Mihrîcana Pêşketinvaniyê ya Taîzê firsendê dide jinan

Pêşketinvanên jin û ciwan, di mihrîcana pêşketinvanî ya Taîzê de projeyên xwe pêşan didin, nasandina fikrên xwe yên nûbûnê didomînin. Ev mihrîcan firsenda ku raste rast têkilî bi gel re dane û mezinkirina bazarê pêşkêş dike.

RAHMA ŞANZOUR

Yemen – Mihrîcana Pêşketinvaniyê ya Taîz ku li bajarê Taîz ê Yemenê hatî li darxistin, firsenda ku beşdar projeyên xwe pêşan bidin û berhemên xwe bidin nasîn pêşkêş dike. Mihrîcan derfet dide ku pêşketinvan têkilî bi gel re danîn û tabana xwe ya kiryaran berfireh bike, derfet dide ku pêşketinvanên jin û fikêrên nû derbikevin pêş.

Mihrîcana ku di 22’ê Mijdarê de destpê kirî, wek yek ji platformên herî girîng a aborî û ciwanan tê qebulkirin. Îsal ev cara duyeme mihrîcan tê li darxistin, pêşangeha projeyên Start-up ev cara sêyeme tê li darxistin. Di çalakiyên ku çar rojan bi dome de, projeyên pêşerojê û pêşketinvanan tîne ba hev, ciwan, jin û pêşketinvan tevî şertên zor ên herêmê firsenda ku fikrên xwe îfade bike û çareseriyên nû yên aborî pêşkêş bibe dîtine.

Mihrîcanek derbarê zêdekirina çawaniya ciwanan e

Alîkara organîzatora Mihrîcana Pêşketinvaniyê ya Taîzê Kawthar Al-Saba diyar kir ku çalakiya îsal, xwe dispêre sê bingehên ku armanc dike ciwanan bi hêz bibe û mihrîcanê berfireh bike û da zanîn ku rêya destpêkê zêdekirina çawaniya ciwanên dilxwaze û wiha got: “Îsal em bi 100 jin û mêrên ciwan re di xebitin. Bi rêya pergala mihrîcana pêşketinvaniyê ya Taîzê em wan perwerde dikin û bi hêz dikin. Bivî awayî em pêktînin ku bibin parçeyek ji van çalakiyên civakî û pêşketinvaniyê. Rêya meya duyem jî ewe ku em balê bidin ser destekdayîna projeyên nû. Îsal di qadên cûda de, me 120 proje nirxand. Di mihrîcanê de, berhemên Yemen, projeyên çandinî, hewldanên civakî û di beşên xwarin-vexwarinê de proje tên pêşandan. Armanca me ewe ku cûrên fikrên pêşketinvaniyê li Taîzê, nîşanî beşdaran bidin, bandora van projeyan li ser civakê zêde bikin.”

Armanc ji bo yên di taritiyê de mayîn bibin ronahî

Kawthar Al-Saba diyar kir ku lingê sêyem ê mihrîcanê, di civakek ku rastî zoriyan hatî de çalakiya 4 rojî ku armanc dike ku çanda pêşketinvaniyê were teşwîqkirin û wiha got: “Di vê mihrîcana pêşketinvaniyê ya Taîzê de, li gelemperî Yemen, em hewl didin bi taybet di bin siya rewşa li Taîzê tê jiyîn de derberê girîngiya pêşketinvaniyê de peyamek girîng bidin. Fikrên pêşketinvaniyê û xwediyên projeyan ji taritiyê derbixin û ji bo em wan di ronahiyê de bihêlin em gelek di xebitin. Pêvajoya bi hêzkirinê, tenê ji bo pêşandana berheman qad avakirin re ne sînordare, di heman demê de perwerde û qezenckirina têrkeriyê jî digre nava xwe. Tenê bi platforma pêşandanê re ne sînordar, em ji bo pêkanîna qezenckirina têrkerî û perwerde di hemû mijarên ku pêwîstî bi hewldanan heye de di xebitin.”  

Organîzatorên mihrîcanê, hedef dike çalakiya îsal berbi xala destpêkê ya berbi aboriya xwecihî û dînamîk ve bibe. Têkildarî vê hedefa mihrîcanê Kawthar Al-Saba da zanîn ku hewl didin çanda peşketinvaniyê bigihînin civakê.

Çîrokên jinên peşketinvan

Çalakiya îsal a mihrîcana pêşketinvaniyê a Taîz qadek girîng ku pêşî li projeyên pêşketinvaniyê û jinan vedike. Di çarçoveya mihrîcanê de, çîrokên jinên ku ji bo projeyên xwe bixin meryetê, pêşbixin û bigihînin girseyek berfire bi ezîm û xuliqkariyê di xebitin, derxist holê.   

Xwediya projeya bedewî û lênêrîna Amira Brodar Amîra Al-Humaîrî, bal kişand ser girîngiya beşdariya vê çalakiyê û wiha got: “Ev mihrîcan firsenda ku em berhemên xwe bi mirovan bidin nasîn û hedefa xwe berfireh bikin, pêşkêş kir. Me firsenda ku xwegihandina girseya kiryaran bi dest xist.”

Xwediya projeya Bero Cafe Sahar Ehmed wiha got: “Divê qadê de ev sala meya sêyeme. Beşdariya min a mihrîcanê, pêşandana pêşketinên nû yên tîma me bi dest xistine û nasandina berhemên me yên nû ne. Em bi hatina vê qonaxê serbilindin. Mihrîcan ji bo têkilîdanîna bi gelan re, nasandina berhemên xwe platforemek girîng ava dike.”

Sûdê dide aboriya bajar

Şêwirmenda derûniyê Amîra Al- Sharqabî da zanîn pêvajoya kombûna ku bajarê Tazîê dijî hate teyîsîn û wiha got: “Ev çalakî ji bo ciwan teşwîq kirine û veberhênanên bajar zindî kiriye, weke parçeyek a komkirina Taîzê tê bi navkirin. Mihrîcan nêzî 120 projeyên cûda digre nava xwe, nîşaneya enerjiya pozîtîf ku pêwîstiya me hemûyan pê heye. Hebûna van hemû projeyan li cihekê, peyama ku Taîz rola xwe ya aborî û jiyanî qonax bi qonaz dîsa qezenc bike da.”

Ji serdanvana mihrîcanê Malak Muhammedî El Şarki da zanîn ku ev cara yekeme beşdarî mihrîcana pêşketinvaniyê ya Taîzê dibe û got: “Organîzasyon û li darxistina vê çalakiyê gelek baş bû. Zêdebûna pêşandana berheman, di nava ciwana de derbarê girîngiya nûbûn û kalîteyê de hişmendiyê ava dike û nîşan dide ku mihrîcan ji bo destekdayîna fikrên pêşketinvaniyê platformek çiqas girîng e. Min gelek kêf jê girt.”