Jin bi karên xwe li dijî krîza aborî têdikoşin

Bi zêdebûna bihayê her tiştî û kêmbûna nirxê diravê re, metbex ji bo gelek jinên Kurdistanî vegeriyane atolyeyek biçûk a hilberandinê.

ŞEHLA EHMEDÎ

Rovansar – Bi sarbûna hewayê û kinbûna rojê re, rengê jiyanê di nava malan de diguhere. Dengên têkdana qûşxaneyan, bêhna tirşîna nû, destên ku her dem tevger dikin, mizgîniya hatina zivistanê didin. Jinên ku ji roja destpêkê ya biharê ve bi aheng di nava xwezayê de dixebitin, niha bi hatina payîzê re ji bo jiyana werza zivistanê amadekariyan dikin.

Ev hewldan, ji bo gelek jinan ne tenê domandina kevneşopiyek e, di heman demê de bersiva ji bo krîz, xizanî û bêaramiya aboriyê ye jî. Di metbexên biçûk û bersifkên girover û raxistî de, cîhaneke bêdeng derdikeve. Her qavanozek salçeyê, her tasek tirşînê, sembola berxwedan û jiyanê ye. Ev jin bi guherîna werzan re, ne tenê ji bo germahiya mala xwe, ji bo berdewamiya jiyanê jî bi bêdengî, sebir û destên ku bêhna axê ji wan tê têdikoşin.

‘Niha ti qîmeta pere nemaye’

Xedîce Merîdî yek ji wan jinên ku bi karê di malê de dike debara xwe pêk tîne ye. Firingiyan qet dike û destê wê qet nasekinin lê belê kenîn ji rûyê wê kêm nabe. Yek bi yek firingiyan qet dike û wiha dibêje: “Ev bi salên dirêj e ez salçe çêdikim. Wê demê şûşeyek salçe bi 5 hezar tumenan bû, niha bi 250 hezarî ye. Berê qîmeta pere hebû, hinek caran ên nas zêdetir didan, ji ber bawer dikirin ku karê me paqij e.”  

Xedîçe Merîdî sekinî û weke ku hesabê salan di mejiyê xwe de derbas dikir, wiha domand: “Berê bi pereyê ku min qezenc dikir zêr jî dikirî lê belê niha tenê têra debara malê dike, yan jî tenê dikarim pêwîstiyên xwe pê bikirim. Bi vê enflasyonê ma tiştekî din tê kirin?”

‘Bişev û biroj dixebitim’

Xedîce Merîdî weke gelek jinên din, her sal dema payîz tê amadekariyên zivistanê dike. Salçe, tirşîn, giyayên hişkkirî, rîçalê çêdike, hem malê germ dike, hem jî beşek ji mesrefa jiyanê derdixe û dibêje: “Bi şev û roj li ser qûşxaneyê me, yan jî giyayan dibjêrem. Ev 10 sal in vî karî dikim. Gelek muşterî nas in, an jî xizmên min in. Bi taybetî jinên ku dixebitin, ji ber dema wan a ji bo xwe tiştek çêbikin namîne.”

Xedîce Merîdî her wiha behsa zoriyên kar jî kir û got: “Dahata wê ne xirab e lê belê li gorî keda em didin gelek kêm e. Hinek şevan ji ber êşa piştê û tenişta xwe nikarim razêm. Dema salçe dikele destê min dişewite, dema giya dikelînim jî wiha ye. Lê belê dîsa jî didomînin, ji ber hem destekê dide butçeya malê hem jî tesarufê dike. Qet nebe dizanim kj paqij in, ji derve bi tenduristir e.”

‘Dema berhemên keda xwe dibînim kêfxweş dibim’

Dema min qonaxên kar pirsî, bi kêra di destê de bi awayekî hêmin wiha dibêje: “Ez destpêkê firingiyan kom dikim, rojekê dihêlim ji bo nerm bibin. Piştre ez dişom û hûr dikim, cihê spî jê  derdixim. Çend rojan di nava qutiyê de dihêlim, ji bo ava xwe ji xwe bide, her roj divê were têkdan, an na wê kufik bigre. Roja dawî dixim qûşxaneyak mezin dikelînim divê binê wê negire, yan wê kar zor bibe.”

Di dawiyê de şûşeyeke gazozê digrim destê xwe salçeya sor dixim navê. Bi rûyekî bi ken dibêje:
“Dema ez salçeya amade dibînim, hem diwestim, hem jî kêşfxweş dibim. Bi awayekî hîs dikim ku min para xwe ji jiyanê girtiye.”

‘Cîranan her dem pesnê paqijiya karê me didan’

Biyan Weysî, yek ji jinên ku bi salan e salçeya firingiyan çêdike, difiroşe û debara xwe pê dike, ew jî li ber agir rûniştiye, rojên xwe yên borî bi bîr tîne, diyar dike ku wan deman salçeyê dixistin şûşeyan muşterî yek bi yek dihatin digirtin û dibêje “Her dem muşteriyên salçeya min hebûn. Ne kufik digirt, ne jî rengê wê xirab dibû, ji yên amade gelek xweştir bû. Cîranan her dem pesnê paqijiya karê me didan.”

Lê belê niha di dengê Biyan Weysî de westandina bi salan tê hîskirin û dibêje: “Êdî hêza min a wan karan nemaye. Ez gelek rabûm û rûniştim, êdî tenişt û pişta min têk çûne. Bijîşk got fitiq heye. Niha tenê dikarim ji bo xwe çêkim. Hem erzan e hem jî zarokên min zêdetir ji salçeya malê hez dikin.”

‘Kes keda me jinan nabîne’

Biyan Weysî bi îfadeyek hêmin wiha didomîne: “Ez qet nedifikirîm ku karê malê ewqas zor û bi westandin be. Em jin her dem dixebitin lê belê kes vê weke kar nabîne. Dibêjin erka we ye. Westana me qet nayê dîtin. Tevî hemû êşên xwe, ez hê jî salçeyê çêdikim. Ez jê re dibêjim salçeya Kurdan, ji ber bêhna jiyana me jinan jê tê, parçeyek ji çand û kokên me ye. Xweziya rojekê keda me bihata dîtin.”