Li Kirmanşanê firoşyarên seyar: Li dijî xizaniyê têkoşînek

Li taxên derveyî bajar ên Kirmanşanê, dûrî nêrînên mêrên bi hêz, jin li dinyayek tije cûdakarî û zext, ji bo peydakirina pariyek nan têdikoşin. Lê belê ev têkoşîn tenê ji bo jiyanê ye? An jî çirûskek yê guherîna aliyê herî tarî yê civakê ye?

NASIM EHMEDÎ

Kirmanşan – Destpêkê ev der dibe ku bişibe tabloyek li pişt pilana wê ya rengê axê bi deh hezaran reng be. Lê belê ger bi dîqat lê were meyzekirin xwediyê vê berhemê, jinek ku hêvî dike bi cilên kevin û bi reng ku daniye erdê ji bo pariyek nan bibe malê di firoşe ye.

Gelek ji me rûyê rast ê xizaniyê nizanin. Ji tebeqeya herî xwar ya civakê xizanî, jiyana mirovan berbi çala herî kûr û tarî ve dibe. Xizanî dikare kêrê bixwe destê yekê de û bike qatil; dikare wijdan û rûmetê bike hedef, heta dikare jinê neçarî firotina beden bike. Lê belê gelek jin, li cihî ku radestî van zoriyan bibe, bi qazancek kêm firşgariya seyar tercîh dike, di riyek din de têkoşîn hilbijartiye.

Di van rojan de parka rojhilat ya Kirmanşan, ji bo jinan bûye xalek a destpêka têkoşîna jiyana wan. Ev jinên ku hewl didin bi firoşgariya seyar jiyana xwe bi domînin, hewl didin bi fêdeyek biçûk dahata xwe pêkbînin. Hewl didin bi firtotina cilên destê duyemîn û tiştên malan ên kevin ku sermaya wê gelek kême li ser lingan bimînin.

Jin rastî zehmetiyan tên

Herçend di dîtinê de asan were xuyakirin, destpêkirina vî karî gelek zehmete. Ji ber zêdebûna zextên aborî, her roja diçe hejmara firoşyarên seyar zêde dibe û di bazara Înê ya Kirmanşanê de cih dîtin zehmete. Jin wek bi salan ji derveyî jiyanê hatine hiştin, li vêderî jî mehkumî avêtina aliyan dibin. Jinên ku li parka rojhilat tiştan di firoşin, hewl didin li aliyê herî alî qadên biçûk bibînin û tiştên xwe yên kêm bi fêydeyên kêm bi firoşin.

Ev jin dibêjin mêrên firoşger bi giştî li bazara cihên herî baş girtine û wan cihan weke herêmên xwe dibînin. Ger rojekê jî mêr lê wêderê nebin, destûr nayê dayîn jin wê valetiyê dagrin. Lê belê zoriyên ku jin rastî tên bivê ve sînordar namîne.

‘Em li gel dayîka xwe tên’

Amîne ya 25 salî, li gel dayîka xwe firoşgariyên seyar dikin û wiha dibêje: “Min bavê xwe beriya salan winda kir. Dayîka min roja Înê li vê parkê dezgah diveke û tiştên meyên kevin di firoşe. Destpêkê bi tenê dihat, lê belê dema mêrên firoşger nexweş nêz dibûn, me biryar da ku li gel birayê xwe yê 14 salî li gel werin. Gelek mixabin dayîka min ya 53 salî dema bi tenê mêran cesaret dikir ku wê tacîz bike, lê belê dema birayê min yê 14 salî hat gel kes nêz nabe. Weke ku dema jin tenê be tê wateya ku erêkirina  ji bo nebaş nêzbûnê. Ger ku li gel mêrek biçûk jî hebe êdî kes nêz nabe.”

Di civakên ku mêr serdest de hemû wesfên ku kes xwedî ne bê nirx dike; tenê zayend diyarker dibe. Bûna jin gelek zext û awayên zilmê bi xwe re tîne. Jin dibin hedefên êrîşên zayendî, dibin mexdûrên tundiya di nava malê de; ji ber pergala serdest a mêr, dema bixwaze hêza xwe diyar bike jinê dike qûrbanê destpêkê.

‘Erkdarên şaredariyê ji her dezgahekê bacê digre’

Jinek din ya firoşgera seyar ya bi navê Sara wiha dibêje: “Bi giştî jin dezgahên biçûk divekin, nabe metreyek. Ji ber mêr hemû qad girtiye û destûr nade jin belav bibin. Lê belê ev jî ne têrkere. Erkdarên şaredariyê ji her dezgahekê bacê digre. Ji dezaghê meyê yek metre qasî dezgahên mêran ên 5 metre bacê dixwazin. Mînak ji bo dezgahê 5 metre 20 hezar Tûmen digrin. Ji min jî heman bacê dixwazin. Dema ez îtiraz dikim dibêjin ‘ger giliyê te hebe ezê hemû dezgahê bigrim.’”

Mêr ji fikrê ku wê jin bi serxwebûnek gelek kêm bi hêz bibe û kilîşeyên civakê derbas bike di tirsin. Jinên ku firoşgariya seyar dikin û yan jî di karên demkî yên wek vê de di xebitin, gelek caran di nava civakê de beşdarî xebatên bi bac dibin. Ev tê wateya ku ew di jiyana xwe de cara yekem karekê bikin û li bermaberî wê qazencek ku bi xwe biryar bide ne.

Ev jinane bi giştî endamên tebeqeya xwar ya civakê ne. Cihê jinên di vê sinifê de malê wê û siya mêrên ku di malbata wêdeye. Erkê wê, anîna zarokan û pêkanîna fermanên mêrane. Lê belê niha ev jin, sînorên ku jêre hatiye xêzkirin derbas dikin û gav diavêjin qadên ku ji jinan re hatin qedexekirin û derdikevin ji derveyî qalibên ku mêrên serdest xêz kiriye. Li gotî fikrê ku di civakê de hakim: “Yê nan tîne hikum dike.” Ev jî ji bo mêr di jiyan û biryarên jinan de bibin xwedî gotin zemîn ava dike. Lê belê ev jin dest bi karkirinê bikin û qezenc bi dest bixwin, wê serdestiya mêr ya li ser hilweşîne. Ji ber çavkaniya bingehîn ya tundiya mêr bi giştî hêza aboriye. Ji ber vê mêr li beramberî hewldana jinek ku bûna xwedî serxwebûna xwe rexne lê dike, biçûk dixwe û zextê lê dike. Ji ber diyar dike ku derketina jinê ji serdestiya mêr, li dijî rêkûpêkiya ku ava kirine destpêka îsyanê ye.

Jin ji bo şikandina vê pergalê şer dikin. Di vî şerî de her xuhdana tê rijandin, her tiliya tê perçiqandin, her cilê kevin yê tê firotin, di rastî de tê wateya ku ji bo azadiyê bilokek din danîne. Belku di rojekê de, di nava cilên desta du yê jinan de, Sîmorg bi muyên xwe reng pencê azadiyê bi hejîne.