Kooperatîfa ku li Kuzguncukê hat avakirin dê çol û bajêr nêzî hev bike

Kooperatîfa Kuzguncukê ku di 5’ê Sibatê de hat vekirin, armanc dike ku hilberîner û "nîv hilberîneran" bîne cem hev. Ji kooperatîfê Selma Eroglu çîroka damezrandina xwe ji ajansa me re vegot.

ELÎF AKGUL

Stenbol- Kooperatîfa Kuzguncukê di 5’ê Sibatê de deriyên xwe vekir. Kooperatîfa ku di vê taxa dîrokî ya li navçeya Uskudara Stenbolê, di dikaneke nûkirî ya li qata binî ya avahiya 120 salî de hat vekirin, berhemên kooperatîfên jinan ên ji gelek parêzgeh û herêman tîne cem hev. Ji aliyekî ve di pêvajoya ku enflasyon û buhayê xwarinê di asta herî jor de ye ji gelê herêmê re ji bo serweriya erzaqê piştgirî dide û di aliyê din de jî piştgiriyê dide domdariya berhemên hilberîneran.

Ji Kooperatîfa Kuzguncukê Selma Eroglu çîroka kooperatîfê ji ajansa me re vegot.

Selma Eroglu, diyar kir ku nêzî 2 sal berê xwediyê cihê kooperatîfê îro heye, ji bo hevgirtinê bi gotina "Hûn dikarin li vir kooperatîfê çêbikin" gihîştine wan û di vê pêvajoyê de bi gelek komeleyên taxan re û tora mezaxtina zad re hevdîtin pêk anîne û pirsîne "Em dikarin bi hev re çi bikin?"

"Em li ser bingeha dilxwaziyê biryarên hevpar digrin"

Selma Eroglu diyar kir ku ew li ser pirsa; "Em çawa dikarin wek gelê taxê vê cihê veguherînin kooperatîfek?" axivîne û dibêje ku ji ber pêvajoya pandemiyê û ji ber beşdarên komeleyên din wan bi tena serê xwe pêvajo berdewam kiriye û wiha dibêje:

“Em bi hevalên xwe re li Kuzguncukê hatin cem hev. Berî her tiştî divê cih ji nû ve hatibûya tadîlatkirin. Em di pêvajoyek nûvekirinê ya pir cidî re derbas bûn. Di wê demê de ji ber hebûna şewbê jî me pirsgirêkan jiya. Piştre bi rakirina qedexeyên şewbê re me got; 'Êdî em van xebatên înşaetê biqedînin, Kuzguncukê vekin û bi şêniyên taxê re werin cem hev.' Kooperatîfa Kuzguncukê jî bi vî awayî dest pê kir."

Selma Eroglu destnîşan kir ku wan Kooperatîfa Kuzguncukê wekî şaxeke Kooperatîfa Yer Denîz vekirine lê her dever di nava xwe de xweser e û wiha got: “Her şax ekîba xwe ya navxweyî heye. Li wir bi tîmê re berdewam dike. Em tenê di warê aborî û îdarî de bi Kooperatîfa Yer Denîzê re hevkariyê dikin. Em civînên hevpar bi pirsên “ka em çawa dikarin bi hev re pêk bînin” dikin. Li vir zêdetirî 6 hevalên me hene. Em hewl didin ji bilî roja yekşemê her roj di navbera 11:00 û 19:00 de ev cih vekirî bimîne. Di kooperatîfa ku em bi dildarî tevli bûyîne de, biryaran bi lihevkirinê digrin. Tewra îtîraza kesekî jî girîng e. Ger pirsgirêkên ku em nikarin di civînên hevpar de çareser bikin hebin, em komxebatan saz dikin. Dema ku ji bo kooperatîfê berhem dikirin, em ne tenê pêvajoya hilberînê dinêrin, di paşeroja we de îstîsmara xweza, zarok, jin û kedê heye yan na jî dinêrin. Em bi hilberînerên xwe re pêvajoya pejirandina sertîfîkasyona beşdariyê dimeşînin. Em hewl didin bi hev re biryar bidin ka dê çi, çiqas û ji bo kê were hilberandin. Em ji bo her hilberînek raporên hilberînê diafirînin, pratîkên fêrbûna bi hev re derbasî jiyanê dibe û em hewl didin zanîna kolektîf bi giştî zêde bikin.”

"Em wek bazareke klasîk naxebitin"

Selma Eroglu diyar kir ku ew ji eleqeya şêniyên taxê kêfxweş in û wiha got: “Roja ku me ev der vekir jî eleqeyek mezin a welatiyan çêbû, gelekî kêfxweş bûn û kesên yên digotin; ‘Çi xweş e. Berhemên xweş, saxlem hatin ber lingên me' û yên digotin 'Em ê edî werin vir' hebûn. Mirovên ku timî dihatin çêbûn. Em bertêken xweşik distînin. Em dixwazin şêniyên herêmê re bicivînin, li ser siberoja vê derê bi hev re biryarê bidin û biaxivin."

Selma Eroglu bal kişand ku ew ne firoşgehekî ji rêzê ne, diyar kir ku ‘berhemekê di dema wê de me bi çenda standibe ji sedî 18 li ser wê zêde dikin û wisa difroşin’ û wiha berdewam dike: “Ew ferqa heyî ji bo mesref, fatûra, bac û kirêya dikanê diçe. Em hejmarekê ku bikaribe van mesrefan pêşwazî bike li ser zêde dikin û piştre bihayê wê zêde nakin. Di pêvajoyên destpêkê yên ev aloziya aborî û dovîzê de gelek kes dest bi stokcîtiyê kir. Êdî her kes bi gotina ‘çi, li ku derê erzantir e’ tiştan distîne. Bihayê kooperatîfê pir guncav hat û di carekê de rûnê me yên zeytê xilas bû. Dema ku me careke din wan berheman sitend me nikaribû bi bihayê ku destpêkê me firotibû, bistînin. Ji ber vê yekê ji bo ew kes dev ji stokcîtiyê berdin me got ‘hûn dikarin yek an jî du bistînin’. Ango bila kesekî pênc heb rûnê zeytê nestîne ku gelek kesên din li gorî pêdiviyên xwe bikaribin bi bihayê guncav bigihin van berheman.”

"Hilberîner di rewşeke dijwar de ye û ev rewş encax bi hevgirtinê re derbas bibe"

Selma Eroglu anî ziman ku mirov ji cihê berhemên xwezayî û ekolojîk difiroşe zêdetir bihayan hêvî dike û diyar kir ku yên tên Kooperatîfa Kuzguncukê dibînin ku ev hejmaran ne ewqas zêde ne. Selma Eroglu bi bîr xist ku hêza kirînê ya mirovan kêm bûye û hilberîner jî ji vê yekê bi bandor dibe, dibêje “Em ancax dikarin ev bi hevgirtinê bi ser bikevin” û axaftina xwe wiha domand:

“Ji ber aloziya awhewayê û aboriyê hilberîner di rewşekî zehmet de ye. Ji sedî 80 bihayê berhemên ku em ji vê derê distînin ji bo hilberînêr diçe, ji bo hilberînê berdewam bikin pir zêde bi firotina vê derê re girêdayî bûne. Em bi gelek hilberîneran re diaxifin. Dibêjin ‘Sala pêş ez nikarim bikevim vê hilberînê, ez gelek deyndar im.’ Ji ber pereyê ku ji firotina hilberînê berheman digre têr nake ku careke din hilberînê bike. Ji ber vê yekê, pêwîst e ev cihên ku xwarin ji hêla perspektîfa serweriya xwarinê dest digre, hîn bêhtir zêde û berfirehtir bibe. Ev dê hem bihayê kêmtir bike hem jî bi rastî dê bike ku hilberînerên ku hilberînê dikin li cihên xwe bimîne û vê hilberînê berdewam bike.”

"Kooperatîfa Kuzguncuk dê çol û bajêr nêzî hev bike"

Selma Eroglu bi îdiaya "Kooperatîfa Kuzguncuk dê çol û bajêr nêzî hev bike" da zanîn ku ew hewl didin mekanîzmayeke ku şêniyên bajêr rasterast tevli xebatên hilberînê bibin ava bikin:

“Ya rast ji bo kesên tiştên ku tiştên dixwe lêpirsîn dike, ne tenê li berheman li pêvajoyên pêşiya wê jî dinêre em nabêjin mezêxeran, em dibêjîn nîv hilberîner û em girîngî didin sazkirina serdanên hilbêrîneran, gotûbêj û atolyeyên ku hilbêrîneran û nîv hilberînêran bîne gel hev. Hîn rêze plansaziyên me hene ku em havînê li hewşa xwe bi beşdarbûna hilberînêran ji çêkirina penîr heya tama hingivê atolyeyên vekirî saz bikin.”

“Naxwazin jin bibin xwedî hêz”

Selma Eroglu dibêje ku piraniya berhemên wan ji kooperatîfên jinan tên, axaftina xwe wiha didomîne: “Jin aboriya xwe ava dikin, bi aboriyên hevgirtinê xwe bi hêz dikin. Li vir em piştgirî didin. Mînak li Hatayê Koperatîfa Jinan ya Defne heye. Demekê nikaribûn ji me re berheman bişînin. Ji ber ku hin kesan avêtin ser kooperatîfê etîketên hilberînan bin pê kirin û anîn rewşa nebikaranîne. Jin ji ber lêçûnan nikaribûn wan etîketan ji nû ve çap bikin. Wê demê me berhemên bê etîket dikirî û bi xwe etîketan çap dikir. Ez difikirim ku ev êrîş ji aliyê mêran ve hatiye kirin, ew li wir jinên ku dibin xwedî hêz naxwazin. Ger em mînakek din jî bidin Guleçkoya ku salçeya fîrîngî û îsotê çêdike. Li Amedê ne. Nexwestin bibin karkerên çandiniyê yên demsalî, hewl didin li herêma li cih dibin, bi hêzkirina herêmê hilberan hilberînin û dixwazin wan berheman bikin bi nirx. Em bi gelemperî bi kooperatîfan re dixebitin, lê Guleçkoyê li gorî taybetiyên herêmê şirketek xwediyê yekane ava kir. Em piştgiriyê didin wan jî.”

“Jin xwedî gotin in”

Selma Eroglu bi gotina 'Jin ji vê pêvajoyê bi hêz derdikevin' dibêje ku jin bi riya kooperatîfê perwerdeyê dibînin, pirsgirêkên kooperatîfê dibînin û ji van pirsgirêkan re çareseriyan hildiberînin: “Her yek ji jinan bi keda xwe re bi kooperatîfê hem civakî dibe, hem qezencek aborî bi dest dixe û hem jî dibe xwedî gotin. Ev hem di malê wê de hem jî di kooperatîfê de derbasdar e. Li Deverekê jinek ji bo xwedîkirina zarok û pîran qeyda xwe ya zanîngehê çêkiriye. Dibêje, 'Ez ê dîplomaya xwe ji vir bigirim, dema jin werin kooperatîfê em ê cihê ku zarokên xwe bihêlin çêbikin'.

Selma Eroglu bi gotinên “Jin pirsgirêken di kooperatîfê de jî dibînin û ji bo hemû kes werin kooperatîfê şert û mercan ji nû ve dîzayn dikin. Ev jî li gorî min pir girîng e” û wiha bi dawî dike: "Yanî xwedîderketina wê jinê ya li kooperatîfê, hem bi serxwebûna aborî ve girêdayî ye hem jî ji aliyê civakî ve, bi rastî hêviyê dide me."