Navenda Naima Boukhotta yekem navenda perwerdeya jinan e

Naima Boukhotta teqez kir ku armanca avakirina navendek ji bo hînkirina pîşeya dirûtinê pêşkêşkirina xizmetguzariyan ji bo jinên ku ji şer bandor bûne û zêdekirina rola wan a di warê aborî de ye her wiha amedekirina wan a ji bo xebatê ye.

HENDIYA EL-UŞEYBI

Lîbya- Tevgera jinan piştî şoreşa Sibata 2011'an bû şahidê vejînê. Di hemû qonaxên veguhêz de jin beşdar bûn tevî kêşeyên ku di warê aborî, civakî û ewlehiyê de pê re rû bi rû mane û tevî nebûna daneyên rast li ser beşdarbûna jinan di bazara kar a Lîbyayê de jî dikare were gotin ku hejmara jinên  xebatkar ên ku pargîdane û projeyên biçûk û navîn dimeşînin li hejmareke mezin ji bajar û herêmên Lîbyayê zêde dibin da ku beşdarî pêşketina welat bibin û debara jiyana xwe baştir bikin.

Tevî wêranî û kuştina ku komên terorîst belav kirin, di dema kontrolkirina hin bajar û navçeyên Lîbyayê de berî rizgarkirina wan, di nav de bajarê Derna li rojhilatê Lîbyayê, Naima Boukhotta, a 65 salî dikaribû yekem navenda perwerdekirina jinan ava bike da ku wan fêrî dirûtinê bike li bajêr di sala 2018'an de.

Naima Boukhotta, mamosteya dibistanên bajarê Derna û dayika çar zarokan e, dikaribû yekemîn navenda perwerdekirina jinan di karên destan ên wek dirûtin, neqişandin û sêwiran de ava bike û kesên ku koçber bûne yan di dema şeran de rastî ziyanan hatin bi hêz bike.

Bi sedan jinan hînî neqişandin û hunera destan kiriye

Rêvebera navenda dirûtinê Naima Boukhotta got ku ji dema damezrandina navendê ve heta niha wê zêdetirî 450 jin û keçên ciwan ji temenên cuda li ser pîşeyên dirûtinê, neqişandin û hunera destan perwerde kiriye ku bi riya wê re perwerdekar fêrî hunera veqetandin û dirûtinê bi amûrên zanistî yên herî dawî dibin. Her wiha perwerdekar perwerdeyên teorîk li ser mekanîzmaya birêvebirin û kirûbira dirûtinê digrin. Jin piştî perwerdeyê dikarin xizmeta malbatên xwe bikin, şêwaza jiyana xwe baştir bikin û derfetên kar ji jinan re çêbibin da ku dahata xwe zêdetir bikin, bi taybetî jinên ku di şer û koçberiyê de malbatên xwe ji dest dane.

“Perwerdekaran di warê zanîna amûr, materyal û dirûtinê de perwerdeya pratîk dîtine”

Der barê perwerdeyên ku di dewreyê de digirin, Naima Boukhotta diyar kir ku perwerdekaran di warê zanîna amûr, materyal û dirûna bingehîn de perwerdeya pratîk û teorîk dîtine. Her wiha zêdebarî mekanîzmaya bikaranîna makîneya dirûtinê, çandina çanda afirandina ramanan û sêwiranên nû di dirûtina cilan de, bi riya nîşandana berhemên sêwiranên navneteweyî, ravekirina raman û xebatên wan û çawaniya hilbijartina reng û birandina cilan.

Naima Boukhotta pîşeya dirûtinê û neqşandinê ji dayik û dapîra xwe girtiye. Yên ku di salên şêstî û heftêyî yên sedsala borî de di sêwirandin û dirûtina cilên leşkerî, ji bo hêzên artêşa Lîbyayê de beşdar bûne û got ku ew ji diya xwe fêrî rêçên neqişandin, rêzkirin û hevahengkirina rengan bûye. Nemaze di dema dirûtina cilan ji hunermendên beşdar di şanoyên ku li şanoya Neteweyî li Dernayê tên pêşkêşkirin.

Naima Boukhotta diyar kir ku armanca damezrandina vê projeya xizmetguzariyê ew e ku xizmetguzariyan pêşkêşî jinên ji ber şerên ku li bajêr qewimîne mexdûr bûne bike û rola wan a aborî zêde bike û wan ji bo xebatê amade bike. Bi riya fêrkirina wan a pîşeyek ku bi riya wê bikaribin projeyên xwe ava bikin.

“Bila saziyên li welat piştgirî bidin davend û saziyên jinan”

Naima Boukhotta bang li desthilatdar û berpirsyarên li welat kir ku piştgirî bidin navend û saziyên jinan ên pispor di pêşkêşkirina xizmetguzariyan de ji bo jin û keçên ciwan, bi taybetî yên ku di şeran de malbatên xwe ji dest dane û rola wan a aborî zêde bikin.

Di dawiya axaftina xwe de Naima Boukhotta kêfxweşiya xwe ji bo beşdarbûna keçên ciwan di kursên perwerdeyê yên ku ji aliyê navendê ve tên organîzekirin û daxwaza xwe ya ji bo fêrbûna dirûtin û bikaranîna derziyan di sêwirandina kel û pelan de nîşan da.

Tevî kêşeyên ku li Lîbyayê rastî jinan tên û nekarîna beşadariya wan bi awayekî berbiçav di bazara kar de jî Bankaya Cîhanî eşkere kir ku Lîbya yekem welatê Ereb e di warê beşdariya jinan di bazara kar de, bi rêjeya ji sedî 35,7ê ji tevahî hêza kar.