Li Morîtanyayê karsazî êdî ne tenê para mêran e

Konseya Jinan a Kar ya Morîtanya ji bo jin di jiyana kar de hê bibandor bin gelek proje pê xistin, bi karsaziyê êdî di hemû sektoran de jin dikarin hebûna xwe bidin diyarkirin.

HATÎCE ŞEXNA

Morîtanya- Morîtanya ku di navbera Senegal û Sahraya Rojava ya Rojavayê Efrîqayê de cih digre, Konseya jinan a Kar ya Morîtanya ji derveyî kampanyayên hîşyariyê ji bo teşwiqkirina wekheviya zayendî û jin di jiyana siyasî de bi aktîv bejdar bibin di mijara mafê jinan projeyan didin meşandin. Li welatê ku jin ji bo mafê xwe gelek hewldan daye, ji bo jin di jiyana kar de hebûna xwe bide nişandan mijarek nû ya kê tê nîqaşkirin e. Jin di sektorên diyarkirî de dikarin bixebitin, lê belê weke  hemû welatên cîhanê li beramberî keda xwe wekhev nagrin.

Seroka Konseya Jinan a Kar ya Morîtanya Fatima Mint Al-Fil da zanîn ku di sala 2017’an de piştî avakirina konseyê ji bo jinan xebatên taybet xistin meryetê, destpêkê tabanek ya daneyan ava kirin û wiha got: “Konseyê stratejiyek 5 salî di navbera salên 2020-2025’an de ava kir, hedef dike ku jinan entegreyi nava civakê bikin. Sektorên weke çandiniyê, masîvanî, lawirvanî û weke din taybet karên  mêran bû. Bi saya stratejiya konseyê jin li Morîtanya di hemû sektoran de hebûna xwe nîşan da.”

‘Jin bi hêz nedibûn’

Fatîma Mint Al-Fil diyarkir ku hedef dikin ku jinan di jiyana kar de bi awayê aborî bi hêz bikin û got: “Dema li rastiya civakê tê meyzekirin, jin di qada aborî de bi hêz nabin, bejdarî qada siyasî nabin û di pêşketinek ya civakê çênabe. Em weke konseyê em dixwazin ya heyî bi guherin. Dema em werin li ser, me çawa konsey ava kiriye; Ez tenê jinek bûm di bazarek ya xwarinê de ku mêr têde hebûn min kar dikir. Fikrê avakirina konseyê ji vêderê hat. Di heman demê ez beşdarî gelek konfaransên navnetewî bûm. Ji her welatekê delegeyên jin beşdarî konfaransê dibûn, ji Morîtanya yekem jina ku beşdarbûyî ez bûm. Diviya bû sazî û rêxistinên ku piştgiriya jinan dikin ku beşdarî forum û çalakiyên wiha bibin hebe. Di berdewamiya wê de li gel gelek jinan me avakirina vê konseyê bi serxist.” 

‘Firsenda ku besiya xwe îsbat kiriye girtin’

Fatîma Mint Al-Fil destnîşan kir ku serkeftina di avakirina konseyê de ne tenê xebatê wê bû, bi beşdariya hejmarek zêde ya jinên ciwan ev biserxistine û wiha berdewam kir: “Di konseyê de hezar û 700 jin cih digrin. Li Morîtanya tevî piştgiriya kêm ya jinan di qada rehejmendî de girtî, dibin ala konseyê de gelek aktivîstên hatin rêxistinkirin, di salên dawî de bi taybet di qadên cûda de, li welat ji bo rehejmendiya jinan avakirina tebanek berfireh bi serxistin e.  Sanahî û çandinî û yên din jî di navde, di qadên cûda yên berhemdanê de ji derveyî veberhênan, dewreyên perwerdê jî li dar dixin û di qada rehejmendî de jinan firsenda hebûna xwe û kêrhatiyên xwe îsbat bike girtin. Konseya kar ya Jin, destpêkê masîvanî, lawirvaniya di kolikan de û çandinî ji di nav de, di sektorên cûda de bi alîkariya hevkaran imza li binê gelek projeyan dane.”

Fatîma Mint Al-Fil bi bîrxist ku di qada siyasî de tevî zehmetiyên ku jin rastî tên, hebûna wezaretak ku bi sektora jinan re eleqeder dibe û bi hêvîne nasandina stratejiyê bikin û got: “Di serokatiya beş û şêwirmendiya Şaredariya Kasr de jî cihê jinan tê dagirkirin. Jin di qada aborî de nayên xebitandin, jinên ku dixebitin, ji mêran kêmtir bac digrin.”