Li bexçeyên sêvan ên Urmiye keda jinan a nayê dîtin

Bi hezaran jinên ku her roj ji sibehê heta êvarê dixebitin, stûna hilberînê li baxçeyên sêvan ên Urmiyê pêk tînin. Lê dîsa jî, keda wan a dijwar pir caran bê beramber dimîne; ji hêla mêran ve tê metîngehkirin û xewnên wan têne paşxistin.

NIYAN RAD

Mahabad – Eyaleta Urmiye, yek ji navendên girîng ên çandinî û lawirvaniyê li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ye. Beşeke mezin a aboriya vê eyaletê bi çandiniyê derbas dibe, û bi taybetî baxçeyên sêvan, ku zêdetirî 50 hezar hektar in, Urmiyê di hilberîna sêvan de di rêza yekem de dihêle. Di van baxçeyan de bi hezaran jin û zarok bi awayekî werzî dixebitin, di karên wekî berhevkirina sêvan, veqetandina yên baş û xirab, xistina kaseyan û etîketkirinê de.

Li herêmên ku fabrîqe û derfetên kar ên fermî kêm in, ev karê giran ji bo gelek kesan bûye çavkaniyeke hêviyê. Lê belê, piraniya jinan heqê keda xwe bi awayekî adil nastînin.

Çîroka rojekê

Dema mirov li qerebalixiya baxçeyan temaşe dike, tê dîtin ku beşeke zêde ya karkeran jin in. Mehnez X., jineke 30 salî, ji ber nebûna alternatîfên din ev çend sal in di vî karê werzî de dixebite. Derbarê xebata xwe de wîha dibêje: “Her sibeh di saet 3:30’an de radibim, di saet 4:00’an de li mînîbusekê siwar dibim û diçim baxçeyan. Di saet 6:00’an de dest bi kar dikim û heta saet 4:00’an êvarê dixebitim.”

Fateme M., ku îsal cara duyem e di van baxçeyan de dixebite, jî wîha dibêje: “Di saet 6:00’an de em dest bi kar dikin, diçin ser daran û sêvan kom dikin. Sêvên ketine erdê jî em berhev dikin, paşê yên baş û xirab ji hev cuda dikin. Nêzî mehekê em bi vî karî re mijûl dibin.”

Li gorî gotinên jinan, piştî vegerê ji baxçeyan, ew neçar in xwarina roja din amade bikin û karên malê jî bi cih bînin. Eger bi malbatî di baxçeyan de bixebitin an hevjînên wan di karên din de bin, ev bar dîsa li ser milê jinan dimîne.

Bêparbûna ji heqdestê xwe

Destpêka payîzê û dawiya biharê demsala berhevkirina sêvan e, û birojaneya karkeran jî di vê demê de zêde dibe. Di payîzê de her karkerek rojane 800 hezar tûmen distîne, lê ji ti sîgorteyan sûdê nagirin. Jin bi gelemperî li ser mûçeyên xwe xwedî gotin nînin. Mehnez X. wîha dibêje: “Hemû mesrefên malbatê ez dabîn dikim, lê tu berhevkirineke min nîne. Hemû pereyên min bavê min digre. Niha qurûşek li ba min nîne, her tişt li gel bavê min e. Em di şertên zor de dijîn û jiyana xwe bi zehmetî didomînin.”

Kecal A. jî got: “Bi salan e dixebitim, min pere kom kir û ji kurê xwe re erebeyek kirî. Îsal jî dixwazim ji keça xwe re zêr bikirim, da ku tiştek li pey wê bimîne.”

Masume C., ku li gel hevjînê xwe dixebite, wîha got: “Ez hemû pereyên xwe ji bo mesrefên payîz û biharê didim hevjînê xwe.”

Mîna A. jî diyar kir ku li ser pereyên wê ti gotina wê nîne: “Her tişt hevjînê min digre, ez nizanim çiqas e. Ger di destê min de bûya, min ê hem alîkariya malê bikira hem jî kom bikira. Lê niha ji bo parçeyek qumaş bikirim, neçar im ji hevjînê xwe bipirsim.”

Keda jinan a nayê dîtin

Li gorî lêkolînerên jin, di bin bandora kapîtalîzmê de, di nav jinan de hebûneke “îyîde” hatiye dîtin. Di civaka mêr-serdest de, jin ji bo domandina jiyanê neçar in di mal û baxçeyan de bê heqdest bixebitin. Di malbatan de, mêr keda jinan nas nake û pereyên wan wek mafê xwe dibînin.

Gotinên jinên di baxçeyên sêvan de dixebitin daxwaza wekheviyê bi awayekî eşkere nîşan didin. Ger di civakeke adil de bijîn û li ser keda xwe xwedî gotin bin, diyar e ku jiyana wan dê gelek cuda be.