Li Hîzanê jin ji bo berhevkirina cehterê çiya bi çiya digerin

Jin li Hîzanê bi hev re li çiyayan digerin, gelek cureyên giyayan berhev dikin. Jinên ku di vê demsalê de dest cehtera li çiya berhev dikin, vê giyayê ku bêhn û tama wê gelek xweş û tûj e hem di xwarinê de hem ji bo çay hem ji bo nexweşiyan bi kar tînin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Bedlîs – Weke her sal, di vê sale de jî bi hatina biharê çiyayên Kurdistanê bi rengê kulîlkan xemilîn. Li bajarê Bedlîsê ku bi erd û çiyayên xwe yên bi bereket tê nasîn, jin bi germbûna hewayê re bere xwe didin çiyayan û bêhna xwe derdixin. Jinên Kurd ên ji raboriyê ve heta niha bi giyayên ku li çiya tên komkirin xwarinê çêdikin, dizanin ku her giyayek ku li çiyê şîn dibe dê li ku derê were bikaranîn û ji çi re sûda wan heye. Jinên li Hîzana Bedlîsê hildikşin cihên bilind, ji bo komkirina cehtera çiyê ku di vê demsalê de şîn dibe, bi saetan dixebitin. Jin cehterê, di gelek xwarin û nexweşiyan de bi kar tînin.

Jin bi hev re cehterê ji çiya berhev dikin

Meryem Korkmaz a ku bi kombûna jinan re ji bo komkirina cehtera çiyê, berê xwe dide çiya, bi du poşetên di destên xwe de du cureyên cuda yên cehterê berhev dike. Meryem Korkmaz, anî ziman ku ew hildikşin çiya û diyar kir ku cehtera çiyayî ya ku ew berhev dikin di vê demsalê de şîn dibe û havînê tê zuhakirin.

"Em westandina xwe hîs nakin"

Meryem Korkmaz ji aliyekî ve cehtera çiyê kom dike, ji aliyekî ve jî der barê karê dikin de wiha dibêje: “Em ji çiyayên xwe pir hêz dikin. Dema hildikişin çiyayan bêhna me derdikeve. Di meha Gulanê de ew cehter şîn dibe. Em 20 jin kom dibin û her roj biçin kijan çiya yan jî gund cehter an jî caxê kom dikin û vedigerin. Em çiqas biwestin jî qet gilî nakin, ji ber ku dema em vê dikin pir kêfxweş dibin. Mirovên din hemû giyayên ku em kom dikin dikirin lê em hemûyan bi destên xwe berhev dikin û dibin malê. Çiyayên me tije giyayên bi şîfa ne.”

"Em evîndarên çiyayên xwe ne"

Meryem Korkmaz, destnîşan kir ku cehtera çiya di xwarinên bi goşt de bi kar tînin û bi van gotinên xwe diyar dike ku ew jîngeha xwezayî nade bi jiyana bajêr: “Ev cehter ji bo kuxikê jî pir baş e. Em ji bo kuxikê û nexweşiyên din ên rojane bi kar tînin. Em vê cehterê dikelînin û vedixwin. Tu niyeta me tune ye em dev jê şêwaza jiyana xwe ya li vir berdin. Xwezaya me jî jiyana me jî pir xweş e. Jiyana li bajêr ji me re xweş nayê. Em nikarin li wan deran bijîn."