 1’ê Gulanê wê ji îro pêde bide destpêkirin, rêxistinên bajar û bajarokan, tax bi tax, kolan bi kolan dê xebat bidin meşandin, bi karker, jin, ciwan û beşên bê ewle di xebitin re rasterast civînan li dar bixin.
Li Amed û Wanê dê mîtingên nevendî werin li darxistin, li bajarên din jî wê hevdîtinên gel û daxuyanî werin dayîn. Ji derveyî wê li bajarên Tirkiyeyê û Kurdistanê bi hêzên ked û demokrasiyê re mîting û çalakiyên hevpar werin rêxistinkirin.
Di 1’ê Gulanê de bi Baretên karkeran, kefiyên kedkarên çandiniyê, bi daxwazên jin û ciwanan wê li qadan bin. Hate diyarkirin ku dê têkoşîna ekolojiyê di qadan de were dîtin.
Her wiha ji rêxistinên bajar û bajarokan, wê çalakiyên wek şahiyên karkeran, forum, kursiyên kedê, panel, hevdîtin, pêşandanên sînemaya vekirî werin li darxistin. Ji bo balê bikşînin ser karkerkirina zarokan, li dijî karkerkirina zarokan, li gel zarokan li atolyeyan, şantiye, qadên çandiniyê dê daxuyanî werin dayîn û wê kursiyên ku zarok bikarin biaxivin werin avakirin.
DEM Partî, bang li hemû beşan kir ku bi daxwaza ‘Nan, Aştî û Edaletê’ di 1’ê Gulanê de li qadan bin.